21 augusti 2015

Tirk çima bêyî xwe ji kesî hez nakin?




Li gorî anketeke Merkeza Lêkolînê Pewê(Pew Research Center), tirk ji miletên din qet hez nakin, bi çavekî pir negatîf li miletên din dinêrin.
Tirk di serî da herî bêtir ji Îsraîl hez nakin, tenê ji sedî duduyê tirkan bi çavekî pozîtîf li Îsraîl dinêrin. Bi îhtîmaleke mezin ew jî kurd  û cihû ne.
Piştî Îsraîl dewleta tirk qet jê hez nakin Emerîka ye. Ji kesên beşdarî lêkolînê bûne tenê ji sedî 19 bi çavekî pozîtîf li Emerîka dinêre.
Lê ne Emerîka û Îsraîl tenê, tirk li hemberî Yekîtiya Ewrûpayê,  Çînê, Rûsyayê û Brezîlyayê û welatên din  jî pir negatîf in, bi çavekî neyarane li van welatan jî dinêrin.
Li gorî lêkolînan civata tirk li hemberî hemû welatan, heta li hemberî mirovên tirk bi xwe jî pir bi şik û guman in, mirovê tirk her welatî wek dijminê xwe dibîne.
Gava meriv li lêkolînê dinêre meriv dikane bibêje belkî ji ber tesîra dîn e, yanî tirk misilman in loma li hemberî miletên ne misilman negatîf in.
Lê lêkolînê derxistiye ortê sebeb ne ev e, tirk ji Îranê, ji Suûdiya Erebî û ji welatên misilman yên din jî hez nakin. Bi çavekî nebaş li wan jî dinêrin.
Lêkolînerên Pewê ev neyartiya tirkan ya bi her miletî ra wiha şirove kirine, gotine:
”Esas, dîtina welatekî ya jî dezgeheke tirk bi rastî jê hez bikin pir zor e, helbet Tirkiye ne tê da…”
Yanî tirk bêyî Tirkiyê li dijî hemû welatan in, misilman ne misilman ji tu welatî hez nakin, tenê ji Tirkiyê hez dikin. Tenê Tirkiye û tirk baş in. Wekî din her kes, her welat pîs e, neyarê tirka ye…
Ev jî tê wê maneyê tirk dixwazin li dinyayê bêyî tirkan tu miletekî din û bêyî Tirkiyê tu wletekî din nemîne.
Û bi taybetî jî dibê kurd li dinyayê tunebin. Çimkî her tirk dinyayek bê kurd û Kurdistan xeyal dike.
Li dinyayê tenê Tirkiye û tirk hebin…
Li gorî lêkolîneke din(li ser baweriya nabêna însên) li dinyayê Tirkiye civateke herî bêîtîmad e, bêbawerî ye. Baweriya kesî bi kesî tuneye, kes bi kesî îtîmadê nake.
Di lêkolîneke di sala 2008a da Tirkiye di nav a 60 welatî da bûye welatê herî dawî. Li gorî wê lêkolînê tenê ji sedî 4,9ê  însanan gotine em bi însanên din baweriya xwe tînin.
Ev nîspet/rêje di mustewa Ruandayê da ye. Li Ruandayê 21 sal berê tutsia û hutua nêzî milyonek însan ji hev kuştin.
Rêjeya îtîmadê/pêbaweriyê li Swêd û Norweçê ji sedî 70 ye. Swêdî û norweçî baweriya wan bi însanan heye, ji tu miletî, ji tu dewletê nefret nakin, bi taybetî ne neyarên tu miletî û tu dewletê ne.
Dema meriv bala xwe dide van reqem û netîceyên lêkolînan meriv dikane bi rehetî bibêje civata tirk civateke PARANOYAK e, yanî nexweş e. Civateke ji her kesî şikê dike, baweriyê bi kesî nayne, tenê bi xwe tîne.
Jixwe di trafîkê da, di minaqeşeyên siyasî da, di minaqeşeyên nabêna însanan da meriv vê civata paranoyak xweş dibîne.
Gava meriv ji der da li Tirkiyê temaşe dike, bala xwe dide debatên di telewîzyonan da û li axaftin û minaqeşeyên siyasetmedaran guhdarî dike meriv dibînku civata tirk ne civateke normal e. Ji bo ku meriv paranoyakiya civatê bibîne ne hewceye meriv psîkolog be, herkes pir rehet dibîne civateke nexweş e.
Heger Tirkiye civateke normal, ne civateke paranoyak bûye vê dewletê, vî miletî hewqas zulm li me kurdan nedikir, hewqas xwîn nedirijand. Belkî ji sedî 99ê civatê dixwaze me kurdan wenda bikin, qir bikin. Dixwazin li dinyayê yek kurd nemîne. Kurdên hene dibê li herderê tim bindest bin. Ev ne şêla civateke normal e, belkî ji paranoyakiyê jî wêdatir e…

