Ji emrê me salek din jî çû, bi gotineke din kêm bû.
Wek gelek kurdî di nufûsa min da jî roja jidayikbûna min 0101-e. Lê derew e, binaka wê tuneye.
Ev derew jî sûcê bêbaviya dewleta tirk e.
Li gor tê bîra diya min, ez di meha dawiya payizê da hatime dinyayê. Sal rast e, lê meh û roj ne rast in.
Lê swîdî ji çîrok û hesabê diya min yê kaviran bêtir, ji nufûsa min bawer dikin.
Yanî li gor nufûsê ez îsal ketim 58 saliya xwe.
Ev 28 sal in ku ez ji welatê xwe, ji dost û heval û ji hemû hezkiriyên xwe dûr im.
Di 30 saliya xwe da ez hatim Swêd. Du salên din ewê nîvê jiyana min, yanî 30 salên min li Swêd temam bibe.
Lê hîn jî ez bi çavê welatekî xerîb, ku dibê ez lê nemînim li Swêd dinêrim.
Pir ecêb e.
Li gor reqemên nifûsa min do, şeva serê sala nû di eynî wextê da rojbûna min bû jî.
Pîrozkirina roja jidayikbûnê(axir roj ne rast be jî sal rast e)xweş e, lê bêxwediya kalbûnê qet ne xweş e, meriv ditirsîne.
Bi qasî ku tê bîra min di xortaniya xwe da ez têra xwe cesûr bûm, min çavên xwe ji mirinê jî nedikuta. Lê nuha ez gelkî tirsonek bûme.
Bêyî tirkan û dewleta tirk, ez hefsa xwe ji her kesî dikim.
Bawer bikin heta bi jinikê jî yekcarnan serkutiyê li min dike, lê ez ji ber daduxum.
Li alî din ruh jî wek hingiv bi min şîrîn bûye.
Ji bo ku raketên/fîşekên serêsalê neyên li serê min nekevin ez ji hundur derneketim.
Bêguman her temen li gor xwe hin qaîde, hin wezîfe û hin fazîlet û xweşikiyên xwe hene.
Tiştê herî ne xweş guhê meriv, pozê meriv mezin dibe, wek meymûna bi vira û wira meriv ve mû hişin tê.
Lê bi ya min êşa piştê û bêdiranî tiştê herî ne xweş e, meriv hesretiye ku gizêrekê bixwe.
Lê li aliyê din jî dema meriv li alternatîva kalbûnê difikire, meriv dîsa şêkiriya xwe bi pişta xwe ya qulûzî, bi bêdiranî û halê xwe tîne.
Esas heger ne êşa vira û wira be, ne koxî û bêhêzî be û meriv yekcarnan li neynikê jî nenêre, meriv bi kal û pîrîtiya xwe nahese.
Meriv tenê kalîtiya xelkê dibîne, xelk xûx dibe, xelk por diweşîne, xelk por sipî dike, xelk dibe kokim û gelek tiştên din.
Ji meriv wetnê meriv tim wek şêrekî serê çiya ye.
Kê neynik ava kiribe mala wî ava be!
Qenekê yekcarnan meriv xwe nas dike, rastiya xwe dibîne.
Navê wî nizanim lê camêrekî biaqil gotiye:
”Salên meriv yên heta çelî derbas dibin wek nivîsandina kitêbekê ye û salên meyî jî rexnekirina wê kitêbê ye.”
Min bi xwe ji zûda ye dest bi rexnekirina vê kitêbê kiriye. Ez bi xwe ji tiştên ku heta nuha min di vê kitêba jiyanê da nivîsîye gelkî kêfxweş û serbilind im.
Bê guman gelek kêmasî û şaşiyên min jî bûne, lê bi giştî ez ji tu kirin û xebateke xwe ne poşman û ne fedîkar im. Helbet ewê gelkî baştir bûya heger min bikarîbûya hemû xebat û kirinên xwe dubare bikira.
Ji her tiştî girîngtir, min tu carî ”namûs bi filûs” nefirot.
Min ji çi bawer kir, bê tirs û bê hesab û dobre dobre min ew tişt got û parast. Ji vê şêla xwe min gelek caran zirar jî dîtiye.
Heta ji min hat, min kurdperwerî, welatparêzî, diristî û fedekarî tim di ser her tiştê xwe ra girt. Ji kîjan siyasetê û bariyê dibe bira bibe, min ji kurdên bi namûs û bi xîret tim hez kiriye û ji yê bêxîret û bênamûs jî tim nefret kirye.
Bi rastî jî dem di nabêna xortaniyê û kalîtiyê da pir kin e, meriv ji tiştekî baş têr nabe.
Di xortaniya me da evîndarî ne karê kesên şoreşger bû, berî her tiştî divê me welatê xwe ji bin destê dijmin xelas bikira, dil, hiş û enerjiya xwe divê me têxista xizmeta welatê xwe. Dilgirtin, evîndarî karê ”sevgencan” bû, ji bo tiştên wiha cî di dilê me da tunebû. Şermek mezin bû me di bigirta, me li dildaran dixist.
Loma jî min çend caran gula evînê qurçimand, nehîşt bibişkive.
Xebata ji bo mal û serwetê min tu carî ne jê fêm kir û ne jî jê hez nekir.
Dibêjin di salên 50-î da meriv hêdî hêdî ji dinyayê aciz dibe. Di 60-î da jî êdî dinya dest pê dike ji meriv aciz dibe.
Yanî ez hêdî hêdî nêzî katagoriya kesên ku dinya ji wan aciz dibe dibim. Haya min ji vê heye. Lê heta ji min tê, ez hewil didim ku ”dinya” zû ji min aciz nebe.
Camêrekî danmarkî bi navê Robert Storm Petersen gotiye:
”Jiyan sîrkeke, meriv tê hundur û silavê dide der û dora xwe, vir da wê da direve, dîsa silavê dide û derdikeve der.”
Kî çi dibêje bira bibêje, lê bi rastî jî jiyan pir kin e !
Û me îsal jî Kurdistaneke serbixwe nedît. Ji bo ku di sala 2008-an da Kerkûk, dilê Kurdan bibe paytexta Kurdistanê divê kurd bêtir bêtir bixebitin.
Di sala 2008-an da jî dewleta tirk ji bo me ewê dijminê herî xedar û herî tahlûke be. Heta ku kurd vê belaya mezin ji ber nigên xwe nedin alî rê li ber wan venabe.
Sersala TE ya 2008 pirozbe!
SvaraRaderaEz hevi dikim ku em gelek nivise TE bixwinin di sala 2008. Nivise TE gelek xwesin.Serkefin jibo TE
Heyra welleh tu ne wek 58 saliyan xuya diki.
SvaraRaderaMin digot qey tu li dor 50 sali yi.