04 december 2008

Kurdê ku hêviyekê ji Abdullah Gul bike ewê xeyalşikestî bibe

Ev çend roj nin di çapemeniya kurd da qala gerra serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul tê kirin. Fena ku tiştekî pir mezin e ku Gul here Diyarbekrê.
Gul here çi ye, nere çi ye?
Efendim “Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul ê roja erefatê biçe Diyarbekirê û nimêja cejnê li wê derê bike.”Ê bira nimêja cêjnê bike, ma qey tiştekî pir mezin e?
Li Diyarbekrê nimêjkirina Gul, bêyî propagandeya AKP-ê û xapandinê tu feyde û maneyeke wê ya siyasî tuneye.
Dixwaze bi vê minasebetê hinekî reqlama dewleta xwe û partiya xwe bike.
Tiştê ecêb li gor xebera Netkurdê, serokê DTP-ê Ahmet Turk jî çûyina Gul pozîtîf dîtiye û gotiye:
“Ziyareta Gul a Diyarbekirê ewê baş be û ewê xizmeta nermbûna atmosfera siyasî bike.”
Û dûra jî hinekî din jî pê da çûye û gotiye:
“Ew bawer neke protesto li hemberî Abdullah Gul bên kirin, çimkî ew serokkomarê dewletê ye û roleka nermkirinê di pêwendiyan de dilîze.”
Rast e Gul dixwaze kurdan “nerm bike”, yanî biqedîne. Kesên hêviyeke din ji Gul bikin ewê xeylşikestî bibin.
Ahmet Turk belasebeb hewqasî xweş dike. Di nabêna Gul û Erdogan da bi qasî serê derziyê jî ferq tuneye.
Gul dixwaze bi nimêjeke li Mizgefta Mezin, bi silaveke ji bo xapandinê sempatiya kurdan qezenc bike, propagandeya dewletê û partiya xwe bike.
Gul di heqê kurdan û daxwazên wan yên netewî da tiştên baş nafikire. Loma jî divê meriv tu hêviyê ji Gul neke.
Gul serokkomarê Tirkiyê ye û merivekî nasyonalîst û nîjadperstê tirk e. Lê weke hemû faşîst û nîjadperetan vê nîjadperestiya xwe hertim nade der. Çimkî pir bi hesab û sînsî ye, weke marê kor e.
Gul weke Baykal û Erdogan pir napeyive û zêde nake birre birr, lê hest û dîtinên wî yên derbarê kurdan da ji yên wan gelkî xerabtir e.
Erdogan û Baykal tenê dewşîrme ne, lê Gul him "dewşîrme" û him jî "donme" ye. Yanî him miletê xwe û him jî dînê xwe guhertiye.
Loma jî bi piranî merivên “donme” ji “dewşirmeyan” gelkî tirsoneketir û tahlûkelîtir in, pir kone ne ne û tim hesabekî wan yê dizî heye.
Erdogan merivekî lûmpen e û zû tê guhertin. Lê Gul ne wisa ye.
Em dîtinên Bahçelî, Baykal û Erdogan yên derbarê mesela kurd da pir hindik dizanin, çimkî dipeyivin û dîtinên xwe dibêjin.
Lê kes nizane Gul ji bo çareserkirina mesela kurd çi difikire?
Ji ber ku tu carî weke mêran vekirî nepeyivîye û napeyive jî, tim bi îma û bi mane dipeyive. Loma jî li gor serokên din têkiliyên wî bi herkesî ra baş e.
Çimkî bi herkesî ra xweş dike, lê hesabê wî cihê ye.
Li ser çûyina Gul, şiroveya herî baş serokê DTP-ê yê Diyarbekrê Necdet Atalay kirye. Atalay gotiye:
“Weke Erdogan emê nêzî wî nebin. Ji bo çareserkirina mesela kurd hin hêviyên me jê hene. Di warê çareserkirna meselê da hêviyên mej ê hene. Ji bo ku şer û operasyon rawestin divê hewil bide. Nexwe hger ewê ji bo progandeya dewletê û AKP-ê were tu maneyeke hatina wî tuneye. Heger ewê bi vê zihniyetê were bira neyê. Bira here Qeyseriyê û cêjnê bi hemşeriyên xwe ra pîroz bike.”
Texmîna Atalay rast e, Gul ji bo îmaja dewletê û AKP-ê baştir bike û zirarê bide DTP-ê diçe Diyarbekrê.
Çimkî di nava kurdan ruyê Erdogan êdî nemaye, ew hew kane here. Baykal û Bahçelî kes pênc pereyên xwe tê nadin. Vana hemû di nava kurdan da êdî deşîfre bûne û tu îtîbareke wan nemaye.
Lê Gul hîn nuh e, dewlet û AKP dixwazin demekê bi Gul serî li kurdan bigerînin. Gul ne şexsekî nuh e, herkes wî nas dike û divê kurd jî nas bikin.
Di jiyana xwe ya siyasî da Gul heta nuha ji bo kurdan çi gotibe û çi kiribe ji nuha û pê va jî ewê wiya bike. Ew jî piçiqandina tevgera kurd ya netewî ye.
Gul panturkîst û panîslamîstekî bibin û kone ye û dijminê miletê kurd e. Nermokî û fisgenîkiya wî vê rastiyê naguhere.
Dadgeha tirkan dîsa ceza li Leyla Zanayê barandin. Pêncemîn Dadgeha Cezayê Giran ya Diyarbekirê, 10 sal cezayê zîndanê daye Leyla Zana yê. Dadgeha Cezayê Giran ya Diyarbekirê, di rûniştina xwe ya îro da, bi îdîeya ku Leyla Zana yê “di axaftinên xwe yên di civîn û xwepêşandanên cuda da propagandeya rêxistina terorê” kiriye 10 sal cezayê zindanê lê birîn.
”Propagandeya rêxistinê” vir e, bahaneye, mesele ji bo ku gotiye navê vê derê Kurdistan e. Bi cezayên wiha dewlet dixwaze çavê kurdan bitirsîne û rê li ber meşrûbûna bikaranîna gotina Kurdistanê bigre.
Ev ceza jî nîşan dide ku nêta dewleta tirk û AKP-ê çiqasî xerab e.
Îcar ji bo ku Leyla Zana û çend kesên weke wê ji ber gotina kurd û Kurdistanê nekevin hefsê divê bi hezaran kurd eynî sûcî bikin.
Çare ev e. Cezakrina çend kesan hêsa ye, lê ya deh û sedhezaran ne mimkûn e.

1 kommentar:

  1. Hêviya me ne Evdila Gül e. Hêviya me serokê te,şêrê İmraliyê Öcalan e. Kurd tu hêvi jı tırka nakınç

    SvaraRadera

PARVE BIKE