20 augusti 2015

Tirkan qahwa kizwana ya kurdî çawa kirin ”turk kahwesî” ?


Tirkan ne tenê welatê me îşxal kirine, urf û adetên me, kultura me, zargotin û folklora me, xwarin û vexarinên me jî ji me stendin û kirin malê xwe.

Berî avabûna komara Tirkiyê ”qahwa kizwana” ya kurdan bû, digon ”qahwa kurdî”, li dinyayê meşhûr bû. Lê tirkan hêdî hêdî patenta wê ji me stendin û kirin ”turk kahwesî” û bi me kurdna jî dan qebûlkirin.

Dewletê dest bi qedexekirina kurdî kir


Qeymeqamê qeza Erzeromê Tekmanê Lutfulah Un, di qadên kamûyê(di dahêreyên dewletê da)axaftina kurdî bi talîmatnameyekê (emrekî) yasax kir.
Li gora vî emrê qeymeqam di dahîreyên dewletê da kesê nikanibe bi hev ra ya jî bi mamûrekî ra bi kurdî bipeyive û bi kurdî ji mamûrekî pirsekê bike. Mamûrên bi hev ra ya jî bi gel ra bi kurdî bipeyive li gorî beyana qeymeqam ewê were cezakirin.
Nêta dewleta tirk ya esasî hêdî hêdî diyar dibe; li dahîreyên resmîdibê kes bi kurdî nepeyive. Ev, destpêk e, di rojên pêşda ev yasax ewê li her derê be.
Xwedêgiravî kurd û tirk ”bira” bûn (!) û xwediyê eynî mafan bûn…
Tirrr, tirrr, tirrr, kurd û tirk xwediyê eynî mafan e !
Weleh tirk bi çavê xulaman û koleyan li kurdan dinêrin.
Ji bo ku kurd û tirk bibin xwediyên eynî mafan dibê kurd xwedî dewlet bin, bi kêmanî xwedî statuyeke siyasî û netewî bin, li welatê xwe, xwe îdare bikin. Ya na îro qeymeqamê Tekmanê qedexe kiriye, sibe gelek qeymeqamên din ewê qedexe bikin…

XXX
Hilbijartina pêşwext li gorî plana Erdogan hat qebûlkirin, 1ê mijdarê(1/11-15).
Ev plana Erdoga ya ”A” bû û bi ser ket.
Plana wî ya ”B” jî heta hilbijartinan li Kurdistanê terorê û şer pêşda bibe, kaoseke mezin çêke ji bo ku kes nikanibe here ser sindoqan.
Û bi vê riyê HDPê di bin barajê da bihêle. Ji bo ku HDPê di bin barajê da bihêle ewê her xerabiyê, her qetlîamê bide kirin. Ya na AKP bi tena serê xwe nabe îktîdar. Ji bo ku AKP bi tena serê xwe were ser hukim dibê HDP barajê derbas neke.
Ev plana Erdogan e, îcar hesabê wî yê mal û bajêr ewê li hev derkeve ya na ez nizanim. Dewlet di destî wî da ye, kurd ewê bi çi û bi kîjan hêzê kanibin vê plana wî xera bikin?



