Gelî kurdan, ev alîkariya Emerîka bi PYDê û Kobanê ra bûyereke pir mezin e, tê maneya naskirina PYDê û kurdên Sûriyê. Tê maneya guhnedana îtîrazên Tirkiyê ye.
Heger PYD û PKK vê destpêkê xera nekin, têkiliyên xwe bi Emerîkayê ra xweş bikin û pêşdatir bibin, derxin mistewa hevkariyeke daimî û dev ji îdeolojiya çepîtiyê berdin KURDISTAN çê bûye, li ber çêbûnê ye...
Lê helbet Tirkiye jî ewê rehet nesekine, ewê bixwaze vê nêzîkayî Emerîka ya bi kurdan ra sabote û xera bike.
Ji bo ku ev tifaqa kurdan(PYD, PKK) û Emerîka xera bibe û Emerîka dev ji alîkariya PYDê û kurdên Kurdistana rojava berde çi ji destê Tirkiyê were ewê bike. Ne zorê tenê, ewê dest bi gelek fêlbaziyan û xapandinê jî bikin.
Ji bo sabotekirina têkiliyên Emerîka û kurdên Sûriyê dema dem were şelafiya tirk nekin tuneye.
Lê Tirkiye bi serê xwe, bêyî alîkariya kurdan nikane têkiliya Emerîka û PYDê û ya kurdên Sûriyê xera bike. Ji bo xerakirinê dibê hin kurdan bikar bîne, hin kurdan bigre ba xwe. Wek di Lozanê da kurd xapandin û dû ra jî yeko yeko bi darda kirin.
Nuha jî heger em ne jîr û saxlem bin dîroka dikane tekerur bike, dîsa bi navê ”biratiyê” rê li ber avabûna Kurdistanê bigre.
Ev tahlûke heye û him jî mezin e.
Tirsa min ya herî mezin ji Ocalan e. Ez ditirsim tirk wek berê jî kirine, îcar jî têkevin bin Ocalan û jê ra bibêjin ”em kurd û tirk birayên hev in” çi îşê Emerîka di nabêna me da heye, bira ji nabêna me vekişe, emê xwe bi xwe mesela xwe hel bikin.
Hûn guh nedin zartezûrtên Erdogan, ji bo ku rê li ber azadiya kurdên Sûriyê bigre dikanin Ocalan bidin ser serê xwe, heta ku karê xwe pê beqedînin.
Bi qasî ku xuya ye qirêdîya hukûmeta AKP li ba Qendîlê di binê sifirê da ye, loma jî xapandina wan bi min hinekî zahmet xuya ye. Lê ya Ocalan ne wiha ye.
Loma jî dibê haya PKKê ji van lîstik û planên tirkan hebe û rê nede Lozaneke dubarekirina Lozaneke nuh.
Heger Ocalan nexwaze, neyê lîstika dewleta tirk, nabêna Emerîka û PYDê û PKKê xera nabe. Ev hevkarî ewê bêtir pêşda here. Ji ber ku li herêmê bêyî kurdan tu miletekî din, tu hêzeke din nabe dost û hevakrê Emerîka.
Lê Ocalan bixwze, gurra tirkan bike, were lîstika wan dikane vê fersenda dîrokî xera bike.
Loma jî ez hêvî dikim ku PKK û PYD haya wan ji van lîstik û dek û dolabên tirkan hebin û careke din bi sozên tirkan nexapin û nabêna xwe û Emerîka xera nekin. Ebeden guh nedin sozên hukûmeta AKPê.
Heger nabêna me û Emerîka carê xera bibe çû ji me da, tê maneya qezenckirina Tirkiyê. Ev şertên dîrokî ku îro li Sûriyê ji bo miletê kurd peyda bûye careke din peyda nabe. Dibê ji vî şerî miheqeq em bi serketin, bi qezenceke netewî derketin, kurd li welatê xwe bibin xwedî desthilat.
Dibê em ji bîr nekin ji bo serketina me li Kurdistana bakur û rojava hewcedariya me bi piştgiriya Emerîka û Rojhilat heye. Bêyî piştgiriya wan em çiqasî xurt bin jî, çiqasî fedekariyê û qehremaniyê bikin jî têrê nake, dibê ev dewletên xurt ku îro dinya di destê wan da ye piştî nuxteyekê piştgriya me û mafê me yê rewa bikin.
