22 augusti 2010

Bi nivîsandina tirkî ew xwe pir bextewar his dikin

Endamekî koma Dîwanxanê yê bi navê Vedat, di meyleke xwe da piştgiriya hin dîtin û tespîtên Îbrahîm Guçlu kiriye û dû ra jî li ser mijareke pir cuda ”têbiniyek/dîpnot” pir balkêş daniye.
Esas ji dûr û nêzîk, tu têkilî di nabêna nivîsa Guçlu û têbiniyê da tuneye, lê li gel vê jî birêz Vedat, di têbiniya(jêrenotê) xwe da li ser minaqeşeya di nabêna min û Cevdet Akbay da piştgiriya xwe bi Akbay ra îlan kiriye û gotiye:
”Wek kurdekî bi koka xwe zaza ji bo ku ez nikanim bi kurmancî binivîsim dibê ez bibêjim ku ez muteesîr nabim. Bi minaqeşeyên berê ra girêdayî li gel îhtîmala ku ezê marûzî rexneyên hinekan(bi îhtîmaleke mezin qesta wî ez im), ”tu çima bi tirkî dinivîsînî” werim jî ez viya dibêjim.
Di vê mijarê da ez difikirim ku birêz Cevdet Akbay bi neheqî hate rexnekirin.”
Bala xwe bidinê, birêz Vedat negotiye, ”ez kurdekî zaza me” ya jî ”ez kurd im”, gotiye ”bi koka xwe…” ew ”kurdekî zaza” ye…

Mane û mesja bi dizî ya sifetiya ”kokê” pir û pir girîng e.
Loma jî dibê meriv li ser vê gotina ”ez bi koka xwe kurd im, zaza me” raweste û ”qesta” wê ya sembolîk û siyasî ya veşartî baş vençire, eşkere bike.
Li Tirkiyê pêvekirina gotina ”kokê” pir girîng e, him ji bo dewletê û him jî ji bo tirkan tê maneya, ”erê ez ji dê û bavekî kurd” hatime dinê, lê ez ne merivekî ”kurdperwer” û kurdçî me, yanî ez ne dilxwaz û hevalbendê ”terorîst” û ”kurdçiya” me.
Dewlet viya wisa fêm dike.
Û ji xwe qesta kesên ku gotina ”kokê” bikar tînin jî ev e.
Loma jî ferqa nabêna ”ez kurdekî zaza me” û "bi koka xwe kurdekî zaze me" pir mezin e.
Vê ferqê, vê mesaja sergirtî ne dewlet tenê, em kurd jî êdî fêm dikin heyran...
Ev li ser ferq û meneya peyva ”kokê.”
Nuha jî em werin ser meselên din…
Wek tê zanîn sê hefte berê li ser tirkînivîsîna Cevdet Akbay di nivîseke xwe da min, Akbay rexne kiribû.
Di wê nivîsa xwe da min gotibû ku bi nivîsên xwe yên bi tirkî Akbay, di Dîwanxaneyê da roleke xerab dilîze û dibe sebebê têkçûna kurdî û serdestiya tirkî.
Di nivîsa xwe da min negotibû ku dibê Akbay bi kurmacî binivîse. Min gotibû ku ew kurdekî zaza ye û bi zazakî jî dizane, lomajî dibê bi zazakî binivîse.
Yanî min tu carî doza nivîsandina bi kurmancî lê nekiribû.
Min gotibû heger ”Cevdet Akbay ne bi eslê xwe tenê, lê bi dil û fikrê xwe jî kurd bûya wî yê bi zazakî binîsiya.”
Çimkî bi zazakî dizane.
De îcar neheqiya ku min li Cevdet Akbay kiriye çi ye?
Ma dema meriv ji yekî zaza ra bibêje bi zazakî binivîse, çima ewê neheqîbe min qet fêm nekir?
Ma ji bo ku bi tirkî dinivîse, dibê min jê ra bigota eferim?
Min gotiye ku tu kurd î, tu bi kîjan leheçeyê dizanî bi wê lehçeyê binivîse.
Di vê daxwaz û rexneya min da tu neheqî tuneye.
Tiştekî din yê herî balkêş û seyr ku Vedat di dilê xwe da nehîştiye, gotiye, ji ber ku ew nikane bi ”kurmacî” binivîse ew qet muteesîr nabe.
Rast e, ez texmîn dikim ku tu muteesîr nabî, belkî ji bo vê yekê tu kêfxweşî jî, ji xwe tu ”muteesîr” bibûya te yê gotineke wiha nekira.
Ev gotin heta dereceyekê îfadeya nehezkirina ji ”kurmancan” û ji kurmancî ye jî.
Ev, îfade û îfşaya zeîfiya hestên netewî ye.
Ya normal ew e ku meriv weke kurdekî bixwaze bi hemû lehçeyên kurdî bizanibe, pir hindik ji wan fêm bike.
Mesela min dixwest ku ez bi hemû lehçeyên kurdî bizanibim.
Wek welatparêzekî, wek nivîskarekî gava ez bi hemû lehçeyên kurdî nizanim, ez vê nezaniya xwe weke kêmasiyekê dibînim û pê ”muteesîr” dibim.
Û dibê her kurdê bîrewer jî bi kêmasiyeke wiha pê muteesîr bibe.
Ji xwe gava meriv xwe weke ferdekî miletê kurd bibîne û ji lehçeyên hemû miletê xwe fêm neke, dibê meriv pê biêşe, pê biqehere.
Lê Vedat ne xema wî ye, bi îhtîmaleke mezin nezanîna zazakî jî ne xema wî ye û ji xwe belkî bi zazakî jî nizane.
Lê ji bo ku li dijî kurmancî derkeve, nepeyive, fêr nebe ”zazabûna” xwe ji xwe ra dike mertal, îstîsmar dike.
Bêguman di nava kurmancan da jî kesên ku qedir û qîmetê nadin zimanê xwe, bi zimanê xwe nanivîsin pir in, lê tiştê ez dibînim ev meyl di nava kurdên zaza û elewî da pir xurttir û berfirehtir e.
Kurdên zaza, elewî li gor kurmancan bêtir asîmîle bûne, loma jî zimanê tirkî di nava kurdên zazaaxêf da bêtir reh û şax berdaye.
Tu dema ji wan ra dibêjî bira tu zazayî, bi zazakî binivîse, fena ku tu heqaretê lê bikî, diqehere, ji bo ku nenivîs hezar û yek maneyan dibîne.
Cevdet Akbay û birêz ”Vedat” beg jî du kesên ji van tîpan in, naxwazin kes nivîsandina bi zazakî bi bîra wan xe, ji daxwazeke wiha pir aciz dibin…
Çimkî bi zanîna tirkî ew xwe pir dilşa û bextewar his dikin, naxwazin kes vê huzûra wan xera bike…

4 kommentarer:

  1. Axx mamo,

    Ma ne te ye behsa civana meran bikira ne?

    SvaraRadera
  2. Xalê Zinar,

    Bi dîtina min te di derbarê van herdu sharlatanan da analîzên gelekî rast kirine. Ez dibêm ev herdu lanetana jî ji heman ciyî dinivîsîn. Loma jî yek dixwaze yê din pak derxe u pishtgiriya xwe dide yê din, ji bo ku bila millet bêje cheqilmastên doshirme di mesela xwe da bi heq in. Sedî sed bi dewleta bê namus ya tirkan ra dixebitin.
    Bê guman herkes dikare Apo u PKKê rexne bike, Apo u PKKê heft qatî bike binê erdê jî. Lê ma chi têkiliya zimanê kurdî bi Apo u PKKê ra heye? Ziman hebuna milletekî ye u her neferê wî milletî bi wî zimanî dipeyîve. Ya rast hebuna rureshên weha "berhema" Apo u PKKê ne. Ne Apo u ne jî PKKê pênc qurush qîmet dane zimanê kurdî, berevacî vê ji dewleta tirkan ya nijadperest bêtir zimanê kurdî u xelkê kurd asîmîle kirine u kirine tirkcî. Lewra heger mebesta van herdu xwefiroshên beredayî rexnekirina kêmasiyên Apo u PKKê bibuna, min ê bigota ehlen u sehlen. Lê mebest ne ev e, mebesta van xerakirina kîmyaya milletê kurd u kushtina zimanê kurdî ye. Chi îroniyeke mezin e, di vî warî da chiqas jî li Apo u PKKê dishibin.

    Silav u rêz

    Bernas Kurmanc

    SvaraRadera
  3. Biraziê min ê hêja,
    Civîna "mêrên bindest" bi serfirazî derbas bû,me têra xwe masî xwar.
    Ji ber ku Mamoste Bismilî ye loma jî dizane masiyan çêke.
    Em berîvanî nizanin masiyan çêkin. Çomkî li ba me masî tunene.
    Baranê çend caran da ser me, lê bi xêra çandirê em zêde şil nebûn.
    Me gelek tecrûbeyên xwe ji hev ra neqil kirin, em ji hev gelek tiştên nuh fêr bûn.

    SvaraRadera
  4. Kekê Zinar,
    Nivîsa we ya derheq endamê komê me bi navê Vedat gelek balkêş e. Rexneyên we bi cih in. Rast e; Cevdet Akbay û birêz ”Vedat” beg jî du kesên ji van tîpan in, naxwazin kes nivîsandina bi zazakî bi bîra wan xe, ji daxwazeke wiha pir aciz dibin…
    Çimkî bi zanîna tirkî ew xwe pir dilşa û bextewar his dikin, naxwazin kes vê huzûra wan xera bike…

    Silav û rêz

    SvaraRadera

PARVE BIKE