XXX
Ev çend roj in di medyaya sosyal da vîdeoyeke Daîşê xwedêgiravî li dijî Erdogan û hukûmeta AKPê belav dibe. Di vîdeoyê da sê tirk bi tirkî hin gotinên li dijî Erdogan dikin. Hersê kesên di vîdeoyê da dipeyivin tirk in û navên wan û bajarên wan eşkere bûye.
Hersê kes di vîdeoyê da Tirkiyê tehdît dikin û dibêjin li Sûriyê du hezar tirk bi malbatên xwe ve di nava Daîşê da ne.
Hebûna tirkan rast e, ji ber ku dewlet organîze dike û dişîne. Lê tehdît vir e, lîstik û hîleyeke Erdogan, Daîşê bela xwe di Tirkiyê û di Erdogan nade. Çimkî Daîş ji alî Tirkiyê û Erdogan ve tê îdarekirin.
Vîdeo jî numareyeke Erdogan, ji bo ku bibêje mêze va ye Daîşê li dijî min e, min tehdît dike.
Lê tiştekî wiha tuneye. Hukûmeta AKPê hîn jî her roj bi riya cimatên xwe pera û însanan ji Daîşê ra dişîne. Hin çeteyên ji alî YPGê va hatine gertin vê yekê îtîraf dikin.
Lema jî vîdeo manîplasyoneke Erdogan e, dibê meriv jê bawer neke. Hersê kesên di vîdeoyê da Tirkiyê û Erdogan tehdît dikin jî sedîsed ajanên dewletê ne û li ser daxwaza MITê ev vîdeo belav kirine.

19 augusti 2015

Dinya bi me dikene

Gelşa serokatiyê hîn çareser nebûye. Piştî biryara ”Encûmena Şûra Herêma Kurdistanê” min got mesele çareser bûye. Lê wa ye hîn bi tevgera Goran ra li hev nekirine.
Do 16 partiyên başûrê Kurdistanê ji parlamentoyê daxwaz kirin civîna xwe ya îro(19/8) ya derbarê gelşa serokatiya Kurdistanê da paşda bixe. Ji ber ku tevgera Goran hîn nehatiya îqnakirin.
Nûnerên Emerîka, yê Neteweyên Yekbûyî, yê Fransa û Îngilistanê bala kurdan kişandine û gotine heger hûn li hev nekin alîkariya bi we ra dibe ewê zirarê bibîne û bi vî rengî dom neke.
Problema esasî, partiyên kurd ne xwediyê dîtin û siyaseteke netewî ne, xwediyê siyaseteke hizbî ne.
Herkes li gorî berjewendiyên partiya xwe hereket dike. Heger ne wisa bûya tevgera Goran wisa nedikir. Xwedê aqilekî bide wan.
Û jixwe sebebê ku em heta nuha bindest mane ev e, partiyên me yên sereke, yên xwedî hêz ne xwediyê siyaseteke netewî ne…

XXX
Artêşa tirk vê sibehê bi leşkerekî giran(qala 23 hezar leşkerî tê kirin)ket nava Silîva û dest bi operasyonan kir. Li bajêr telefon, elektirîk, internet hatine qutkirin, lema jî kes baş nizane li bajêr çi dibe, çi nabe.
Li gorî hin xeberên di medyaya sosyal da belav dibin bi kêmanî 10 kuştî û gelek birîndar hene.
Lşeker û pûlis di nava bajêr da teroreke mezin didin meşandin û gelek dikan û mal dane ber gulan û şewitandine.
Bajar di bin hesargeha leşkeran da ye, kes nikane here bajêr û bajêr derkeve der. Waliyê Diyarbekrê dibêje ne ew dikane tiştekî bike û ne jî bersîva tu pirsan bide, ji ber ku operasyon rasterast ji Anqerê tê îdarekirin.
Medyaya tirk, bîrûraya Tirkiyê ya giştî, partî û hêzên çep û demokrat li hemberî vê terora dewletê ya li hemberî kurdan wek hertim dîsa bêdeng in, li kuştin û terorîzekirina kurdan temaşe dikin.
Hebûna dewleta tirk li Kurdistanê ne meşrû ye, hêzeke îşxalkar e. Lema jî ev zulm û terora wê dibê ji alî hemû hêz û partiyên kurd ve were mahkûkirin û ji bo rawestandina terora dewletê ji destê kê çi tê bike.
Lê li alî din jî meriv nizane ji PKKê û vê siyaset û vî şerê wan yê bêmane ra jî çi bibêje. Meriv fêm nake bi vî şerî dixwazin çi bikin û çi bi det xin?
Li aliyekî li dijî veqetandinê, serxwebûnê û dewleteke kurd in, partiya Tirkiyê ava dikin û li aliyê din jî ev şer?



XXX
Ken hertim ne ji ber dilşadî û bexteawriyê ye, carnan meriv ji derdan bi halê xwe dikene, bi rewşa gel û miletê xwe ya trajîkomîk dikene.
Siyasetmedarên me, partiyên me em xistine rewşeke pêkenînê, bawer bikin dinya alem jî bi kêmaqiliya me dikene…

18 augusti 2015

Nûrî El Malikî gotiye: Li Anqerê hat avakirin


Serokwezîrê Îraqê yê kevn Nûrî El Malikî gotiye, ”Daîş rêxistineke li Stenbolê û li Anqereyê hat plankirin”, yanî li Stenbolê û li Anqerê hat avakirin.
Ev tespîteke sedîsed rast e. Min heta nuha bi dehan car got ku Daîş başekî artêşa tirk û girêdayî Tirkiyê û bi sewq û îdareya Tirkiyê hereket dike. Rêxistineke taşaron ya Erdogan e û ji alî wî ve tê îdarekirin.
Û bi îhtîmaleke mezin serokê Daîşê yê herî mezin jî Erdogan e. Jixwe çend caran ev îdîa het kirin.
Wa ye Malikî jî eynî tişt dibêje.
Malikî li Tehranê, li Otêla Azadî di civîna çapemeniyê da bersîvên pirsên rojnamevanan da. Malikî got:
”Tirkiye piştgiriya Daîşê û El Qaîdeyê dike. Heger ne Tirkiye û Erebîstana Suûdî bûya Sûriye nediket vî halî.”
Malikî got, hukûmeta AKPê û Erdogan alîkariya Daîşê kir û li herêmê siyaseteke berfirehbûnê(yayilmaci) meşand. Tirkiya di bin siya AKPê da li ku derê hukûmeteke şîî ya jî nêzî şîiyan hebe li dijî wê ye.”
Malikî got, ”piştî ku Ewrûpayê deriyên xwe li Tirkiyê girt, Tirkiyê bi xewna Împaratotiya Osmanî hucûmî Rojhilata Navîn kir.
Çavê Tirkiyê di Sûriyê û Îraqê da heye û Erdogan jî serkêşiya vê siaysetê dike. Heger ne milîsên şîî bûna Tirkiye li Îraqê ewê bigihîşta armanca xwe. Van milîsan rê li ber Tirkiye girtin.
Yanî bi kurtî êdî her kesî armanca Erdogan ya ”antî û kurd”, mezhebî û ”antî şîa” baş fêm kiriye.
Û ya din jî hevalbendiya hukûmeta AKPê ya bi Daîşê û El Qaîdeyê ra. Ev hevalbendî jî êdî ji alî dinyayê ve bêyî minaqeşe tê qebûlkirin.

XXX


Nûnerê Emerîka Brett McGurk gotiye,
”Ji bo xatirê 1200 pêşmergeyên şehîd, ji bo ku ji kurdan rica bikim ku yekîtiya xwe biparêzin ez li Hewlêrê me.”
Çi eybeke giran e ku yekî emerîkî xwîna şehîdên me bibîra me dixe. Heger meriv fêm bike trajediyeke mezin e....
Diyar e vê nabêncîtiya Emerîka û rica Brett McGurk, ji bo îcar be jî netîce da û kurdan bi rengê zewaceke bêdil be jî li ser serokatiya Mesûd Barzanî li hev kirin. Mesûd Barzanî bi hemû desthilatên xwe ewê heta hilbijartina bê li ser kursiya xwe bimîne.
Baş e ku li hev kirin, lê lihevkirineke bêdil e, bi zora Emerîka, b

