Do bi şev min pê ra negîhand ku tiştekî binivîsim.
Yekcarnan meriv nikane li hev ragire.
Lê ne ji tembeliyê, ji ber ku ez çûm civînekê.
Wezîrê Sporê û Xortan birêz Taha Berwarî, ji bo çend rojan bi mîvanî hatiye welatê xwe yê kevn. Ji bo sohebetekê em çend dost û heval ezimandibû Hotaêla Scandîcê. Seet di 20.00-an da ez çûm wir. Me çar seetan baş gilî û gazinên xwe bi hev kir.
Esas ya rast, bi rexne û pêşniyarên xwe yên wek werîsan dirêj û gelkî ”giranbiha” me serê camêr kir kundur û berda.
Milet do bûbû kûpê êqil, hema her kesî dixwest hinekî belaş bide Tahayê feqîr.
Wisa xuyaye dema meriv dibe desthilatdar bîna meriv jî fire dibe, bi rengekî jixweber ”sebra Hz. Eyûbê kurma xwarî” bi meriv ra çê dibe.
Lê li alî din tiştê ji min ra kar ma, bi xêra vê sohbetê min çend dost û heval jî dîtin. Bi vî hawî bîna min hinekekî fire bû.
Û helbet bi êrifî be, bi zimanê çûkan be jî me hal û hewalê kurdên başûr û siyaseta wan ya li hember hin tiştan kêm be jî hinekî fêm kir.
Dema ez gîştim mal seet 00.30 bû. Piştî çar seet şêwr û mişêwra bi kurdan ra êdî taqet di meriv da nemîne.
Loma jî do ji kozika min dûxan bilind nebû.
Çend roj berê(31/12-07) nivîskarê rojnameya Bugunê Mehmet Metiner ku ew bi xwe jî kurd e, bi Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re li Selehedînê hevpeyivînek kir. Birêz Barzanî di vê hevpeyvînê da di derbarê siyaseta tirkan ya hember kurdên başûr da tiştekî pir girîng eşkere kiriye.Heger ez neçûma civînê, minê li ser vê hevpeyvîna Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî tiştek binivîsanda.
Ji ber ku ez hin agahdariyên Serokê Kurdistanê yên di wê hevpeyvînê da gelkî girîng dibînim, loma jî tiştê min do nikanîbû binivîsanda, bi çend gotinan be jî ezê îro binivîsim.
Serokê Kurdistanê Barzanî, di bersiveke xwe da dibêje, ”piştî têkçûna rejîma Seddam, rêvebirên derwleta tirk, bêyî ku sebebek hebe ji nişka va dest bi dijminatiya me kirin. Siyaseta xwe ji kok da li hember me guherandin,” dest pê dikin miameleya dijminan bi wan ra dikin.
Mesûd Barzanî dibêje:
”Dema ku di qanûna esasî ya Iraqê de tu statûyeke me ya qanûnî tunebû têkiliyên me pir baş dimeşiyan, lê belê piştî ku statûyeke qanûnî ket destê me de siyaseta Tirkiyeyê hat guhertin. Em ecêbmayî man. Ew sîlehên ku ji ordiya Seddam ketibûn destê me ji alî Tirkiyê ve wekî tehdîdekê hatin hesibandin. Piştî têkçûna Seddam demeke pir kurt berpirsekî eskerî hat û ez dîtim û di heqê van sîlehan da pirs ji min kirin. Lê belê pirsên wî ne dostane bûn. Helwesteka tehdîdkar ya ku guman ji dostayetiya me dikir tê da diyar bû.”
Mehmet Metîner li vir gotina Serokê Kurdistanê dibire û dibêje:
-Çawa yanî ?
Mesûd Barzanî dibêje:
”Ez îzah bikim. Ew generalê ku ez behs dikim hat cem min û pirsî: “We pir sîleh kom kirin ne?” Min got “bêguman erê”. “Heger me kom nekira ew sîlehên li piyaseyê ewê têketa destên kesên nemesûl, terorîstan û ticarên sîlehan. Ma heger têketa destê wan ewê baştir bûya? Di netîceyê de pêşmerge jî beşek ji Iraqê ne.”
-Bersiveka ku qet ez ne li hêviyê bûm da min. Wî generalî got:
” Ez fikirîbûm ku hûnê li hemberî tirkmenan bi kar bînin. Heger hûnê wan çekan li hemberî tirkmenan bi kar bînin ew pir zêde ne, na heger hûnê difikirin ku wan li hemberî Tirkiyeyê bi kar bînin pir hindik in.”
Min jî jê re got:
"Tirkmen birayên me ne. Çima emê bifikirin ku sîlehan li hemberî wan bi kar bînin? Tu dev ji lêfikirîneka wisa berde, kesên ku bixwazin sîlehên xwe li hemberî tirkmenan bi kar bînin emê sîlehên xwe li hember wan bi kar bînin. Tirkiye welatekî dostê me ye. Merivv sîlehan bernade dostê xwe. Ez hêvî dikim ku ji rûyê kesên wekî te difikirin emê berê sîlehên xwe nedin hev.” Piştî wê tarîxê Tirkiyeyê Kerkûk jî daxil xwe tevlî her karê me kir.”
Wek tê dîtin, heta ku kurd ne xwedî tu maf bûne, li serê çiyan pêşmerge bûne dewleta tirk dijminatiya wan nekiriye, bi vacayî siyaseteke ”dostane” meşandiye.
Çima?
Ji bo ku wê demê PDK jî, YNK jî gelkî dûrî îktîdarê bûn û îhtîmala ku zora Seddam jî bibin gelkî kêm bû. Tirkan ev yek didît.
Li alî din di nabênê PDK, YNK û PKK-ê da dem dem şer jî derdiket, di van şeran da zirarên mezin didan hev.
A ji bo ku kurd bêtir hevûdu bikujin, bêtir zirarê bidin hev tirkan alîkarî geh daye vî alî, geh daye wî alî.
Yanî ”alîkariya” wan ji bo xerabiyê, û ”dostaniya” wan jî ji bo dijminatiyê bûye.
Lê roja ku rejîma Seddam hildiweşe û kurd dibin xwedî maf û desthilat, a wê demê tirk mecbûr dimînin ku maskeya dostaniyê ji ber ruyê xwe deynin û dijminatiya xwe eşkere bikin. Û ji wê rojê da ye ku vê siyaseta xwe dimeşînin. Yanî şertan ew îfşa kirin, êdî veşartin ne mimkûn bû.
Li gor dewleta tirk, xelasiya kurdên başûr, destpêka xelasiya Kurdistana Tirkiyêye.
Bê guman ev siyaseta pir sinsî, pir xayin ne ya dewletê tenê ye, hêzên çep û îslamî jî li hember kurdan eynî siyaset meşandine.
Dema tiştek li ortê tunebû, li başûr û li bakur kurd pir dûrî îktîdarê bûn ji bo xapandinê, ji bo ku kurd nebin ji xwe ra û zêde zirarê nedin dewleta wan, dilê kurdan xweş dikirin, hemû maf didan kurdan, ji serxwebûnê bigre, heta bi federasyonê her tişt mafên kurdan bû. Bi saya vê siyaseta durû û xapandinê bi hezaran kurd dibûn heval û mîlatanên wan.
Yekî wek Yalçin Kuçuk, Dogu Perînçek wek dostên kurdan dihatin naskirin. Lê îro bi hêzên faşîst ra, bi dewleta xwe ra li dijî kurdan şer dikin. Wek ajanên îfşa bibin, hemû rêxistinên tirk êdî îfşa bûne. Êdî margînalê xapandinê nemeaye.
Ne çep û kominîst tenê, îslamîtên wan jî wiha ne, wan jî eynî siyaseta xapandinê meşandin. Lê nuha dibêjin li ser cenazeyê gerîllayên kurd nimêj nebe, çimkî li dijî dewletê rabûne. Yanî li gor îslamîstên tirk, kurdl li dijî dewletê rabe nimêj jî li ser cenazeyê wî nabe.
Erdogan, di sala 1991-ê da digot, ”divê em hebûna kurdan nas bikin, perwerdeya bi zimanê kurdî biparêzin, divê em li dijî îdeolojiya resmî ya ku ev 75 sal in kurdan înkar û asîmîle dike derkevin” û gelek tiştên din.
Lê îro çaxa Serokwezîr e sedî sed eksê wê dibêje, êdî ji dêlî qebûlkirina hebûna kurdan û zimanê wan, dibêje, ”yek dewlet, yek milet, yek ziman, yek al.”
Û ji serokên kurdên başûr ra dibêje, ew ”serokeşîr” in, ez bi wan ra rûnanim, emir dide artêşê ji bo ku Kurdistana Federe ji ortê rake, bombeyan bi ser serê kurdan da dibarîne.
Ji ber ku do şertên divê ya bi me ra bin ya jî bi dijminên me ra tunebû, lo majî wek gurên di postê mîhê da bûn.
Lê îro ne wiha ye, êdî nikanin xwe veşêrin, ya ewê li dijî bombebrana dewleta xwe derkevin ya jî ewê wê biparêzin.
Ya ewê li başûrê Kurdistanê piştgiriya kurdan bikin ya jî ewê li dijî wan bibin hevalê El-Qaîde û dewleta tirk.
Loma jî genaralê tirk êdî mecbûr e eşkere tehdît bike, bibêje ” Heger hûnê wan çekan li hemberî tirkmenan bi kar bînin ew pir zêde ne, na heger hûn difikirin ku wan li hember Tirkiyê bi kar bînin pir hindik in.”
Dema tirk(dewlet dibe ya jî hêz dibe, qet ferq nake)xwe nêzî kurdan dikin divê kurd bizanibin ku ne ji xêrê ra ye, di vê dostaniyê da miheqeq hesabek, xayintiyek tê heye.
Divê kurd baş bizanibin ku dewleta tirk bi me ra nabe dost, dema bû jî divê em bizanibin ku ew ”dostekî” xayin e.
Mehmet Metîner bêyî birêz Barzanî, bi Celal Talabanî ra jî hevpeyvîn kiriye. Bi gotin û bersîvên Mesûd Barzanî, wek kurd meriv serbilind dibe, lê ji ber yên Talabanî meriv fedî dike.
Tiştên ji bo kurdên Tirkiyê û Erdogan gotine wek serokekî kurd û serokkomarê dewletekê qet bi wî nakeve. Bi pesindayinên wiha vala nîjadperset û panturkîstên wek Gul û Erdogan baş nabin û dev ji dijminatiya kurdan bernadin.
Seeta TE xweş!
SvaraRaderaTi naveroka(sammanfattning)gelek rojnama en tirki u kurdi dinivise. Edi pewist nine ku mirov wan rojnama bixwine.Seeta te xweşbe.
Spas jibo TE
Sipas ji bo tespîta te ya di cî da. Jixwe ne wer be kesê nivîsên min nexwîne. Yanî divê yeka min bergendî gişan be.
SvaraRaderaJi bo vê moraldayinê gelkî sipas.