Mirin, gotineke qet ne xweş e.
Pir xerîb e, meriv çi bike jî pere nake, jiyan tu carî bi dilşadî naqede.
Yanî dawiya her kesî, bi rengekî bê îstîsna tim xerab diqede.
Ev jî trajediya jiyanê ye.
Meriv nexwaze jî lê meriv her tim bi mirina xwe dost, heval û xizmên xwe xemgîn dike.
Mirin ne tiştekî nuh e, her kes dizane ku ewê rojek were û merivê bimre. Lê dîsa jî êş û derdê mirinê giran e.
Mirin dayika xemgîniyê ye.
Lê tew dema meriv li xerîbiyê be û nikanibe di şîna hezkiriyê xwe da dilopek hêsir bibarîne, nikanibe têkeve bin darbesta wî/wê, nikanibe mistek axa sar ji dêlî qevdek gul va bavîje ser gorra wî/wê da a wê demê dil bêtir jan dide.
A ev yek derdê meriv girantir û kesera meriv jî kûrtir dike.
Îşev, bi bihîstina wefata xuşka hevalê min yê roja teng Yilmaz(Selîm Bakac)kul û derdê me dîsa tev rabûn, dil dîsa melûl û xemgîn bû.
Lê mixabin tiştek ji destê meriv nayê.
Me tenê dikanîbû bigota:
-Serê te sax be bira! Xwedê sebr û metanetê bide te û malbata te û zarokên wê!
Jiyan wiha ye, meriv nikane nemir be. Rojek tê, ya hinekî zû ya jî hinekî dereng lê miheqeq meriv her tiştî li pêy xwe dihêle û dice ebediyen dibe mîvanê axa sar.
Em bitirsin jî netirsin jî qanûna jiyanê wiha ye.
Yilmaz, bira, careke din serê we hemûyan sax be!
Xalê Adulwahab! Nivîse te gelek balkêş U xaweşin.Lê belê ku yekcaran xwarzê meran tinebin u merova rexne nekin.Meriv nikarî rîya rast hilbijêrî,Mirin talê şîne tiştek ne xweşe ,lê belê mîvantîya axa sarra ebedi neyne.Çawa ku hun Tişteki xweyî xweş U bi qîmet naxwazin têxîn erdê û çirmiş bikîn, Lê belê Yezdanê dilovan ewqas însan, xweş çikirye U afirandîye.(Çavekî me bedelê hemu dunyayê e).Ê çava vî însanê xeş çurmîş bike,u ebedi mîvanê axêke.Na ,na wek tov u dendikekê ku têkeve bin axê evê vek cara sıfteh xweşiktirîn rabe u ji her emel û xbatê xwe yê dinyayê lêpirsin bibe.Silaf û rêz û hirmet.
SvaraRadera