17 augusti 2015

Erdogan ji kefendiz jî xerabtir kir


Zorbatiya serokkomar Erdogan, mesela kefendiz anî bîra min. Li Tirkiyê het anuha gelek dîktator hatin ser hukim, leşkeran sê caran darbe çêkirin, lê tu kesî wek vî zalimê Erdogan nekir.
Vî zalimî ji hemû kefindizên berî xwe xerabtir kir. Piştî ku milet Erdogan nas kir, her kes rahmê li kefendizên berê wî tîne.
We gelekan mesela ”kefendiz” bihîstiye.
Dibêjin di wext û zemanekî da yekî kefndiz hebû. Îş û karê wî kefendizî bû. Kefendiz berî mirina xwe rojekê ban lawê xwe kir û jê ra got:

-Lawê min, tu zanî hemû jiyana min bi kefendiziyê derbas bû. Vaye ez li ber mirinê me, berî mirina xwe ez dixwazim temî û wesiyeta xwe li te bikim. Rica min ji te, tu yê vê wesiyeta min miheqeq bi cî bînî. Ji bo ku xelk û alem rahmetê li min bîne.
Lawê wî got baş e û wesiyeta wî jê pirsî.
Kefendiz got:
-Piştî ez mirim tu yê karê min bidomîne. Lê belê miriyê te kefenê wî dizî, singekî(darekî) jî têxe tabûta(qûna) wî. Min ev nedikir, lê ez dixwazim tu bikî. Wesiyeta min, rica min ji te ev e.
Piştî demekê kefendiz mir. Û lêwik jî li gorî wesiyeta bavê xwe dest bi kefendiziyê kir û bi rastî jî singek xist qûna her miriyê kefenê wî/wê didizî.
Ev ibreta giran tavilê li her derê belav bû. Milet ji hev ra digot:
”Xwezî bi kefendiz, rahma Xwedê li kefendiz be, qenekê wî tenê kefen didizî. Lê ev kefendizê nuh bi diziya kefen tenê nayê serî, di ser da singekî jî dixe tabûta(qûna) miriyan…”

Piştî 13 sal îdareya AKPê milet nuh fêm kir ku Erdogan ne kefindiz, lawê kefindiz e, Cemal Gursel, Kenan Evren li ba wî ne tu tişt in, avê li destê wî nakin. Lema jî xelk rahmê li yên berî wî tînin.

Tiştê we kiriye namerdî ye!


Pûlisên tirk do di medyaya sosyal da rismê gerîlayeka di dehê mehê da li Wartoyê şehîd ketibû şûttajî belav kirin. Dû ra diyar bû ku bi îhtîmaleke mezin gerîlaya şehîd Kevser Elturk e û ji Wanê ye.
Ev ne cara pêşî ye pûlis û leşkerên tirk heqaretê li termên gerîlayên şehîd ketine dikin, terman peçe dikin, serên wan, guhên wan jê dikin, ben dikin hustuyên wan û bi erdê ra dikşînin. Û dû ra jî risman belav dikin.
Tu peymaneke navnetewî ya şer qebûl nake heqaret li termê kesê mirî were kirin û were teşhîrkirin.
Lê tirk li hemberî kurdan qet guh dadin peymanên navnetewî, ji heqareta li mirî û zindiyên kurdan zewqê digrin, pê dilşa dibin.
Heger ne di hecim, mezinahiya cirmên Daîşê da be jî lê dewleta tirk jî li hemberî kurdan gelek sûc û cirmên ji yên Daîşê ne kêmtir kirine. Û wa ye îro jî dikin.
Helbet bi termê keçeka kurd ya şehîd lîstin, di medyaya sosyal da şûttazî teşhîrkirin ne însaniyet e, bêexlaqî û namerdiyeke mezin e.
Lê hêzên ewlekariyê yên dewleta tirk ji zulma li kurdan zewqê digrin, lema jî namerdî ji bo wan ne muhîm e û sînorê wê jî tuneye.
Dibê kurd, malbata keça şehîd li hemberî vê namerdiya dewleta tirk bêdeng nemînin û miheqeq li bepirsiyaran gilî bikin .

XXX
Neyartî û tahrîkên Erdogan û Bahçelî netîce da. Li gorî rojnameya swêdî Aftonbladet dinivîse faşîstên tirk li Alanyayê êrîşî kurdan dikin, dikan û malên wan dişewitînin.
Jixwe tiştê Erdogan û Bahçelî jî dixwazin ev e, dixwazin wek rûman û ermeniyan kurdan jî qir bikin û dest bidin ser mal û milkên wan.
Jiyana kurdên li Tirkiyê di nav tirkan da dijîn di xeterê da ye. Herêma herî ewle Kurdistan e, kesên kanibin vegerin Kurdistanê dibê vegerin.
Heger şer gurr bibe ewê li her derê êrîşî kurdan bikin...

XXX
Weleh min û xanimê îro gereke(piyaseke)pir baş kir, em çûn Hagelbyparken. Parqeke nêzî mala me ye û gelkî sakîn û xweşik e.
Em him têr geriyan û me him jî ji xwe ra bîstekê li mirîşk, kevroşk, hesp, mihî, beraz û bizanan temaşe kir. Kêf kêfa zarokan bû. Di wext û zemanê xwe da, dema zarok biçûk bûn me ew dibirin vê parkê. Îro jî em wek kal û pîr lê geriyan.
Û helbet me ji bo bîranînan çend rismên nemir jî girtin.

XXX
Belê, min û xanimê xurîniya(taştiya)xwe kir û em dikin derkevin piyaseya(meşa, gera)sibê. Em çay û qahwa xwe hazir dikin. Emê herin ber gola me, heta danê nîvro emê li peravên golê bigerin.
Şansê me heye, li nêzî mala me çiyên ger û seyranê pir in. Meriv dikane bibêje ev jî loto ya me lêxistiye...

XXX


Yê li hemberî vê zulm û terora Erdogan-Davutoglu dernekeve û edaleteke ji bo her ksî nexwaze ew jî hevalê zulmê û zaliman e.

