24 maj 2008

Bersîva Bedoyê kurd!

Merheba birayê Bedo!
Min bersîva te û nivîsên li ser vê mijarê îro xwendin. Ezê nivîsekê li ser van minaqeşeyan binivîsim û di wir da hin pirs û rexneyên hevalan ronî bikim.

Wer xuyaye nivîsa min ya li ser te, ”Kurdekî bi tirkî ji xelkê ra got: Bi kurdî bipeyivin!” olaneke(yanki)mezin daye. Bi baweriya min divê tu vê yekê wek şexs negre ser xwe, wek gelşeke miletê kurd, wek minaqeşeyeke li ser asîmîlasyonê bibînî.

Loma jî dibê tu rexneya min û dîtinên hevalên din wek dijminatiyeke li hember şexsê xwe nebînî û wisa fêm nekî.

Birayê ezîz, wek tu jî dizanî em şexsî hevûdu nas nakin. Yanî ez nizanim tu bi kurdî dizanî ya na, ya jî heger tu dizanî, tu çiqasî dizanî?

Loma jî min ji naverok û agahdariyên di nivîsê da bûn hereket kir û li gor wê şêl û gotinên te yên panelê rexne kir.Tiştê ji xebera ANF-ê dihat fêmkirin tu merivekî kurd î û bi kurdî dizanî û kesên bi kurdî napeyivin jî rexne dikî, lê tu bi xwe bi tirkî dipeyive.

Ji ber vê şêla te jî guhdarekî panelê aciz bûye û ji te ra gotiye:
-Wê demê tu çima bi tirkî dipeyive?

Te jî bersîva wî daye û gotiye:

-Tu rast dibêjî. Ji nuha û şûnda emê panelên xwe bi kurdî çêkin.”

Ji vê bersîva te jî diyar dibe ku tu bi kurdî dizanî lê tu nepeyivîye, te soz daye guhdaran ku tu yê careke din bi kurdî bipeyive.

Min ji van ”faktayên” di nivîsê da bûn hereket kir û li wê nivîsê. Heger min bizanîbûya tu ji bin da bi kurdî nizanî, ya jî kurdiya te qels e, têra axaftina civîneke wiha nake, bêguman minê li ser te ew nivîs nenivîsîya û tu bi wî rengî rexne nekira.

Çimkî ez her kurdê bi dil, fikir û hestên xwe kurd e lê bi kurdî nizane her çiqas rexne bikim jî lê wek dijminê xwe nabînim. Û ji xwe dîtineke wiha jî şaş e.

Ne bi dilê me be jî, bi me pir zor jî were îro bi sedhezaran, belkî jî bi milyonan kurd asîmîle bûne û bi kurdî nizanin.

Di nava van kurdan da hin kes hene ku zimanê kurdî biçûk dibînin û naxwazin fêr bibin. Hinek jî hene ku kurdî baş dizanin lê xwendin û nivîsandinê nizanin û naxwazin fêr jî bibin. Meydana zimanê kurdî ji bo beza hespên xwe pir biçûk dibînin. Ji bo wan ziman ne girîng e, meriv xwe bi kîjan zimanê baş îfade bike dibê meriv wî zimanî bikar bîne. Kurd kînga bûn dewlet wê demê ewê kurdî fêr bibin.

Yanî kerê memir qîfar tê, pîrê memir buhar tê…

Lê hinek jî hene ku ji ber sebebên em dizanin dê û bavên wan, ji ber nezanî û cahiliyê ew asîmîle kirine, ew ji ziman û kultura kurdî bêpar hîştine.

Ji van însanan îro gelek kes bi nasname û girîngîya zimanê xwe hesiyane û dibînin ku zimanê me ji bo hebûn û wendanebûna me çiqasî girîng e, loma jî hewil didin ku kurdî fêr bibin, bipeyivin û binivîsin.

Helbet meriv ji alî siyasî û sosyolojîk ve dikane çend katagoriyên din jî binitirîne, lê ne hewceye.

Netîce tiştê ez dixwzim bibêjim, li hember her kurdê bi kurdî nizanibe meriv eynî reaksiyonê nîşan nade, meriv bi eynî babetî rexne nake. Lê eksê texmîna hin ”dostan” ez jî ne merivekî hewqasî cahil û hewqasî zirzop im ku van ferqan nebînim û her her kurdê bi kurdî nizane wek ”xayin” û wek dijminê xwe bibînim.

Çimkî êdî ji malbata min jî kesên bi kurdî nizanin hene. Ji ber ku ji salên 1980-î vir da dewleta tirk malik li kurdan şewitand, pişt li kurdan şikand.

