Vê êvarê gava ez ji deriyê hewşê ketim hundur, li aliyê hewşê yê rastê dara me ya giryazê weke keçeke ku kerasekî spî yê bûkaniyê bera ser bejna xwe dabe bala min min kişand.
Ez ji kêfa matmayî mam…
Dara me kulîlk vekiribû.
Di nava rojekê da çawa dikane hewqas kulîlk veke, çawa dikane hewqasî biguhere?
Ji ber ku do wan çaxan yek kulîlk jî venekiribû, bê xemil û xêlî bû…
Ev 2-3 roj in diya germ e, do danê êvarî min kursî û masa havînê derxit û ez xanim bîstekê li wî aliyê bexçe rûniştin.
Me bîstekê xwe da ber roja êvarê, bedenên xwe yên çilmisî hinekî germ kir.
Me çaya xwe danî ser masê, min cixara xwe vêxist û em ketin şêwir û mişêrên çûnê, emê çi bi xwe ra bibin û çi nebin…
Min bala xwe da dara giryazê, çavên xwe li bexçe gerand û bîstekê bi hestê evîndarekî li laleyên li ber pacê yên sor û zer temaşe kir.
Lîstk û vîçîna çûkên li ser darên li kêleka hewşê wek senfoniyeke klasîk ahanga xwezayê temam dikir.
Min di dilê xwe da got, rengê kesk kêm e, ku çend hebên kesk jî hebûna tam dibû rengê ala Kurdistanê.
Lê dara giryazê yek kulîlk jî venekiribû, hîn di bûtikê da bû…
Em heta dereng em rûniştin, min nexwest herim hundur û dîsa xwe bidim ber kompîtorê.
Û îro, yanî piştî 24 saetan, dara me bûbû dareke din, xemla xwe nuh kiribû, kerasekî spîboz yê bûkaniyê bera ser bejn û bala xwe da bû û bi nazdarî xwe bi min şîrîn dikir…
Min deriyê malê bi zirp vekir, çentê li milê xwe avêt erdê û ban xanimê kir, min got, xanim, xanim, hela were bala xwe bidê, dara me kulîlk vekiriye, bûye wek bûkekê…
Xanimê li mitpaxê karek dikir, bi dengekî sakin û bêheyecan got, min dîtiye, dîtiye…
Li Swêd zivistan dirêj û buhar jî pir kin in, meriv hew dibîne di nava 2-3 rojan da bû buhar û karnavala rengan.
Û dûra jî zû diqede, fena ku meriv xewnekê bibîne…
A ji ber vê kiniya buharê û dirêjiya zivistanê ye swêdî ji xwezayê, germê, nebaran pir hez dikin.
Îsal li Swêd zivistanê pir dirêj kişand û gelkî jî sar bû.
Lema jî swêdî li bende buhar û havînê kevzikî bûne, bi şev û roj mijara wan ya esasî li ser havînê û hewayê ye.
Û ev 2-3 ro jin li Stockholmê dinya pir xweş e, 23-25 derece germ e. Li Swêd buharê gava 2-3 rojan dinya germ be, xweza ji nişka ve diteqe, herder hişin dibe, di nava kulîlkan da dixemile.
Lê ne xweza tenê, jin û keçên narîn jî bi xwezayê ra vedibin, geş û har dibin, ew jî weke nesrîn, beybûn, sosin û gulên mihemedî kuçe û kolanên Stockholmê dixemilînin û bi vê yekê jî hinav li meriv tînin xwarê…
Li aliyê bexçe yê bakur dareke me ya sêvê jî heye, dareke biçûk e, par me çend sêv jê xwarin.
Min çû li wê jî nêrî, lê wê hîn kulîlk venekiriye, li ber vekirinê ye, lê hîn çend rojên din jê ra lazim e.
Li gor dara giryazê him ciyê wê ne xweş e û him jî kêmtir rojê dibîne, loma jî dereng kulîlkan vedike.
Ji ber ku em rêwî ne, loma jî min îsal ne çîçek kirîn û ne jî destê xwe da bexçe, tiştên hişin hatine hemû yên berê ne, me îsal tiştek neçand.
Emê îsal herin li bexçe û seyrangehên Kurdistanê bigerin, kulîlkên Kurdistanê bîn bikin, ji zûda ye min bîriya bîna kulîlkên kurdan û Kurdistanê kiriye…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar