Min çavên xwe li malperên tirkî û kurdî gerand, min tiştekî girîng ku meriv serê xwe pê ra biêşîne û vê derengê şevê tiştekî li ser binivîsîne nedît.
Di herdu çepheyan da jî leqleqa vala ye.
Mijara sereke ya çapemeniya tirk ji serî heta dawî AKP û Erdogan e, teoriyên komployê li bin guhên hev dikevin, ji bo aqilberdanê derdîderman in.
Li pişt hertiştî, her bûyrê, her axaftinê, her gerê, her dawetê, her mîvantiyê miheqeq hesabek û nêteke xerab heye.
Tu li kîjan rojnameyê û malperê dinêrî hema hema eynî çîrok û eynî leqleqa vala ye.
Heger mijar ne AKP be, wê demê PKK ye, heger ne Erdogan be, wê demê Ocalan e.
Yanî here were eynî mesele. Loma jî ezê îro bela xwe ji tirkan û kurdan vekim, ji we ra qala hin tiştên xweştir bikim.
Roja şemiyê ez û xanim, em çûn daweta lawê dostekî.
Ji xwe ne xêra van dawetan be kes kesî nabîne. Xwedêbike her roj dawet be.
Haaa weleh di şînan da jî em hevdû dibînin, dibê ez wê jî ji bîr nekim.
Axir ev herdu minasebet me gelek dost û havalan tîne ba hev û hema çend seetan be jî bîna me bi hev derdikeve.
Zava kurd bû û bûk jî faris bû.
Loma jî dawet nîvî farisî û nîvî jî kurdî bû.
Ev cara pêşî bû ku min daweteke farisan didît.
Yê me dîsa wek hertim govend û sitranên kilasîk lolo, lolo û lêlê lêlê bûn. Lê xwedêjêraziyê Armanc jî tew şirik jê berda, di wî ciyê biçûk da dengê wî olaneke wer dida ku meriv kerr û gêj dibû, gelek keç û xortên li vir mezin bûne feqîran ji mecbûrî bazdidan derve, milet ji guhan bû.
Û govendên me jî ji xwe tên zanîn, milet carê govend gerand êdî nedixwestin dengê muzîkê raweste û govend sar bibe.
Civata kurd di gelek warî da guhrîye lê tenê di warê govendê da tiştekî nuh tuneye, here were lîstikên gelêrî yên berê ne.
Bêyî tirkan(rebenan tenê yê wan tiştek tuneye)govendên her miletî hene, lê xelkê di ber ra tango û hin tiştên din jî ava kirine. Dibê em kurd jî ji gundîtiyê hinekî berê xwe bidin moderntiyê jî.
Axir herdu jî lazim in.
Ma ne divê li gor demê hin lîstikên nuh jî hebin, çimkî sêpê û dûzû hertim nabe. Lê bi kurtî di çepheya kurdan da ne di warê lîstikan û ne jî di warê muzîkê da tu tiştekî nuh tunebû.
Lê farisan mêrikan helandin, şirik jê berdan.
Muzîka wan gelkî nerm û nazenîn hebû, dil û hestê meriv germ û nerm dikir. Û ya herî girîng jî, guhê meriv jî kerrr nedikir.
Govenda wan jî ne lîstikên gelêrî, dansên modern bûn.
Û ji xwe ji bedewî û xweşikiya keçên wan jî nedihat gotin, bêbavan yek ji yekê xweşiktir bûn. Her yek wek gurcuyekê, wek xezaleka binêberiyê bû.
Ez bawer dikim bi kalbûnê ra meriv bêtir dilbijok jî dibe, loma jî hema hemûyan li ber çavên min şûle didan.
Xwedê hemûyan ji dê û bav û ji dildarên wan ra bihêle.
Diyar e Xeyam û Hafizê Şîrazî bela sebeb qala bedewîya nazenînên faris nekirine. Heger ne wiha bûya bêguman Xeyam û Şîrazî, ewê ji derdê evîna wan hewqasî nelorandana.
Bi kurtî meriv çuqasî tiştên nuh bibîne hewqasî baş e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar