Konseya Birêvebir ya KCK-ê(Koma Civakên Kurdistanê) û Dîwana Serokatiya Kongreya Gel, ji bo çekdanîna hêzên gerîlla û çareserkirna mesela kurd do (1/12)deklerasyoneke 7 maddeyî pêşkêşî bîrûraya giştî kirin.
Di deklarasyonê da ji bo ziman û kultura kurdî serbestî tê xwestin.
Heta nuha min çend caran di vî quncikî da gotiye, dibê kurd daxwazên xwe yên demokratîk, siyasî û netewî bi rengekî konkret pêşkêşî tirkan û cîhanê bikin. Dibê tirk jî û cîhan jî bizanibe ku em kurd çi dixwazin?
PKK ji bo çi şer dike û ji dewleta tirk çi dixwaze?
”Bijî serok !”
”Jijan bê serok nabe!”
”Bijî gerîlla!”
”Bijî Kurdistan!”
Û hin durişmên bi vî rengî teştekî berviçav(konkret)nabêjin, di warê siyasî da tu girîngiyeke wan tuneye. Dibê daxwazên me pir konkret û vekirî bin.
Deklarasyona do ev valayî ji navê rakir. Loma jî gaveke pir baş e.
Di nivîsa xwe ya nozdê meha borî da(Desthilanîn tim baş e,19/11-07) ez dîsa li ser vê meseleyê rawistiyabûm û min daxwazên PKK-ê bi texmînî wiha rêz kiribûn.
"PKK dixwaze:
-Hebûna miletê kurd bi rengekî resmî were qebûkkirin û ev yek têkeve qanûna esasî.
-Zimanê kurdî bibe zimanekî resmî û yê perwerdê.
-Efûyeke giştî derkeve û kurd bikanibin di warê legal da rêxistinên xwe ava bikin û siyasetê bikin.
-Serokên wan Ocalan were berdan.
-Operasyonên li Kurdistanê bisekinin.
-Sîstema cerdevaniyê rabe."
Tiştekî pir balkêş e daxwazên di deklarasyona KCK-ê û Kongra Gel da jî ne kêm ne zê de, eynî tişt û eynî daxwazên ku min rêz kiribûn. Meriv dibêje qey ew daxwazên min li ser navê PKK-ê rêzkiribûn hema raste rast girtine deklarasyonê.
Lê mesele ne ev e, ya girîng ew e ku KCK-ê daxwazên xwe bi rengekî konkret pêşkêşî raya giştî kirye. Dibê êdî hemû endam û dilsozên PKK-ê bizanibin ku ew ji dewleta tirk çi dixwazin û ji bo çi şer dikin.
Dibê êdî di her warî da ev daxwaz derkevin pêş û siyaseteke li gor bidestxistina van mafan were meşandin û hêdî hêdî dev ji şerê çekdarî were berdan.
Ji bo van daxwzên demokratîk û însanî, ji bo perwedeya bi zimanê kurdî û azadiya xweîfedekirn û organîzekirinê, ji bo derxistina efûyeke giştî şerê çekdarî ne hewce ye.
Şerê çekdarî êdî ji karê bêtir, zirarê dide PKK-ê û tevgera kurd ya millî. Serokên PKK-ê divê vê rastiyê bibînin.
Tirk ji nuha da dibêjin, dema PKK şerê çekdarî berde û giraniyê bide xabetên demokratîk emê çi bikin?
Dema bi milyonan kurd li der û li hundur bi riyeke demokratîk û siwîl doza mafên xwe yên netewî bikin kî dikane wan neheq bike?
Kî dikane ji wan ra bibêje “terorîst ?”
Çawa ku şerê çekdarî di destpêkê da feydeyek mezin gîhand kurdên Tirkiyê û wek defa sihorê milet ji xewa mirinê şiyar kir, îro jî êdî belovacî destpêkê, zirarê dide kurdan û feydeyê digihîne dijmin.
Heger nuha şerê PKK-ê yê çekdarî tunebûya Tirkiyê ewê nikanîbûya li hember tevgera kurd ya netewî hewqas piştgirî ji derva bigirta.
Bi xêra şerê PKK-ê yê çekdarî dewleta tirk li derve edebiyata masûmiyet û mexdûriyetê dike.
Heger kurd dixwazin di demeke nêz da zora vê dewleta çete bibin divê karta “terorîzmê” ji destê wan bigrin.
Deklarasyona KCK-ê û Kongra Gel:
”1- Divê nasnameya Kurd were naskirin û hemû nasnameyên din di bin nasnameya bilind a Tirkîyeyîyê de têkevin bin ewlehîya Destûra Bingehîn.
2- Divê hemû astengiyên li ber ziman û çanda Kurdî werin rakirin, mafê perwerdeya bi zimane zikmakî were dayîn û li herêma Kurdistanê li gel zimanê tirkî, zimanê Kurdî wek zimanê duyem yê resmî yê perwerdê bête qebûlkirin. Û herweha divê rêz ji mafên çandî yên kêmneteweyên din ra jî were nîşandan.
3-Li ser esasê azadiya fikrî, bawerî û xweîfadekirinê, divê mafê siyaseta serbest û xweorganîzekirinê were naskirin û hemû newekheviyên di Qanûna Bingehîn û di qanûnên din da ji ortê werin rakirin.
4- Di çarçoveya projeya lihevkirinê de, bi armanca ku civaka Kurd û Tirk hevdu efû bikin û ji bo ku yekîtîyeke azad were tesîskirin, serokê PKK-ê jî tê da, divê hemû girtîyên siyasî serbest bêne berdan û rê li ber beşdarbûna wan ya civakî û siyasî neyê girtin.
5-Ew hêzên ku bi armanca şerê taybet li Kurdistanê ne divê vekişin, sîstema cerdewaniyê dibê were rakirin û ji bo ku gundî vegerin gundên xwe, divê projeyên civakî û aborî werin bi pêşxistin.
6- Divê bi zagonek nû selahiyeta îdareyên herêmî were xurtkirin û ji nû ve were serrestkirin.
7- Paralelî pêkanîna van maddeyan, di çarçeveya teqwîmeke ku ji alî herdu aliyanve were destnîşankirn divê gerîlla gav bi gav çekan deyne û beşdarî pêvajoya civakê ya qanûnî demokratîk bibe.”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar