Fûara Pirtûkan ya TUYAP-ê ev cara pêşî ye ku li Kurdistanê li Diyarbekrê tê vekirin û bi qasî ku dibêjin eleqeyeke pir mezin dibîne.
De ez hêvî dikim ku ewê wiha be û bi vê minasebetê amedî jî ewê hefteyeke mişt kultur, zanîn, dîrok û edebiyat tenefus bikin.
Fûar ewê di nabêna 18 û 23-ê gulanê da bi gelek semîner û konferansên cûrbecûr û bi gelek çalekiyên edebî û kulturî di xizmeta mîvan û gelê Diyarbekrê da be.
Li gor çapemenî dinivîse, 110 weşanxane beşdarî Fûara TUYAP-ê ya Diyarbekrê bûne û di nava van da gelek weşanxaneyên kurd jî hene.
Pir baş e, di fûarên wiha mezin da bi dehan weşanxane, bi hezaran kitêb ra beşdar dibin.
Ji bo xwendevan û evîndarên kitêban yên kurd ev jî keyseke mezin e, çimkî bi vê minasebetê bi hezaran kitêbên kurdî li ser hev dibînin û ji wan haydar dibin.
Ev jî gaveke berbî xwendinê ye...
Dil dixwest ku ez jî nuha li Ameda xopan bûma, di nava wan pirtûkan da têra dilê xwe bigeriyama û ji semîner û konferansekê, biçûyama semîner û konferanseke din.
Lê çi heyf ku ev yek ne mimkûn e.
Lê li gel vê jî, ez bi hawakî xwe li wir hîs dikim, ji ber ku du(2) weşanxaneyên min jî(Doz û APEC)bi sê pirtûkên min(Hindik-Rindik, Antolojiya Çîrokên Zarokan-Apec, Bide Dû dilê Xwe-Doz)beşdarî fûarê bûne.
Bi kêmasî çend kesên van kitêban bigrin destên xwe, lê binêrin û çend lib jî miheqeq ewê were firotin.
Yanî ne bi şiklekî fizîkî, bi şiklekî manewî be jî ez xwe li wir his dikim û bala xwe didim ziyaretçiyên fûarê.
Ez nikanim qalê nekim, li gora ku hin malperên kurdî nivîsîne, dibêjin di fûrarê da kitêba ku herî zêde populer e û ji bal gel ve aleqeyeke mezin dibîne, kitêba bi navê, “Kurdistan´i Duşlerken"(Dema Kurdistanê xeyal dikim)e, herî zêde ev kitêb bala însanan dikşîne.
Qala naveroka kitêbê nehatiye kirin, loma jî ez nikanim tiştekî li ser kitêbê biêbêjim.
Lê ez bawer dikim ev eleqe ji naverokê bêtir, ji navê kitêbê ra ye, însan ne kitêbê, navê wê dikirin.
Navekî egzotîk e, heyecanê dide meriv...
Û ji xwe kurd jî ji navên egzotîk, mezin pir hez dikin, dema ji hevalê xwe ra bi tirkî bibêje min kitêba “Kurdistan´i Duşlerken” kirî xweş e, giranî û cidîyeteke wê heye.
Kitêbeke “berradayî” nekirye, "Kurdistan´i Duşlerken"(Dema Kurdistanê xeyal dikim)kiriye, ne îşê henekan e…
Navê kitêbê dibe tercumanê hestên gelek kurdî, çimkî piraniya kurdan Kurdistanê xeyal dikin.
Tenê xeyal…
Lê ji bo birastgerandina vê xeyalê, xebat û fedekariya pêwîst nake, zimanê xwe, xwendin û nivîsandina kurdî fêr nabe, lê kitêba ”Dema Kurdistanê xeyal dikim” weke sûsekê dikire.
Û ilim jî dema bi tirkî be bêtir bi dil û can dikire...
Heger eynî kitêb, bi eynî navî ne bi tirkî, lê bi kurdî bûya, ez bawer dikim ku ewê hewqas populer nebûya.
Loma jî ji nuha da temiya min li hemû nivîskarên kurd, navvv!.., navvv!.., heger hûn dixwazin kitêbên we jî wiha populer bibe, navê xweş, mezin û egzotîk li kitêbên xwe kin, kes nexwîne jî ewê were firotin.
Ji xwe “Kurdistan´i Duşlerken/Dema Kurdistanê xeyal dikiim” jî însanan ne ji bo xwendinê, ji bo payê û navê wê kirîne…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar