09 juni 2010

Xwedê kir ku dijminên kurdan hinekî kêmaqil in...

Di dengdana Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî da li hember Îranê biryara ambargoyeke berfirehtir û girantir hate girtin.
Ji 15 endamên Konseya Ewlekariyê, 12 endaman ji ”cezakirineke berfirehtir” ra gotin erê, Tirkiye û Brezîlya li hember biryarê derketin û rayên red dan, Lubann jî bêteref ma.
Wek tê zanîn berî nuha bi çendakî di nabêna Îran, Tirkiyê û Brezîlyayê da peymana guherandina(takasa) ûranyûmê hate îmzekirin û ev yek jî ne bi dilê Ermerîkayê bû.
Piştre Rûsya, Fransa û Çîn jî li dij derketin, lê Tirkiyê guh neda protestoyên van dewletan û bi navê nabêncîtî û ”aştîxwaziyê” ev peyman bi Îranê ra îmze kir.
Vê yekê jî Tirkiye hinekî din jî ji Emerîkayê dûr xist û nabêna wan xera kir.
Tirkiyê, di mesela Saddam û Îraqê da jî eynî siyaset meşandibû, li hember Emerîka û hin biryarên Konseya Ewlekariyê derketibû û piştgirî dabû Saddam.
Emerîka, Neteweyên Yekbûyî li Saddam hatibûn xezebê, dixwstin wî bixînin, Tirkiyê şûrê Saddam dikşand, dixwest wî xelas bike.
Di mesala Îranê da Tirkiye îro jî eynî siyasetê dimeşîne.
Ji ber mesela kurd, Tirkiye ketiye gerînekekê, loma jî çi dike ji xwe ra xerab dike.
Tirk dixwazin her kes bi şavên wan li kurdan binêrin, lê ev jî her tim wisa nabe, carnan menfeeta dewletan di neyartiya kurdan da tuneye, bîleks di alîkariyê da menfeeta wamn heye.
Lê Tirkiye viya qebûl nake…
Dewleta tirk siyaseta xwe li gor kurdan tanzîm dike. Li gor vê siyasetê, kî li dijî kurdan be û piştgiriyê nede wan, di vê meselê da doza çareseriyê li Tirkiyê neke, Tirkiye wê dewletê dost dibîne û pê ra siyaseteke nerm û dostane dimeşîne, lê dewleta ku siyaseteke eksê vê bimeşîne(weke nuha Emerîka dike) Tirkiye pê ra dijminatiyê dike.
Tiştê herî maqûl, herî ji Tirkiyê ra bixêr, dibê Tirkiye bi xwe, bi rehetî mafê kurdan yê netewî qebûl bike.
Dema neke mecbûr e siyaseteke îrrasyonel bimeşîne, mecbûr e bi Emerîka, Xerbê, Îsraîl ra were hember hev û bi Îran û Sûriyê ra bi bibe dost mitefiq.
Bêyî çareseriyê û dayina mafê kurdan, ew çi bikin li zirara wan û li kara miletê kurd e.
Ya dibê riya aqil hilbijêrin ûma fê kurdan bidin, ya jî dibê şer bidomînin û bibin mitefîkê rejîma Îslamî ya Îranê û xwe ji dinyayê îzole bikin.
Îro ne li menfeeta Emerîkayê ye ku dijminatiya kurdan bike, lê Tirkiye viya ji Emerîkayê dixwaze.
Emerîka dixwaze rejîma Îranê ya despot û zalim hilweşîne, lê Tikriye viya naxwaze, ditirse ku kurd li wir jî bibin xwedî desthilat û bigihîjin azadiya xwe.
Hukûmeta AKP-ê ji alîkî da alîkariya filîstîniyan dike, li dijî terora dewleta Îsraîl û kuştina zarokan derdikve, serokwezîr Erdogan weke ”ewliya” û merivekî pir xêrxwaz û aştîxwez dipeyive, lê di eynî wextê da li hember kurdan teroreke nedîtî dide meşandin, li hember kuştina zarokên kurdan bêdeng dimîne, mafê kurdan nadê…
Ev paradoks e, cîhan, her kes vê paradoksê û vê durûtiya siyasetmedarên tirk dibîne û dide ruyên wan, dibêjin ji dêlî ku hûn xwe li çareserkirina mesela filîstîn rakşînin, mesela kurd hel bikin, zarokên kurdan nekujin, li dijî kuştina wan jî derkevin û her wekî din…
Yanî Tirkiye heta mesela kurd çareser neke ne mimkûn e ku rehet bike, ne mimkûn e ku bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa, ne mimkûn e ku bi Emerîkayê ra weke berê bibe mitefik…
Nimûneya herî dawî teşxeleya bi Îsraîl ra ye.
Îsraîl, li Rojhilata Navîn mitefikê Tirkiyê yê herî maş bû, di nabê Tirkiyê û Îsraîl da di warê aborî, leşkerî û îstîbaratî da têkiliyên pir cidî hene.
Piştî bûyera Keştiya Marmara ya hişin, van têkiliyan hemûyan darbeyeke pir mezin xwar, têkliyên Tirkiyê û Îsraîl di dem û tarîxeke nêz da baş nabe.
Îsraîl jî û Emerîkayê jî êdî baş fêm kirin ku Tirkiye hertim dikane wan li ser piştê bixîne, dikane dev j iwan berde û bibe mitefikê ”dijminên” wan.
Ev dînîtî û şaşîtiyên Tirkiyê bêguman li menfeeta kurda ye, şaşiyên Tirkiyê me xurttir dike.
Ji xwe heger ne ehmeqiyên dijminên kurdan bûna nuha rewşa kurdan gelkî xerabtir bû, nuha Sedam hîn li ser hukum bû, nuha nabêna Tirkiyê, Îsraîl û Emerîkayê gelkî baştir bûya.
Lê ji ber ku Tirkiyê, her tiştê xwe li gor ”dostî û dijminatiya” bi kurdan ra ava kiriye loma jî mecbûr dimîne siyaseteke pir ”ehmeqane! Bimeşîne.
Netîce, wext hatiye, dîrokê biryara xwe da ye, Tirkiye çi bike jî nikane rê li ber avabûna dewleta kurd bigre.
Biaqil hereket bike, dibê bi kurdan ra rûne û hemû mafên wan qebûl bike û dema bêaqiliyê bike, wek tê dîtin ew jî li zirara wan e, miletê tirk zirarê dibîne, ji xelkê dimînin, wexta dibore, salê bi milyaran li şer û çekan mesref dikin.
Û netîceya wê va ye jî li ber çava ye, piştî 30 sal teror, şer û kuştin, kurd îro hezar aqatî xurttir in û ewê hîn xurt bibin.
Esas numûneya herî baş Îraq e, bira tirk bala xwe bidin Îraqê û li gor wê jî ji xwe ra derzekê jê bigrin….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE