17 juni 2008

Pîvana cahiliyê tuneye

Serok û rêberên tirkan bi piranî merivên cahil û dinya nedîtî ne, dema bêhemdî jî di tiştekî da biserdikevin rebenan dîn dibin, ji serketina xwe bawer nakin.

Loma jî dixwazin hemû cîhan bibihîze ku tirkan ev serkeftin bi dest xistiye.

Ji ber ku kesên ”biçûk”, kesên xwedî kompleksên xwebiçûkdîtinê tu carî nikanin mitewazî û nefsbiçûk bin.

Wek zarokan, wek mirovên dinya nedîtî hewcedariya wan bi teqdîr û pesnan heya.

Nimûneya herî dawî serkeftina tirkan ya li hember çekan e.

Piştî vê serkeftinê xwe xwarin, har bûn û bi kuçe û kolanan ketin.

Mesele çi ye?

Di futbolê da li hember taximekî ewrûpî maçek qezenc kirine û derketine çarîk fînalê…

Biserketina li hember taximekî ewrûpî ne tiştekî ku qet ne mimkûn e, hin welatên efrîkî jî bera ewrûpiyan dane.

Û ya din jî, ev ne cara pêşî ye ku weletek derdikeve çarîk fînalê, heta nuha gelek welatên din jî ev serkeftin bi dest xistine.

Lê yê tirkan tiştekî din e, ew dixwazin bi vê serkeftina xwe, xwe bikin ewrûpî û bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê.

Dixwazin hemû cîhan vê serkeftina wan ya di futbolê da bi mezinayî, medeniyet û ewrûpîtiya wan va girê bidin.

Dixwazin hinek destên xwe di serê wan bidin û bibêjin "eferim!", bi rastî jî hûn ewrûpî ne!Serokê Partiya Sosyal-Demokrat a Gelerî Murat Karayalçin, vê daxwaza xwe venaşêre û eşkere dibêje.

Piştî ku Tirkiyê 3-2 zora Komara Çek bir, Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Gelerî Murat Karayalçinê laz, ji Federasyona Futbolê ya Tirkiyê ra pêşniyar kir ku zeptên maça Tirkiye û Komara Çek ji hemû siyasetmedarên ewrûpayî ra werin şandin, ji bo ku hemû serokên ewrûpîyan bibînin ku tirk miletekî çiqasî mêrxas û çiqasî ”ewrûpî” ne?

Xwezî Federasyona Tirkiyê ya Futbolê gurra vî cahil û zirzopî bikira û protokolên/zeptên maçê bişandana.

Ji bo ku hemû ewrûpiyan careke din bidîtana ku serok, zana û "rewşenbîrên" tirkan çiqasî cahil, reben, bêkultur û paşdamayî ne?

Û ev yek jî di destê ewrûpiyan da bibûya îspat û belgeyek dîrokî ku tirk bi rastî ne ewrûpî ne, miletekî cahil û pir paşdamayî ye.

Li gor pêşniyara Karayalçin, divê protokolên maça Tirkiyê û Komara Çek, ku Tirkiyê ev maç 3-2 qezenc kir, pêşî ji Serokkomarê Fransayê Sarkozy û ji hemû siyasetmedarên ewrûpî yên ku dibêjin tirk ne ewrûpî ne re were şandin.

Federasyonê heta nuha di derbarê vê pêşniyara Karayalçin da tu daxwuyanî nedaye.

Ez ji dil û can hêvî dikim ku ev pêşniyara Karayalçin were qebûlkirin.

Mûrat Karayalçin, siyasetmedarekî tirkan yê bi nav û deng e, xwedêgiravî talîm û terbiye dîtiye, xwediyê çend dîplom û nîşanan e, bûye çîgirê serokwezîr û demekê jî wezîrê Tirkiyê yê derve bû.

Û nuha jî serokê partiyeke sosyaldemokrat e.

Yanî camêr ne merivekî gundî û nezan e, mezinekî tirkan yê bi hêl û mêl e, pir ne dûr e ku sibe leşker wî bikin serokwezîr jî.

A merivekî wiha, bi rengekî pir cidî dibêje ku em protokolên maça Tirkiyê û Komara Çek li hemû siyasetmedarên ewrûpî belav bikin da ku herkes bibîne ku tirk miletekî çiqasî medenî, çiqasî bi kultur û çiqasî jî ewrûpî ye?

Û ji bo ku serokên ewrûpiyan jî bibêjin, weleh rast e, piştî ku tirkan di maçeke futbolê da, cara pêşî zora çekan birine maneya xwe ew e ku tirk ewrûpî ne û êdî endametiya Yekîtiya Ewrûpayê jî heq kirine…

Ez fêm nakim ev tirk çima hewqasî cahil û bêkultur in?

Ez hêvî dikim ku Xwedê ewê hinek aqil bide wan jî, ji bo ku karê me kurdan jî rehettir bibe.

Çimkî dostî jî û dijminatî jî bi kêmaqil û korfaman ra zor e.

1 kommentar:

  1. Heya i am for the first time here. I came across this board and I to find It truly
    useful & it helped me out a lot. I'm hoping to give something again and help others like you aided me.

    Also visit my homepage ... cellulite treatment cream

    SvaraRadera

PARVE BIKE