Serokê PKK-ê û rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya dawî da(30/11-07)dîsa bal kişandiye ser tahlûkeya dewletbûna kurdan, dîsa aqil daye dewleta tirk, dîsa gelek şîretên hêja li dewleta tirk kirye û xwestiye ew baş guh bidin dîtin û pêşniyarên wî. Divê MIT-a dewleta tirk baş li wî guhdarî bike, dema neke dewleta tirk ewê zirarê bibîne.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Firatê(ANF) Ocalan, di hevdîtina xwe ya dawî da li ser hin bûyerên girîng ev dîtinên jêr aniye zimên:
”Di dema lêpirsînê da yekî li ser navê Ecevît jî li wir hazir bû. Got ez li ser navê Serokwezaretiyê li vi rim. Min wê demê bi wan ra minaqeşe kir. Mesela vekişandina Başûr û tiştên din. Erê min bawerî tam bi wan nedianî lê min gotinên wan gelkî girîng ditît. Li ba Ecevît îradeyeke çareseriyê hebû. Ecevît, wek hûn dizanin di salên 2000-î da minaqeşeyeke efuyê anî rojevê. Esas Ecevît bi viya li riyeke çareseriyê digeriya. Dû ra nehîştin, MHP li hember derket, nehîşt. Li dijî me dewleteke kurd ava kirin.
Li Başûr avbûna dewleta kurd, dihere digihîje heta salên 1946-an ya avabûna dewleta Îsraîl. Îsraîl, di dema avabûna xwe da dixwst li herêmê dewleteke kurd ava bike, ji bo ku bikanibe ereban belav bike, Îran û Tirkiyê jî meşxûl buhêle û bi xwe va girê bide. Wê demê bi malbata Barzanî jî ra jî têkilî hebû.
Yanî di eslê xwe da li Başûr bi avakirina dewleteke kurd dixwestin hemû kurdan bi wira ve girê bidin. Dema fêm kirin ku min ev yek dîtiye berê xwe dan min. Ji bo ku ez jî herim ba Barzanî gazî min kirin. Dema ez li Şamê bûm di mistewa sefaretiyê da(balyozxaneyê) hatin ba me, gotin werin bibin yek. Min ev yek rast nedît, em ne serxweşê desthilatê(îktîdarê) ne.
Ji ber vê yekê di serî da rola MOSAD, CIA û îstîxbarata îngilîz jî gelkî mezin e, wan jî dest avêtin ji min da. Hemûyan ji bo menfeetên xwe ez tehlûke dîtim, loma jî tesfîye kirin. Lê MIT-ê ev yek fêm nekir, divê viya fêm bike.
Di nava kurdan da jî bi rêxistin in. PDK ne tenê li Başûr birêxistine, bi qasî wê jî li Tirkiyê bi rêxistin e. Di nava AKP-ê da parlamenterên wan hene. Li herêmê karsazê wan hene. Li Anqerê karsazê wan, siyasetmedarên wan hene. Li Ewrûpayê merivên wan yê dîplomasiyê dikin hene. Yanî bi rêxistin in” (ANF 30/11-07)
Wek tê dîtin Ocalan êdî ji serokekî kurd bêtir, wek aqilmendekî dewleta tirk dipeyive û bi wî çavî şîretan li dewletê dike. Ew ne tenê li dijî ”perçebûna Tirkiyê ye”, ew li dij e ku li beşekî din yê Kurdistanê jî kurd bibin xwedî dewlet. Camêr pir vekirî dibêje:
1-Di dema îfadegirtina wî da dewletê jê xwstiye ku ew hêzên gerîla bişîne Başûrê Kurdistanê û wî jî li ser vê daxwza ”Serokwezareta Tirkiyê” gerîla şandiye Başûr. Yanî dewletê nexestiye şerê çekdarî raweste.
2-Ocalan, ne bi çavê kurdekî, lê bi çavê tirkekî kemalîst û nîjadperest li avabûna dewleta kurd dinêre. Ew avabûna dewleteke kurd ne wek mafekî gelê kurd yê rewa, lê wek pilaneke dewleta Îsraîl dibîne û vê pilanê jî dihere digihîne salên 1946-an.
3-Ocalan jî wek tirkekî kemalîst şer û serîhildanên kurdan yên ji bo serxwbûn û azadiyê, wek lîstik û pirojeyeke dewleta Îsraîl dibîne û dibêje, ji bo ku Îsraîl, ereban ji ber hev da bixîne, Îran û Tirkiyê bi şer û serhildanên kurdan mijûl bike û dû ra jî bi xwe ve girê bide û ji xwe ra jî piştevanekî çêke dixwaze dewleteke kurd ava bike. Û malbata Barzanî jî di nava kurdan da wek merivên dewleta Îsraîl dixebite.
4-Dewleta Îsraîl, xwestiye hemû kurdan bigihîne hev û Kurdistaneke mezin ava bike û ji bo vê yekê jî li Şamê çûne ba wî lê wî ev pêşniyar qebûl nekiriye.
5-Ji bo ku wî avabûna Kurdistaneke serbixwe qebûl nekiriye ew bûye hedefa MOSAD, CIA û îstîxbarata Îngilîzan û hatiye tesfiye kirin. Lê MIT-a dewleta tirk ev xêrxwazî û dilxwaziya wî ya bi dewleta tirk ra fêm nekiriye. Divê MIT vê dilsoziya wî fêm bike.
6-Partî Demokratî Kurdistan, di nava kurdên Tirkiyê da jî xurt e û bi rêxistin e, divê haya dewletê ji viya hebe û li gor wê jî tedbîrên xwe bigre. Kurdistan ketiye bin destê faşîstên tirk jê ra ne derd e, pê naêşe lê bihêzbûna PDK-ê wî ditirsîne û loma jî bala dewletê dikşîne.
7-Li gor Ocalan, Îsraîlê li dijî PKK-ê dewleteke kurd ava kirye.
Dêtinên Ocalan li ser kurd û Kurdistanê bi kurtî ev in, meriv baş fêm dike çi dibêje.
Lê tiştê meriv fêm nake PKK û bi milyonan kurd hîn jî çawa dikanin xwediyê van dîtinan wek serok û rêberê xwe bibînin û bi wî çavî lê binêrin?
Serokên tirkan li ku dera çîhanê tirk hebin dixwazin bibin xwedî dewlet û ji bo vê yekê jî ji wan ra dibin alîkar û piştevan. Serokên tirkan dixwazin li Qibrisê 200.000 hezar tirk bibin xwedî dewlet, lê serokê me li dij e ku ji 40 milyon kurdî pênc milyon beşekî welatê xwe rizgar bikin û bibin xwedî dewleteke biçûk.
Serokên xelkê bi şev û roj dixebitin ji bo ku xelk alîkariya wan bikin, lê serokê me li dij e ku hin dewlet alîkariya kurdan bike.
Nuha çi ji te ra kî alîkariya wan dike yan nake?
Tu çima wek dijminekî li dijî vê alîkariyê yî?
Ma tu ne kurd î, çima tu naxwazî miletê te jî bibe xwedî dewlet?
Ma li cîhanê kîjan dewlet bêyî alîkariya hin dewletên mezin ava bûye?
Ma Xirwatîstan, Bosna, Estonya, Lîtwanya û bi dehan dewletên din, hemû bi alîkariya hin dewletên mezin ava nebûne?
Qey girtina alîkariyê ji xelkê ra adet e ji me kurdan tenê ra qebhet e?
Sedûnodûdu(192)dewlet endamên Neteweyên Yekbûyî ne, bira kurd jî bibin dewleta 193-an.
Çima tu wek serokekî partiyeke kurd li dijî vê yekê yî?
Tu çima avabûna dewleteke kurd li dijî xwe dibînî?
Ma tu dijmin î?
Li hember van gotinên Ocalan bi rastî xwîna meriv sar dicemide.
Merivê çawa him serokê partiyeke kurd be û him jî nexwaze kes alîkariya miletê wî bike, nexwaze miletê wî bibe xwedî dewleteke serbixwe?
Ez bawer nakim li cîhanê heta nuha kesî tu ecêbeke wiha dîtibe!
Lê li ba me kurdan her tişt mimkûn e, meriv him dikane ji bo biserneketina gelê xwe aqil bide dijmin û him jî serok û rêberê herî mezin be.
Xwedê kurdan ji bêtarên girantir bisitirîne!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar