04 augusti 2010

"Tirkekî" hezar kurd ji ser rê da xistin

Tirk îdîa dikin ku ”Tirkek bergendî cîhanê ye.”
Bi vê gotinê tirk dixwazin bibêjin ku ew ji hemû însanan jîrtir û biaqiltir in.
Herçî cîhan e helbet ev gotin û fikreke nîjadperest û beradayî ye.
Lê heger em wan û kurdan miqayese bikin, tirkek ne ”bergendî” hemû kurdan be jî bi kêmanî ji 1000 kurdî jîrtir û biaqiltir e…
Dema tirkek (ya jî kurdekî bûye tirk) bi tena serê xwe bikanibe 1000 kurdî ji ser rêda bixîne, zimanê wan ji kurdî bike tirkî, ev yek îspata biaqiliya tirkan e.
Ecele nekin, di vî warî da ezê nimûneyek pir konkret bidim.
Ev 2-3 sal in ez endamê platformeke meyla me.
Navê komê/grûpê ”Dîwanxane” ye.
Heger şaş di bîra min da nemabe demakê berpirsiyarên komê gotin li dora 1000 endamên komê hene.
Ev hejmareke ne hindik e.
Bifikirin ku hezar kurd ji hev ra bi kurdî dinivîsin.
Ev dibe weke dibistanekê, bi sedan kes fêrî xwendin û nivîsandina kurdî dibin, kurdiya wan bi pêş dikeve, bawerî, cesaret û qabîliîyeta wan ya nivîsandina bi kurdî xurt dibe…
Ji bo kurdên bakur ev ne tiştekî hindik e, pir girîng e, xwendevanên edebiyata kurdî zêde dibin.
Ev pêşketin zirarê dide dewletê.
Loma jî dewlet û hemû tirk naxwzin kurd fêrî kurdî, fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bibin.
Di destpêkê da hin endamên komê herçiqas carnan bi tirkî dinivîsandin jî lê bi giştî piraniya nivîsên komê bi kurdî bûn, nivîsên bi tirkî kêm dihatin weşandin, giranî tim li ser kurdî bû.
Lê heta ku tirkekî bi navê Cevdet Akbay(li gor gotina wî, ew kurdekî zaza ye, lê bi kirinên xwe ji tirkekî esîl jî xerabtir e)kete nava komê.
Piştî ku Cevdet Akbay bû endamê komê, zimanê komê hat guhertin, bû tirkî.
Cevdet Akbay merivekî ne îş aktîv û berhemdar e, rojê belkî çend meqaleyan dinivîse û di eynî rojê da jî bersîvên hemû rexneyan dide.
Tu dibêjî mubarek ne însan e, fabrîqeya nivîsê ye, 24 saetan dinivîse…
Ya jî meriv dibêje belkî li ser navê wî grûbek însan 24 saetan vî karî dikin.
Ya na ne mimkûn e ku însanek pê ra bigihîne rojê hewqas nivîs binivîse.
Ji bo karekî wiha dibê meriv ji ber kompoterê ranebe…
Cevdet Akbay merivekî pir jîr û biaqil e, ji bo ku bikanibe koma Dîwanxaneyê ji ser rê da bixîne, yanî zimanê komê bike tirkî ji xwe ra mijareke pir bi ”heraret” dîtiye; PKK û Abdullah Ocalan…
Çimkî mêrik baş dizane ku kesên xwe li ser birêz ”Serok” bixeyidînin û bi rojan wexta xwe bi leqeleqên vala biborînin pir in.
Cevdet Akbay weke abone her roj li ser Ocalan û PKK-ê tiştekî dinivîse, carnan çend caran.
Û her cara ku ew bi tirkî PKK-ê û Ocalan rexne dike, êrîşî dibe ser wan, dost û hevalên PKK-ê û heyranên Ocalan jî bi tirkî bersîvê didin wî.
Dû ra Cevdet Akbay bersîva wan dide.
Dû ra dîsa ew bersî didin Cevdet Akbay…
Dû ra dîsa Cevdet bersîvê dide wan.
Dû ra hinekên din jî, hinekên ku kêm caran bi tirkî nanivîsîn jî(mesela Serger Barî)xwe tevê dikin.
Îcar hinek bersîvê didin wî.
Û ew bersîvê dide wan...
Carnan li ser Ocalan û PKk-ê rojê bi dehan, belkî hîn jî zêdetir nivîs, rexne û bersîv ji komê ji min ra tên.
Û ev yek her roj wiha dom dom dike…
Lê hemû jî bi tirkî.
Çimkî nivîsên Akbay bi tirkî ne.
Kurdî ji binda rabûye, êdî kes bi kurdî nanivîse.
Û heta nuha ji nava van 1000 endamên Dîwanxaneyê yekî jî ji Cevdet Akbay ra negot, lawo te xêr e, çima tu wiha dikî?
Çima tu dibî sebebê têkbirina kurdî?
Heta berpirsiyarên Dîwanxaneyê jî ku berê xwedêgiravî doza kurdînivîsê li endaman dikirin, wan jî dev ji vê daxwaza xwe berdaye, diyar e ew jî vegeriyan e tirkî...
Meriv matmayî dimîne, yek însan çawa dikane di nava 1000 însanî da vî hukmî bike?
Baş e meriv kurd be û xêra kurdan bixwaze, çawa dikane bi nivîsên xwe bibe sebebê guherandina zimanê komeke 1000 kesî?
Heger bi rastî jî tu kurd î, bi zazakî binivîse, milet fêrî zazakî bike, çima tu milet fêrî tirkî dikî?
Ji bo vê xizmeta Cevdet Akbay ya ji zimanê tirkî ra dibê dewlet wî xelat bike.
Li gor gotina Cevdet Akbay ew kurdekî zaza ye û bi zazakî pir baş dizane.
Ez dibêjim pir baş dizane, ji ber ku carê ji min ra nivîsî bû.
Nuha heger Cevdet Akbay ne bi ”eslê” xwe tenê, lê bi dil û fikrê xwe jî kurd e û ez dizanim ku bi zazakî jî baş dizane, wê demê çima bi zazakî ya jî bi kurmancî nanivîse?
Heger nizane bira fêr bibe, heger kêm zane bira pêşda bibe…
Çima bi nivîsên xwe dibe sebebê têkbirina kurdî û belavbûna zimanê tirkî.
Hegr meriv bi fikir, hest û dilê xwe jî kurd be, meriv tu carî tiştekî wiha nake?
Loma jî ez dibêjim, Cevdet Akbay bi eslê xwe kurd be jî, bi kirin û xizmetên xwe tirk e û ji tirkekî tirktir e.
Di nava vê komê(Dîwanxaneyê) da zirara ku wî daye kultur, ziman û edebiyata kurdî(1000 kurd)ji ya mamoste û qerdiyanekî tirk ne kêmtir e.
Bi serê xwe tenê zimanê komeke ji 1000 kesî guherî kir tirkî.
Heger meriv kurd be û xwedêgiravî kurdayetiyê jî bike, wê demê dibê meriv ji zimanê xwe jî hez bike…
Û nîşan û îspata hezkirinê jî nivîsandin e.
Heger Cevdet Akbay ji binda bi kurdî nizanîbûya dîsa heta dereceyekê rê tê hebû, meyê bigota de bi kurdî nizane…
Lê baş dizane, têra xwe dizane.
Nenivîsîna wî ya bi kurdî ne ji ber nezanînê, ji ber nexwestinê û nehezkirinê ye.
Û ev yek ne ji bo wî tenê, ji bo her kesê ku bi kurdî dizanin lê nanivîsin wihaye…

5 kommentarer:

  1. Kekê Zinarê Xamo re,

    Min nivîsa te bi baldarî xwend . Gotin û rexneyên te bi piranî rast in. Koma bi navê Diwanxane’yê tê weşandin, êdî li dû xêra Kurdan nîne. Ew di şûna ku bo birînên kurdan bibe derman- ez nebêjim bûye hêlîna fesadî û şeytaniyê – lê veguheriye bûye warê nîqaşên vik û vala.

    Kekê min temenê min waye digihêje 50 salan. Min ji Kurd û Kurdistanê vê yekê tenê fêm kir: Kî û kê ji xeta tevgera azadiyê veqete, pê re dijminatî bike, her roj serokatiyê rexne bike an dibe xayîn an dibe cahş, an dibe xwedêgiravî ronakbîr, ji wan ên egzantrîk, bi awakî din dibêjin “entelên derpê ji qûn avêtî, an jî dibin wek kesayetiyê reş û tariyê ku te li ser nivîsiye…

    Ew di şûna ku behsa Kurdiya sêwî û belengaz bikin, bi derd û kulên gel ve bilî bibin, di şûna ku bo têkoşîna vî gelî rê û rêbazên nû bigerin, di şûna xurtkirina têkiliyên navxweyî yên Kurdan, radibin rûdinin davêjin PKK’ê û rêberê wî…

    Kar û xebat û liv tevgera wan li ser kûrkirina birîna me ya hezar salî ye. Ev hezar sal e em ji ber çi biser nakevin?

    Rêberên me xayîntî kirin? Na… Serokên me bêxîret û bêkêr û newêrek derketin? Na…
    Gelê me bi girsehî xayîntî kir? Na…
    Ani ha tiştek wisa heye? Hezar car na…
    Em çima nagihîjin ber mirazê xwe? Hê jî ji sedî 30-40’ me şiyar bûye an na…
    Ên şiyarbûyî, çavên xwe ji xewa mirinê rakirî bi hevûdu re çiqas bi tafaq in? Çiqas ji bo armancek hêza xwe dikin yek?

    Kekê min em hev baş nas dikin. Di warê ziman de ez jî bi qasî te hestiyar im. Zimanê me li ber çavên me ji destê me diçe, em dihelin… Kezeba min jî pêv re… Lê bi ziman tenê ev gel rizgar nabe. Ji sala 87’an heta dawiya salên 90î radyonek kontrayî hebû. Li Amedê li kışlaya leşkerî ya DEVEBOYNÛ weşana bi Kurdî dikir: DÎCLENÎN SESÎ. Nizanim tu pê dizanî? Ev cahşê ku tu pê re hêrs dibî bi Kurdî xayîntî bike tu yê çi bibêjî? Ma di artêşa tirk de jî waneyên Kurdî didin serbazan… Emê ji wan re bibêjin “eferim”?

    Ez pir dirêj nekim; birayê min, her kes li gorî çîna xwe, li gorî wîjdan û eqlaqê xwe aliyê xwe yê siyasî destnîşan dike, tayîn dike. Îro ji bo kesek xwendî, wedî kar û şuxulek fermî, xwedî jin û zarok û zênç, an jî bo kesekî xwedî dikanek li kuncikek kolanek xwedîlêderketin û alîkariya TEVGERA AZADİYA KURD bi serê xwe xetereyek ewqas mezin e ku divê tu heftgurçik bî, divê tu ji hesin û ji pola bî, divê tu pir û pir evîndarê welat û gel bî, divê tu şoreşger bî, divê tu derwêş bî, bi kurtasî divê tu Mezlûm û Kemal û Heyrî bî…

    Gotina dawîn, li bakûrê Kurdistanê nifşa beriya me, nifşa bav û kalên me, çi Zaza, çi Ereb, çi Mihelmî, çi Ermen û Asûrî, heta gelek caran Tirk jî tê de bi tevahî Kurmancî dizanibûn; hê jî gelek ji wan bê hesabê wan, ji bo danûstendinên xwe yên bazirganî bi Kurdî diaxivin. Ma îro çi kar û berjewendiyên van cehşan heye ku xwe hînî Kurdî bikin û bi vî zimanî biaxivin û binivîsin? Bi gotina Konfîçyîs “ Li ser şopa pere biçî tu yê rastiyê bibînî”
    Mamoste Marûf

    SvaraRadera
  2. Merheba Zinar can!

    Ez jî demekê endamê vê grûbê bûm. Ji ber sedemên ku te di nivîsa xwe de diyar kirine û hin tiştên din ez ji grûbê derketim. Lê ji bo min ji grûbê derketin jî ne hêsan bû. Min çend caran ji rêvebirên "Dîwanxane"yê tika kir ku min ji grûbê derxin,lê dernexistin. Û her roj bi dehan maîlên bi munaqeşeyên vala ji min re dihatin. Min xwe wek rehînekî ku di destên wan de hîs dikir. Paşê ez gihaştim wê qenhetê ku nivêsên ku tu behs dikî û gelek nivîsên din ku dibin sedemên munaqeşeyên vala bi dilê rêveberiya vê grûb ne jî. Piştî vê qenhetê min ji wan re nivîsî û got, "ku hûn min ji "Dîwanxane"yê dernexin, ez ê vê helwesta we di çapeneniya kurdî de bînim ziman". Hingê ez derxistim.
    Hin kes hene, tu carî û li tu derê, bi tu kirineke xwe di civakê de nebûne xwediyê cihekî ku xelk ji fikir û kirinên wan sûdê werbigire. Kesên weha dikevin hin grûban û serê mirovan gêj dikin. Benîştê wan tu carî pûç nabe!Mirov êdî nema dikare fikrekê munaqeşe bike. Divê mirov dema xwe nade grûbên ku kesên weha tê de ne. Hezar karên din hene ku miriv bike, hezar mijarên din hene ku mirov bikaribe li ser binivîse ku mirov ji hev sûdê werbigire. Hetta avêtina maîlên ku ji vê grûbê dihatin jî gelek wext digirt. Bi kurtî, min xwe bi zorê ji vê grûbê xilas kir. Axbet bi serê te!
    Bi silavên germ

    Haydar Diljen

    SvaraRadera
  3. Rêzdar Zinarê Xamo. Ez naxazim dûr û dirêj binivîsim. Lê tenê ez ti$tekî zanim, ew jî ew e: Doza Kurd û Kurdistanê bi zimanê dagirkeran nayê parastin.!

    SvaraRadera
  4. Xalê Zinar,
    Hemu tishtên ku te gotine rast in. Bi dîtina min ew koma wek MITa tirkan li dijî zimanê kurdî dixebite. Ez jî berê endamê wê komê bum. Lê pashê min bi hezar zoriyan xwe ji lîsteya wan da derxistin. Ez qet bawer nakim ku berpirsiyarên wê komê merivên kurdewar u kurdîhez bin. Bi ya min qeshmerên kêmaqil yên ji sergîna tirkên dolheram in.

    Bê guman dê herkes were di mala mirov da birî, heger mirov bi xwe xwedîtiyê li mala xwe neke. Cevdet begê tasheron u zirzop jî yekî weha ye. Li her derê cîhanê dezgehên xelkê xwedîtiyê li berjewendiyên xwe dikin u tu carî rê nadin ku qeshmerên weha zimanê wan tarumar bike. Ev tishtekî derî aqilan e u serê mirov hezar u yek carî li dîwêr dixin, bi dîwêr va mîx dikin.
    Gelo chima Diwanxane rê dide kesên weha serserî u pîs?
    Ji ber ku Dîwanxane bi xwe serserî u pîs e, ajanxane ye, loma!

    Bi silav u rêz

    Bernas Kurmanc

    SvaraRadera
  5. Weleh ez nizanim çi bibêjim...
    Hema tiştê min fêm kiriye Xwedê ji me kurdên bakur ra xerab aniye, em bûne heyran û evîndarên neyarê xwe û zimanê wî

    SvaraRadera

PARVE BIKE