11 juni 2010

Heyecana rêwîtiyê ne bes bû VM-ê jî xwe da ser

Weleh dawiya dawî waye ew roj bi lez û bez tê, here were rojeke maye, min bawil danî, hinek tifatrên xwe kirê û sibe jî devê wê digrim….
Ev heyecan ne bes bû îşev jî şahiya VM-ê dest dest pê kir.
Ez nuha li maça Uruguray û Fransayê temaşe dikim û nêta min qet tuneye ku ji ber telewizyonê rabim.
Fersendên wiha her roj çênabin, VM ji çar salan carê ye loma jî dibê ez îşev bi kêfa dilê xwe li vê maçê temaşe bikim.
Jixwe heyecanê girtiye min, bedena minn weke hêlkanê hêl dibe, hiş û aqilê min ne li serê min e, bedena min li vir hişê min bi rê da ye.
Loma maç tunebûya jî minê nikanîbûya tu nivîs mivîs binivîsanda. Lê axir VM jî bû baheneyeke baş û mazereta min xurttir kir.
Meraq nekin, bêyî xatirxwstinê ez terka we nakim, bi xêr sibe bi şev ezê xatirekî dirêêêj ji we bixwazim.
De ez zêde dirêj nekim, hefteyima dawî waye dest pê kir, dibê ez rabim herim ber telewizyonê û li maçê temaşe bikim.
De nuha bi xatirê we….

2 kommentarer:

  1. Mamo, oxira te ya xere be.
    Hevi dikim dema vegere tu chavderiyen xwe di bloga xwe de biweshini.

    Benav

    SvaraRadera
  2. Ê ji xwe ku ez wiya jî nekim nimêj li ser cinazeyê min nabe.
    Bixêr dema ez vegeriyam ezê ji we ra bi hûrgulî qala çavdêrî û serpêhatiyên xwe bikim.

    SvaraRadera

PARVE BIKE