25 maj 2008

Rexneya min zengilê hawarê bû!

Nivîsa min ya li ser birêz Bediran Badillî, -Kurdekî bi tirkî ji xelkê ra got: Bi kurdî bipeyivin!-di nava xwendevanan da olaneke ne xerab da.

Hinek xwendevan, dost û hevalan ji min ra li çepikan xistin, gotin, ”her bijî!”, te tiliya xwe daye ser birîna kurdan.

Lê hinek hevalan jî rexne li min girtine û gotine ku min neheqî li Bedirxan Badillî kiriye, ez dîsa ”wek gelek caran zû hêrs bûme”, divê meriv bêtir bi sebir û tolerans be.

Ji bo min rexne jî bi qasî çepik, pesin û halanê girîng û giranbuha ye. Ez herduyan jî gelkî girîng û hewce dibînim.

Çepik û halan meriv li xebat û micadeleyê germ û girgîn dike, rexne jî meriv bêtir bi dîqet û temkîndar dike. Loma herdu jî wek dermanê çavê kul in, pir bi feyde û pêwîst in.


Di nivîsa xwe ya do,-Bersîva Bedoyê kurd”da min rewş bi kurtî ji birêz Badillî ra îzah kir. Ez hêvî dikim ku pir hindik ewê feydeya wê gihîştibe fêmkirina bûyerê.

Loma jî ezê wan tiştan careke din li vir dubare nakim.

Hevalekî-Mihemedê Qoserî-, hin gazin ji uslûba rexneya min kiriye û gotiye, ”xwezî hûn tev li panêlê bana û we birêveçûna panêlê bişopanda, wî çaxî we dikaribû bi sehleyî biryara xwe ya derheqê vê nîqîşê da bida.”

Hevalê din, Abdurrehman Onen- jî ji ber ku ew jî Bedirxan ji nêz ve nas dike, gotiye ku Bedirxan heta çend sal berê bi kurdî nizanîbû, lê nuha kurdiya xwe gelkî bi pêş xistiye û êdî bere bere bi kurdî dinivîse. Û ji ber vê fêrbûna kurdî jî ji kêfan:

-Heger baskên wî heba wê li hemû deverên Kurdistanê bifiriya û bigota, ”gelî heval û hogiran, êdî ez kanim bi kurdî jî bipeyivim û binivîsim, lê hebekî moletê bidin min ku ez kanibim di her babetî da bipeyivim û binivîsim.”

Berî her tiştî, ji ber ku min dengê Abdurrehnam Onen bihîst ez gelkî kêfxweş û dilşa bûm. Ji ber ku hemû malbata Abdurrehman û bi taybetî jî birayên wî gorbuhuştê Şêxmûs û Fûad li ba min hevalên pir ezîz in. Bêyî wê jî, gelek şefbêrkên min li Stenbolê, li mala Abdurrehman bi Fûad û dîsa rahmetiyê hemşeriyê min Aslan Kaya ra derbas bûye.

Ez wan rojan bi hesret bibîr tînim.

Ez vegerim ser meselê.

Wek tê dîtin, herdu heval jî Bedirxan Badillî şexsî nas dikin û li gor vê nasînê, dîtinên xwe yên derbarê wî da anîne zimên û nivîsa min rexne kirine.

Heger min jî wek Abdurrehman û Qoserî bizanîbûya ku Bedirxan Badillî bi kurdî baş nizane, lê bi dil û can dixebite ku fêr bibe, bêguman minê ew nivîs bi wî rengî nenivîsanda. Lê tu zanîn û agahdariyeke min ya bi vî rengî tunebû.

Min nivîsa li ser panela Badillî di malpera ANF-ê da xwend. Û li gor agahdariyên di nivîsa ANF-ê da bûn hereket kir û li gor wan agahdariyan şêla Badillî rexne kir. Ji ber ku tiştê ji xebera ANF-ê dihat fêmkirin ew bû ku Badillî bi kurdî dizane lê li gel vê jî di panêlê dabi tirkî peyivîye. Û li gel vê jî rabûye kurd û şofêrên diyarbekrê ji bo ku ew bi kurdî napeyivin rexne kirye.

Û li ser vê rexneya wî jî, ji nava guhdaran yekî jê ra gotiye” tu çima bi tirkî dipeyive?”, heger şaş e dibê tu jî nepeyive.

Û Badillî jî gotiye:

-Tu rast dibêjî. Ji nuha û şûnda emê panelên xwe bi kurdî çêkin.

Tiştê meriv ji van gotinan fêm dike, Badillî bi kurdî dizane lê nepeyivîye, lê li ser rexneya guhdarekî soz daye ku careke din ewê semînerên xwe bi kurdî bide.
Min li gor van fakteyan nivîsî û Badillî rexne kir.

Ne xwe min agir nexistiye dawa xwe û ez har nebûme ku êrîşî her kurdê bi kurdî nizane bikim.

Hin heval bînfirehî û sebrê tewsiyeyî me dikin, li gor wan divê meriv li hember kurdên fêrî peyivîn, xwendin û nivîsandina kurdî nabin bi tolerans be.

Rast e, ne di vê meselê da tenê, di hemû warên din da jî dibê em li hember hev bînfireh û di rexneyê xwe da avakar bin.

Lê divê ev yek neyê maneya ku merivê li hember asîmîlasyonê sist û bi tolerans be. Asîmîlasyon hebûna kurdan tehdît dike, dewleta tirk hêviya xwe li asîmîlasyona kurdan girêdaye û loma jî naxwaze mefekî herî biçûk jî bide kurdan. Ji ber ku asîmîlebûna kurdan hêviya dewleta tirk ya qedandina kurdan xurt dike.

Loma jî erê dibê em ”serê hev neşkînin” lê dibê em biwêribin hin xîçan bavêjin ji hev da, ji bo ku li hember asîmîlasyonê em sist nebin û di xew ra naçin.

Rexneyên min xîç in, ne seriyan dişkînin û ne jî çavan kor dikin, tenê kesên bêxem û xewar şiyar dike.

Rexneyên min yên li hember asîmîlasyona di nava kurdan da rola zengilê hawarê dilîze.

Hebûna zengil baş e, nahêle meriv dereng bimîne, mesûliyeta meriv bi bîra meriv dixe.

1 kommentar:

  1. Jixwe kurde ku bi zimane tirki xabat dikin; wan mala kurda u kurdistan xera kirin.Xeletiya/şaşiya heri mezin ku kurd bi zimane xwe na peyivin.Ew kurde ku siyasete bi zimane kurdi nakin u dibejin xwe ku ew kurdistanine ne raste.
    Desti xweşbe Birez Zinare Xemo.
    Merdini

    SvaraRadera

PARVE BIKE