16 augusti 2015

Li ser civîneke balkêş û nivîseke ji sosiretê jî wêdetir



Ji Kurdistana başûr grûbek rojnamevan do bi serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ra li Qesra Çankayayê hatin ba hev.
Derbarê hejmara rojnamevanan da min tu xeber nedît. Lê bi qasî ku di risim da xuya dike gelek in û hemû jî wek leşkeran li ber Davutoglu ketiene rêzê.
Gotineke tirkan heye,dibêjin:
”Ne eydî ye, ne seyran e, zavayê min çima ez maçî kirim?”
Davutoglu ne serokwezîrê Kurdistanê ye û ne jî serokwezîrê Îraqê ye, çima heqas rojnamevanên Kurdistana başûr li xwe top kir?
Çima ne rojnamevanên ereb, tirk, faris, tenê kurd ?
Çima ne civîneke ji bo hemû rojnamevanan, lê tenê ji bo kurdên başûr?
Ev samîmîyet, ev muhabeta ji ku tê û ji bo çi ye?
Diyar e Tirkiye dixwaze çend rojnamevanan ji xwe ra bikire, li Kurdistanê bike propaganîstên xwe.
Welhasil civîn bi serê xwe meriv dide fikirandin, madê meriv meriv jê digere. Miheqeq di vir da hesabekî tirkan, planeke wan heye.
Davutoglu li ciyê rehetiyê ban hewqas rojnamevanên kurd nake…
Û tabî ji ber ku “TIRKEKΔ ban wan kiriye, bi dehan rojnamevan ji kêfan firiyane û bi çargavî berên xwe dane Qesra Çankaya yê…
Ez werim xebera civînê.
Min xeber di Avestakurdê da xwend. Sernivîsa xeberê wiha ye:
“Kîjan rojnamevanê başûr çû serdana Davutoglu?”
Lê di xeberê da ne navê rojnamevanan û ne jî yê rojnameyan heye. Sernivîs tiştekî dibêje, nivîs tiştekî din e.
Li aliyê din kîjan rojnamevanî çi pirsî ye û Davutoglu jî çi bersîv daye, di xeberê da ew jî tuneye.
Ez perîşaniya zimanê xeberê didim aliyekî, nivîsekî gelî bêqalîte ye.
Ez dixwazim berê wek ibret çend numûneyan ji axaftina Davutoglu bidim.
Nivîsa xwedêgiravî li ser civînekê ewê me agahdar bike, dîrekt wiha dest pê dike:
”Davutoglu diyar kir ku di 1emîn Şerê Cîhanê de ji bo rûmeta gelê Rojhilata Navîn, Bexda, Mûsil, Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî û Basrayê cara dawîn li Kut'ul Ammareyê hatin bal hev û wiha dewam kir:
"Pişt re destên me ji hev du kirin. Welat ji hev du qetandin, ev têra wan nekir vê carê bajar jî perçe kirin, gotin 'Ev bajarê ereba ye', 'Ev bajarê tirka ye', 'Ev bajarê kurda ye', 'Ev bajarê sinuyan e."
Yanî ne tirkan, hinekên din Kurdistan perçe kirin û bi vê riyê destê me û tirkan ji hev qetandin.
Davutoglu dom kiriye:
"Dema ku li Sûriyê DAEŞê êrîş bir ser ereban me jî êrîşê DAEŞê kir lê ev êrîş ne dijî ereban bû; herwiha li Iraqê jî me dijî PKKê operasyon kir lê ev êrîşa ser PKKê ne dijî gelê kurd hat kirin. Îro li derveyî sînor birayekî me yê kurd zirarê bibîne ewil em ê herin hewara wî."
”Davutoglu got hin alî êrîşên ser PKKê wek dijî kurdan hatibe kirin nîşan didin û wiha dewam kir:
"Na hevalino, operasyonên ku dijî PKKê tên kirin ne li dijî gelê kurd in. Birayên me yên kurd ên derveyî sînor û birayên me yên tirk ên derveyî sînor ji bo me ezîz in, emanetên dîrokî ne. Dîrokê em kirine bira. Lewra di nav welatiyên me de welatiyên me yên kurmanc jî hene. Welatiyên me yên zaza jî hene. Welatiyên me yên tirk jî hene. Xizmên wan xizmên me ne jî, birayên wan birayên me ne jî. Kî bibêje Tirkiye dijî kurdan şer dike dê bêbextiya herî mezin li me bike."
Li hemberî van heqaret û gotinên Davutoglu yên berradayî û di esasê xwe da tinazpêkirina bi kurdan yek îtîraza rojnamevanekî, yek pirsa rojnamevanekî tuneye.
Tiştê meriv dibîne Davutoglu brîfîngek, konferansek daye rojnamevanên başûr û wan jî wek berxikan lê guhdarî kirine, tu kesî ne îtîraz kiriye û ne jî pirsek jê kiriye.
Avestakurdê ev xeber çima weşandiye, bi weşandina vê heqareta Davutoglu armanc çi ye min xwe fêm nekir.
Ji ber ku di xeberê da rojnamevanî sifir e, tenê cî û tarîx diyar e. Lê kî beşdar bûye, kê çi gotiye, çi pirsîye û Davutoglu çi bersîva daye tueneye?
Serokwezîrê dewleta welatê me îşxal kiriye fena ku em 25 milyon kurd ne di bin îşxala wan da bin gotiye ”welatê me perçe kirin, destên me, bajarên me ji hev qetandin” û li hemberî vê pêkenîn û heqaretê jî em nizanin rojnamevanekî tiştek gotiye ya na!
Balafirên Davutoglu gundekî me bombebaran kirine, 8 sivîl kuştine, lê ew ji komek rojnamevanên me ra dibêje, wan li Îraqê êrîş birine ser PKKî, ne kurdan. Fena ku gerîlayên PKKê ne kurd in û ne zarokên me ne.
Davutoglu gotiye, ”gava li derî sînor birayekî me yê kurd zirarê bibîne ewil em ê herin hewara wî." !
Ev gotina bi xwe heqareteke pir mezin, pêkenîna bi aqilê meriv e. Dibê meriv heqareteke wiha bêbersîv nehêle.
Fena ku yên her roj bi tonan bombeyan bi ser serên kurdan da dibarînin ne ew bin, fena ku yên her roj çend kurdan qetil dikin ne ew in.
Wek malpereke kurd meriv çawa dikane nivîseke hewqasî vala, hewqasî ji wesfê xeberê dûr biweşîne ez fêm nakim!
Ev heqareteke li xwendevanên Avestakurdê jî. Meriv bi rastî rojnamevan be, li gorî prensîp û exlaqê rojnamevaniyê hereket bike nivîseke wiha vala,rezîl bi peran jî naweşîne.
Şerm e!



15 augusti 2015

Ez dibêjim mêrik rast gotiye



Sosyologê fransiz Alaine Tourain, di hevpeyvîna xwe da gotiye,



” Tirkiye ji Kurdistaneke mezin ditirse.  Lê berî ku hûn bipirsin ez bibêjim. Ez bawer nakim ev krîz Kurdistaneke mezin bi xwe ra bîne. Ji ber ku hebûna kurdên li Tirkiyê pir esas e. Kurdên Sûriyê jî kurdên Tirkiyê taqîp dikin. Kurdên Îranê bi temamî di bin kontrola Îranê da ne. Li ortê tevgereke kurd ya serxwebûnxwaz ya xurt tuneye. Ya din jî di mesela yekîtiya kurdan da jî dibê meriv zêde ne umûdwar be. Kurd qebîleyên cihê cihê ne. Texmînkirina kapasîteya wan ya miletbûnê zor e.”

Bi dîtina min di van gotinên Alaine Tourain da para rastiyê pir e. Jixwe heger em ne perçeperçeyî û eşîr eşîr bûna, kapasîteya me ya miletbûnê hebûya em îro ne bindest bûn, em jî nuha xwedî dewlet bûn.
Û mixabin me hîn jî ev qonax li pey xwe nehîştiye, em hîn jî bi temamî nebûne milet. Hema meriv bala xwe bide dijminatî û şerê nabêna serok û partiyên me, meriv bi rehetî vê yekê dibîne.
Partiyên me yên herî xurt, yên herî bi hêz, yên ku ewê pêşengiya tevgera serxwebûnê bikin ji neyar bêtir neyarên hev in, di her warî da ji neyar bêtir şerê hev dikin.
Eşîran reng guhertiye, êşîrên do bûne partiyên îro û serokeşîr jî bûne serokên partiyan.
Herçiqas navê wan partî û siyasetmedar û lîder bin jî, lêbelê dîtin û ferast neguherî ye, hîn ya eşîrtiyê ye, her partî wek eşîrekê hereket dike, neyartiya eşîra din dike.
Lema jî di mesela netewî da li hev nakin, yekîtiyeke netewî çênakin. Ji berjewendiyên netewî bêtir, li berjewendiyên partiya xwe, yanî li nav û berjewendiyên eşîra xwe difikirin û li gorî wê tevdigerin.
Berê her serokeşîrekî dengbêj, çîrokbêj, xulam û bekoewanê wî hebû, îro rojnemeyan, telewîzyonan û medyaya sosyal dewsa wan girtiye, herkes pesnê eşîra xwe û serokeşîrê xwe dide û bi ruh û can neyartiya eşîra(partiya) din dike.
Heta ku rewşa me ev rewş, partiyên me ev partî û siyasetmedar û serokên me jî ev evserok bin, wek  Alaine Tourain jî gotiye ewê ji me tu quzulqurtek hasil nebe.
Yanî krîz çiqasî mezin be jî ewê Kurdistaneke mezin jê dernekeve. Ji bo ku em kanibin ji vê krîza mezin feydeyekê bibînin berî hertiştî dibê yekîtiya xwe ava bikin, dibê em dev ji neyartiya hev berdin, dibê ajan-provaktorên wek Bakî Gul û bi sedan yên wek wî di nava xwe da nehêlin. Xêra hev bixwazin, destê biratiyê dirêjî hev bikin. Û bi riya medyayê dev ji neyartiya hev berdin, buhtanan li jev nekin…
Tu milet bêyî yekîtiyeke netewî rizgar nebûye û nebûye xwedî dewlet. Heger em dixwazin Kurdistanê bibînin dibê em yekîtiyê biparêzin û partî û serokên din xayin û dijminê xwe nebînin...