Sebebekî din jî mamûrtiya tirkan e, her kesên dibûn mamûr bi piraniyeke mezin dev ji zimanê xwe berdidan. Ev ffelekat hatiye serê gelek malbatên kurd.

Ez vê rastiya tahl û vê trajediya kurdan dizanim.

Lê ya girîng dibê meriv li hember vê malwêranî, vê trajediyê û vê realîteyê çi bike?

Yê min wek şexs, heta ji destê min tê ez vê realîteya heyî, wek rastiya xwe û miletê xwe nabînim û bi hemû hêz û îmkanên xwe ve hewil didim ku biguherînim.

Çimkî rewşa îro li welatê min bûye wek ”realîte”, ne rastiya min û miletê min e. Tiştê herî rast û normal ew e ku wek ferdên her miletê din, dibê hemû kurd jî kanibin bi zimanê xwe bipeyivin, bixwînin û binivîsin.

Derî vê rastiyê dibê em tu ”realîteyên” din qebûl nekin û bi şeîdet red bikin.
Tiştê ez dikim ûdixwzim bikim ev e.

Ne tu(wek Bedirxan Badillî) û ne jî kurdekî din yê welatperwer û dilsozê miletê xwe ez tu carî wek neyar û dijminê xwe nabînim û min tu carî jî bi wî çavî lê mêze nekiriye.

Devê tivinga min li hember her kurdê bi qasî misqalê ziriq jî bi xîret û kurdperwer be tim serberjêr e.

Ez hemû kurdên ku dilê wan ji bo azadiya kurdan lê dixe wek dost, bira û xismên xwe dibînim.

Loma jî heger min bi nivîsa xwe, tu êşandiye û dilê te hîştiye, dibê tu li qusûra min nenêrî û min efû bikî.

Birayê Bedo, dibê tu baş bizanîbî ku hemû şer û keftelefta min ji bo azadiya kurdan û serxwebûna Kurdistanê ye.

Ez li hember dijminê xwe ji gûzîn(gûzan) jî tûjtir im, lê li hember hemû kurdperweran wek çaqoyeke ko me, tu carî zirarê nadim wan.

Bi hêviya ku ev minaqeşeya me ji bo miletê me bibe sebebê pêşketineke xêrê, bibe sebeb ku gelek kurd li xwe varqilin û dest bi fêrbûna zimanê xwe bikin.
_____________
Dîtin û rexneyên hin hevalan yên li ser nivîsa min ya bi navê-Kurdekî bi tirkî ji xelkê ra got bi kurdî bipeyivin!-:

Ew şaştiya Zinarê Xamo, ji bona pozbilindiya Cemîl Oguz çêbû.

Min Cemîl re got; keko Kurdiya min têra nake. Di Diwanxanê de jî baş tê zanîn ku berê du salê ez bi Kurdî nizanibûm. Niha jî baş nikarim him binivîsim û him bixwînim. Lê axaftinên rojane yên bi Kurdî dikarim xeber dim. Di Amedê de jî axaftinên min bi Kurdî bûn. Heta gelek heval ji bona xirabiya Kurdiya min gelek adiz dibûn. Min serê panelê de got: Li mala xwe de min çend caran ceriband; nikaribûm wî mijarê bi Kurdî rast îfade bikim.

Cemîl Oguz wana baş dizane, çimkî serê panelê de dît ku, di destpêkê de pêşkêşa min bi Kurdî bû. Lêbelê hate panelê û nûçeyek çêkir, min di Diyarnamê de dît ku bi zimaneke qure û bi avayekî pozbilind nûçeyek çêkiriye. Cemîl Oguz, tu baş artîst î, sed maşela! :)))

Him jî min negotiye ku êdî panelên me bi Kurdî be. Ew derewa Cemîl Oguz e. Ji ber ku ez ne berpirsiyarê Kurt-Kavê me. Qasê ku tê bîra min; wî gotinê Kek Remzî Çakin anîbû zimên.

Zinarê Xamo jî şaş fêm kiriye. Wisa dide nîşanê ku qey ez Tirkîhez im. Û min dixe di nava tevgerekî îdeolojîk.
Kurdên mihafazakar bibana, kêmasiyên xwe bi dilovanî jê bikirana.

Bi wan Kurdan re...tew tew tew!
Bedoyê Kurd
Ez kek Zinar ji kevn ve, kek Bedirxano jî nêzîkî salekêye nasdikim. Lewra ez dixwazim çend dîtinên xwe bînim ziman.
1- Bedirxano, Bedoyê me di demeke pir kurt de Kurdîya xwe pir bi pêş de xist, êdî camêr bi Kurdî dinivîsîne, hek baskên wî heba wê li hemû deverên Kurdîstanê bifiriya û wê bigota "gelî heval û hogiran êdî ez kanim bi Kurdî jî bipeyivim û binivîsînim, lê hebekî din jî mohletê bidin min da ku ez kanibim di her babetê de kanibim bi Kurdî bipeyivim û binivîsînim"

2- Bi ya min, Bedoyê me yek ji nîşan û numûneya xîret û kedê ye. Kek Şukrî Aslan di vê babetê de hebekî di pêşîya Bedo de ye, lê ez bawer im wê Bedo ji kek Şukrî "kıskanmiş" nebe:)

3- Kek Zinar wek gelek caran zû hêrs bûye.

4- Rexneyên me divê ku hebin, emê serê hev biêşînin, lê divê ku em serê hev neşkînin, ji me re gelek serî û dil divê.

5- Di xweşîyê de bimînin...

Abdurrehman Onen
Dema ku em bixwazin tiştekî şaş, rast bikin û tevgereke çewt biedilînin, gere şêwaz û helwesta meriv nerm û kubar be. Yan na, ji dêvla ku em kiryariyeke çewt rast bikin emê bi yekcarê xira bikin. Xuya ye ku birêz Zinarê Xamo distûr û hêmanen rêzgirtinê tev danîne alîkî û daye navê kek Bedirxan rexne kiriye, na na ya rastî tawanbar kiriye. Lê hevalên hêja xwezî wun tev li panêlê bana û we birêveçûna panêlê bişopanda, wî çaxî we dikaribû bi sehlî biryara xwe î derheqê vê nîqaşê bidin. Ez pirê cara di vê komê de li ramanên werê ecêb rast têm ku min ecêbmayî dihêle. Hinek heval dibêjin: " Bila di komê de zimanên ji dervayî kurdî qedexe bin û bila tenê zimanê kurdî bête bi kar anîn". Belê, bi rastî, daxwaz û hêviya min jî ewe ku tenê zimanê Kurdî bête bi kar anîn, ji bonî vê yekê jî min heya niha bi tirkî nenivîsandiye. Lê ma ev tişt bi qedexê û bi zorê çêdibe gelo? Qedexekirin çiqasî rast û çiqasî bi feyde ye! Gere em vêna baş bifikirin.
Bi qandî ku ez dişopînim, pir kesên ku di vê komê de dinivîsînin ne serdestê zimanin û kurdiya wan di pir ciha de têrî wan nake, lê dîsa jî hewl didine xwe da ku nivîsên wa bi kurdî bin. Ji wan hevala yek jî, Bedirxan Badillî ye. Wekî ku wun jî dibînin kak Badillî hê jî baş bi kurdî nizane, mesela binêrên bê hevokê xwe çawa saz kiriye: "Di Diwanxanê de jî baş tê zanîn ku berê du salê ez bi Kurdî nizanibûm". Keko wele tu hê jî nizane :) Ma îja "nizanibûm" çi ye! :))
Ku kek Bedirxab panela xwe jî vî awayî pêşkêş bikira, emê têra xwe pê bikeniyana û hew. Yaw hinekî sebr, hinekî bêhnfirehî û hinekî jî dilovaniyê bikin de firsendekê bidin va hevala, bila hinekî din kurdiya xwe pêşbixin, piştre we çi gazind hebin bînin ziman, ev mafê we ye.
Feqet di vê merhelê de em ne mafdarin ku biser va hevala de biçin û bi zorê kurdî li ser wan ferz bikin.
Ji xwe kesên bi berpirsiyariya xwe zane û bi xîret êdî hew vê rewşê radigre ser xwe û ji bonî vê jî dikeve nav hewldana, ji kesên wuha re tenê hinekî dem pêwist e.
Min carek du carê dî jî nivîsên Zinarê Xamo xwendiye, camêr li ser mijarên baş radiweste û kêfa meriv ji kurdiya wî re jî tê, lê xwezla ku bi şêwazeke wuha tund ev nivîs ne nivîsandibana.

silav û rêz.
Mihemed Qoserî

1 kommentar:

  1. Zimane kurdi nebe kurd ji ninin.
    Hebuna kurda bi zimane wane.Eger zimane kurdi nebe kurd ji ninin.Heçi beje xwe ew kurdistanine; dive u pewiste ku bi kurdi zanibe.
    Birez Zinare Xemo rast dibeje.
    Desti xweşbe.
    Silav u rez

    SvaraRadera

PARVE BIKE