21 oktober 2014
20 oktober 2014
Tirk xwe biçirînin jî Kurdistanê çê bibe
Ji bo çênebûna Kurdistanê di destê tirkan da bêyî, zulmê,
terorê û kuştinê tu tiştekî din tuneye.
Û ji xwe ji roja Tirkiyê ava bûye û virda ye ew viya dikin.
Lê her ku wan zulma xwe zêde kiriye, her ku em kuştine, her ku bi me ra pûştî û bêbextî kirine, tim ew li zirarê derketine.
Ev zulma wan di dema dirêj da bi kêrî me hatiye, em bêtir şiyar kirine, em gîhandine hev û hinekî din jî nêzî azadî û serxwebûnê kiriye.
Bala xwe bidinê li Kobanê jî xerabiya wan ji wan ra ma.
Netîceya pûştiya li Kobanê bi me ra kirin, kurd wek ferdên yek miletî beziyan alîkariyahev.
Hêzên kurd yekîtiya xwe çêkirin.
Emerîka û gelek dewletên Ewrûpî bûn mitefikên me.
Emerîka, Nato û Yekîtiya Ewrûpayê careke din dîtin ku bawerî bi Tirkiyê nabe.
Yanî erê tirk bi vê siyaseta xwe ya hov û antî-kurd zirareke mezin didin me, lê belê di dema dûr dirêj da ew li zirarê û em li karê derdikevin.
Heger ne ev siyaseta dijminane ya hukûmeta AKPê bûya kurd di warê his û siyasî da hewqasî ji Tirkiyê dûr nediketin û hewqasî nedibûn alîgirên Kurdistaneke serbixwe û dewleta kurd.

XXX
Çeteyên Daîşê,
kincên wan reş,
riya wan reş,
ala wan reş,
dilê wan reş,
dixwazin însaniyetê ji sedsala 21ê,
ji ronahiyê bibin tarîtiyê, dinyake reş,
bibin serdema navîn ya wahşet û hovîtiyê.
Gerîlla û pêşmergeyên kurd li hemberî vê hêza reş
û mitefikên wê yên telaqreş
ji bo dinyake azad,
ji bo ronahiyê,
ji bo însaniyetê,
edaletê,
wekheviyê û demokrasiyê şer dikin.
Ronahî ewê zora tarîtiyê,
azadî û demokrasî ewê zora teokrasiyê bibe

Spas Obama !
Artêşa Amerîkayê bi beyaneke nivîskî diyar kir ku wan bi
balafirê hin sîleh, cebilxane û derman gîhandine şervanên YPG-ê û YPJ-ê yên li
Kobanê li hemberî çeteyên Daîşê şer dikin.
Yanî korîdora Tirkiyê venedikir Emerîka ji hewa vekir.
Heyra bi Xwedê Emerîka mêr e, ji kesî natirse. Gava bixwaze çêyiyê jî xerabiyê jî dike.
Nuha xurê girtiye canê Erdogan û Davutoglu. Rebenan newêrin Emerîka tehdîd jî bikin.
Lê di van rojên teng da vê çêyiya Emerîka Emerîkayê emê tu carî ji bîr nekin.
Di beyanê tê diyarkirin ku çek ji aliyê Herêma Kurdistana Federal ve hatine şandin.
Min nuha gelkî dixwest li Erdogan, Davutoglu û Hakan Fîdanê xwefiroş û guhdarî bikira.
Îşê kurdan berbî başiyê ve diçe, hêvî dikim em vê fersendê baş bi kar bînin.
Bi xwedê li vê dinyayê bêyî Emerîka kes nikane ji heqê tirkan derkeve. Ez hêvîdikim Obama baş li wan were xezebê..
Spas Emerîka,spas Obama, em spasdarê we ne

Ji bo alîkariya serok Barzanî, hukûmeta Kurdistana başûr û
Emerîkayê ya bi Kobanê ra hezar carî spas.
Bijî yekîtiya hêzên kurd, bijî hevkariya bi Emerîka û hêzên koalîsyonê ra.
Bimre qeleşî û bêbextiya tirkan!
Bijî yekîtiya hêzên kurd, bijî hevkariya bi Emerîka û hêzên koalîsyonê ra.
Bimre qeleşî û bêbextiya tirkan!
XXX
Serokkomarê Tirkiyê yê zirzop di dema vegera xwe ya ji
Afganîstanê, di balafirê da gotiye:
” PYD nuha ji bo me wek PKKê ye, ew jî rêxistineke terorîst e. Loma jî em him piştgiriya Emerîka û Natoyê şaş dibînin û him jî ne mimkûn e ku em daxwaza alîkariyê qebûl bikin.”
Heta nuha PKK terorîst bû, nuha wa ye PYD jî bû terorîst. Esas li gorî Erdogan, bêyî kesên bêxîret, xwefiroş û hevalbendên dewletê hemû kurd û rêxistinên kurd terorîst in.
Ne hewceye meriv zêde dirêj bike, hema heger ji me we ra dibê em vî Erdoganî li van gotinên wî poşman bikin.
A hîn jî yek parlamenter û wezîrekî ”kurd” ji AKPê îstîfa nake.

Rojnamevanê kurd Merwan Îsmaîl ji ser sînorê Kobanê got,
”weleh çavê gelê Kobanê li höviya du tiştan e, li asîmanan li balafirên Emerîka
û li başûrê Kurdistanê li yekîtiya kurda ye…
Ne çavê gelê Kobanê tenê, çavê hemû kurdan gav û saetê li balafirên Emerîka û li banga yekîtiya kurda ye..
Ne çavê gelê Kobanê tenê, çavê hemû kurdan gav û saetê li balafirên Emerîka û li banga yekîtiya kurda ye..
Huda-Par li hemberî kurdan beşek ji Plana B ya Erdogan e
Heta nuha min digot di nava Huda-Parê da hin ajan û merivên
dewletê, hin hizbullahên neyarên gelê xwe hebin jî, lê Huda-Par dikane ne
partiyeke dewletê be, ji alî MITê ve nehatibe avakirin.
Lê piştî temaşekirina vîdeoya civîna HUDA-PARê, BBPê, DAIŞê,
IBDA-C, MHPê, AKPê û hin merivên dewletê û MITê ya di 7ê mehê da li Stenbolê li
qerergeha IBDA-Cê, êdî min baş bawir kir ku Huda-Par di çarçeweya Plana B da ji
alî hukûmeta AKPê li dijî kurdan û ji bo prowaksyonan hatiye avakirin.
Di nava van du salên bêşer û aramiyê da hukûmetê li dijî
PKKê û kurdan Planên B, C, D amade kirin.
Çêkirina qereqol û qaleqolan, kirîna hin çekên nuh û
çêkirina Huda-Parê jî beşek ji Plana B ya Erdogan e.
Helbet hemû endam û alîgirên Huda-Parê ne Daîş, ne faşîst û
merivên MITê ne, di nava endaman da gelek kesên saf û nezan jî hene.
Lê kesên berpirsiyar, kesên di qedema jor da sedîsed ne
paqij in, ajan-provaktor û neyarên gelê xwe ne.
Heger meriv bikanibe kesên saf û nezan ji vê tevgerê dûr
bixe pir baş e.
Di rojên pêşda hukûmet wek di dema protestoyên Kobanê da li Diyarbekrê kir, ewê gelek carên din jî Huda-Parê li hemberî kurdan û tevgera kurd ya netewî bi kar bîne. Dibê kurd vê plana hukûmetê bi rengekî sîstematîk îfşa bikin.

Telewîzyona Rus Russian Today, ji Kobanê dîmenên ku çeteyên
Daîşê li Kobanê bombeya fosforê bi kar anîye weşandiye.
Telewîzyonê, ji birînên xelkê siwîl nîşan daye ku çeteyên Daîşê bi rastî jî li Kobanê li hemberî li gerîlla û xelkê swîl bombeya fosforê bi kar aniye.
Berê jî ev yek hat gotin, lê aliyê kurdan zêde neçû ser. Bi dîtina min ev tiştekî pir cidî ye. Dibê PYD û hemû partî û saziyên kurdan vê yekê sivik negirin.
Bi baweriya min çeteyên Daîşê vê yekê bêyî destûra Tirkiyê bikar naynin, miheqeq haya Tirkiyê ji vê yekê heye.
Ji xwe li Sûriyê jî dîsa bi emir û destûraTirkiyê gaza sarîn bi kar anîn.
Loma jî dibê kurd ji Tirkiyê daxwaz bikin ku çeteyên wan cardin sûcekî wiha nekin. Heger bikin berpirsiyar Davutoglu û hukûmeta AKPê ye.
Dibê PYD û aliyê kurd vê yekê ragihînn Emerîka û hêzên koalîsyonê jî.

19 oktober 2014
Îdîa Kemal Burkay ”aliyê kurd jî ne hazir e” sivikkirina sûcê hukûmeta AKPê ye
Seokê Hak-Parê birêz Kemal Burkay di rojnameya Zemanê da bi Arîfe
Kabil ra hevpeyvînek kiriye.
Burkay, di hevpeyvîna xwe da dibêje, ji bo çareserkirina mesela kurd ne dewlet
tenê, ”aliyê kurd jî ne hazir e. Ez ji alî dewletê tenê ve lê nanêrim. Kurd jî
ji aliyekî da ji bo çareseriyê baş ne hazir in. Kîtleya tevgera kurd ya siyasî
di warê siyasî da perçe bûye.”
Îdîa aliyê kurd jî ji bo çareseriyê ne hazir e him ne rast e û him jî sivikkirina sûcê hukûmeta AKPê ye. Yanî di vê netîceyê da sûcê PKKê jî heye.
Ev, buhtaneke bêbingeh e. Ev su salin hukûmetê bi riya Ocalan çi xwest PKKê ew kir.
PKKê heta nuha yek gav jî bêyî emrê Ocalan neavêtiye. Hukûmetê gotiye îro ne sibe, PKKê, qebûl kiriye. Dû ra hinekî din dirêj kiriye û hinekî din û hinekî din.
Yanî hukûmetê tim wext dirêj kiriye û PKKê bêdil be jî dawiya dawî tim qebûl kiriye.
Yanî hukûmetê heta nuha negotiye ez viya, viya didim û PKKê jî ne gotita na, ez viya qebûl nakim.
De îcar çawa ”aliyê kurd jî ne hazir e”, ez qet fêm nakim.
Efendim ”tevgera kurd ya siyasî perçe bûye”, weleh qet jî perçe nebûye.
Rast e derî PKKê Hak-Par û hin partî û komên siyasî yên biçûk jî hene, fikrên wan ne wek çareseriya PKKê ye.
Lê belê ev yek nayê maneya tevgera kurd perçebûyîye û loma ne dewlet tenê, kurd jî çareseriyê naxwazin.
Heger Burkay bi rastî bi demokrasiyê bawer dike û hurmeta wî ji raya piraniyê ra heye, wê demê her kes dizane ku rayên Hak-Parê û hêzên derî PKKê ji sedî yek jî tunye. Di hilbijartinên dawî da Hak-Parê li seranserê Tirkiyê û Kurdistanê li dora 40 hezar rayî girt. Yanî meriv nikane bi vê hêzê bibêje tevgera kurd ya siyasî perçe bûye. Perçebûnên wiha tu carî naqedin, ewê tim û tim hebin.
Bi dilê me be, ne bi dilê me be piraniya kurdan çareseriya PKKê û hukûmetê qebûl dikin.
Ez jî li dijî pêşniyara PKKê me, wê kêm dibînim. Lê netîce îro piraniya kurdan bi wan ra ye û ew piranî çareseriya PKKê û hukûmetê qebûl dike.
Yanî ji ber ku ez wek PKKê nafikirim ezê bibêjim tevgera kurd ya siyasî perçe bûye?
Loma jî îdîa Burkay ”kurd jî ji çareseriyê ra ne hazir in” ne rast e, bi gotineke herî sivik, kêmkirina sûcê hukûmetê û bi rengekî neheq sûcdarkirina PKKê û kurda ye.
Heger hukûmet bi rastî samîmî be ewê pakêta xwe ya çareseriyê têxe dengdanê, miletê kurd ewê raya xwe bide.
Heger pêşniyara hukûmetê û PKKê ne li gorî dilê Burkay û kurdên derî PKKê be, ewê jî bi pêşniyara xwe derkevin hemberî milet.
Demokrasî wiha ye, raya piraniyê ye, şaş be jî, ne li gorî dilê meriv be jî dibê meriv hurmetê jê ra nîşan bide…
Bersîva Burkay ya dawî jî ez matmayî hîştim û wek kurdekî ez xemgîn kirim.
Li ser pirsa tu fêrî jiyana vira(Tirkiyê, Anqerê) bûyî ya na, Burkay gotiye, ”Fêrbûna tevliheviya vira zor e. Ji min dipirsin gelo ez fêrî vira bûm ya na. Vira memlektê(welatê)min e, ji xwe ez ji Tirkiyê çûm.”
Heyf, serokê partiyeke kurd e lê dîsa jî Kurdistanêwek welatê xwe nabîne. Serokekî kurd ji Tirkiyê ra hîn dibêje Tirkiyê welatê min e, hîn xwe ne ji Kurdistanê, Mazgîrtê û Dêrsimê,xwe ji Tirkiyê dihesibîne. Hîn di dil û şiûrê wî da ne Kurdistan, Tirkye welatê wî, warê wî ye…
Ez bawer dikim trajediyên wiha ancax li ba kurdan hebin.
Miletekî ku hebûna meriv, zimanê meriv, muzîka meriv,navê meriv, sîmbolên meriv qebûl neke, ji hemûyan nefret bike, lê meriv dîsa jî wek kurd xwe ji wî welatî, ji wê civatê bihesibîne, bi rastî jî tiştekî pir û pir ecêb e…
Bi Xwedê heta ku siyasetmedar û serokên ku Tirkiyê welatê xwe bihesibînin, li peravên Bodrumê, Dîdimê, Çeşmeyê û Kûşadasiyê havîngehan bikirin, tahtîlên xwe li wan deran biborînin serok û rêberên me bin, em çi qehremaniyan bikin, jî, bi sedhezaran şehîdan bidin jî vala ye, em tu havilê nakin.
Çare dibê em xwe ji siyasetmedar û serokên wiha xelas bikin, dibê kesên ne tenê bi dev û belavokan, bi ruh û canê xwe, bi hest û şiûrê xwe kurd û Kurdistanî ne bikin siyasetmedar û serokên xwe…

De bes e li hev bikin !
Ev pênc roj in civînên hêz û partiyên kurdên Sûriyê li
Duhokê dom dikin. Bi îhtîmaleke mezin ewê îro roja dawî be.
Di demeke ku welat û gelê meriv di bin êrîşên hewqas hovane de be, rojê bi dehan pêşmerge û gerîlla werin kuştin meriv 5-6 rojan civînê çênake.
Sebebê vê jî li ser çend nûnerên kêm zêde ne, her alî dixwaze çend nûnerên(delegeyên)wî zêde û yê aliyê din kêm be.
Bi rastî şerm e, di demeke ku man û nemana kurdan mewzîbahis e yên me hîn li ser çend nûner û kursiyan li hev nakin.
Bira, dema Koban ket, Kurdistana rojava ket bin destê Daîşê û Tirkiyê çend nûnerên te zêde û yên wî kêm bin çi ferq dike, hûn û nûnerên xwe bi hev ra ji ortê rabin.
Ma hûn fêm nakin?
Ez ketime bextê we, li hev bikin û kêfa neyaran xweş nekin.
Dibê hêzên kurd yên Kurdistana rojava ji Duhokê bi bangeke yekîtiyê mizgîniyê bidin gelê xwe. Eksê rûreşî û felaketa me ye.

Bersîveke mêrane
Serokê PYD Salih Muslim, mulaqetek bi rojnameya Alman Zeit rakiriye.
Muslim, di mulaqata xwe da gotiye, bi tirkan ra ”kurdofobî” heye, tirsa kurd wer di dilê wan da ye.
Serokê PYD Salih Muslim, mulaqetek bi rojnameya Alman Zeit rakiriye.
Muslim, di mulaqata xwe da gotiye, bi tirkan ra ”kurdofobî” heye, tirsa kurd wer di dilê wan da ye.
Ev bersîva Muslim bi Ozlem Topçiya tirk ku li ser navê Zeitê
bi Muslim ra hevpeyvîn kiriye xweş nehatiye, loma jî gotiye, ”dibe ku tirsa
PKKê be.”
Salih Muslim bersîveke pir xweş daye, gotiye,
Salih Muslim bersîveke pir xweş daye, gotiye,
“Na, na, ji tu tiştekî kurdî hez nakin. Dixwazin tavilê ji
ortê rakin. Serokkomarê berê Demirel gotibû, ”kurd li Efrîqa Başûr jî
serîhildin li wir jî emê şerê wan bikin…
Bersîveke xweş, rast û wek camêran daye, wek hin
siyasetmedarên me yên reben ji Tirkiyê û miletê tirk ra şelafî nekiriye,
daxwaza mişterek ya dilê hemû tirkan gotiye.
Bi kêmanî ji sedî 99ê tirkan, dibêjin heger kurd li vê
dinyayê tunebûna wanê rehet bikira, ewê gelkî bextewartir bûna.
Kesê bibêje derew e, ne wiha ye, ez zêde dikim, bira derkeve
hemberî min, bira bi çêyiya tirkan eksê wê îspat bike
XXX
Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî gotiye, ”Tirkiyê daxwaz ji
hikûmeta Iraqê û kabîneya wî kiriye ku hikûmeta nû li dijî PKK-ê şer bike û
PKK-ê ji herêmên parastinê û ji xaka Iraqê derxe.”
Gotina Ebadî baş e, lê negota jî dibê PKKê û kurdan
bizanîbûya ku Tirkiyê daxwazek wiha ji Îraqê kiriye.
Esas Erdogan dixwaze hemû dinya li hemberî PKKê û kurdan şer
bike. Ji xwe wezîfa Erdogan û hukûmeta AKPê ya esasî ev e, dibê PKKê û tevgera
kurd li Kurdistana bakur û rojava ji ortê rake.
Erdogan bi fikir û îdeolojiya xwe ji Devlet Bahçeliyê faşîst
xerabtir e.Erdogan hebûna xwe bi tunekirina kurdan ve girê daye…
XXX
Dibê kurd ji tu tiştekî tirkan yê ser kurdan bawer nekin.
Hemû medya tirk, her tirk wek MIT-ekî difikire û dixbete.
18 oktober 2014
Heger em naxwazin wiha tim di bin nigên tirk, ereb û farisan da wek kêzikan bipelixin dibê em jî bibin xwedî dewlet
Weleh heger serok û hêzên kurdan yên Kurdistana bakur, başû û rojava bi hev nekevin û di nava xwe da tifaqek netewî çêkin, em azad bûne û Kurdistan jî çûbûye. Bi kêmanî dîtina wan rojan nêz e.
Şertên der û hundur, dem, dîrok û dewletên dikanin bibin mitefikên me jî ji me yekîtiyeke netewî dixwazin.
Lê heger em ykîtiyê çênekin û ji bo vê meselê ya jî wê meselê, ji bo çend nûneran li hev nekin çû ji me da.
Wê demê ne hêza me yek bi yek têra serketinê dike û ne jî Emerîka, Yekîtiya Ewrûpa û dinya alîkariya me dike.
Ev yek pir vekirî ye.
Ev yek pir vekirî ye.
Ez bawer dikim hemû serok û siyasetmedar vê rastiyê dibînin û dizanin. Dizanin, ji ber ku ew bi xwe di nav da ne, Emerîka viya ji wan dixwaze.
Piştî ku em bindest man hêza vê partiyê ya jî wê partiyê xurt bûye ewê çi be, hema bira hemû nûner yên wê bin.
Heger kêm nûnerî û yekîtî ewê mutefikan jime ra çê bike, ewê me azad bike, me bibe zaferê dibê meriv qebûl bike.
Ya muhîm qezenckirin e, bi kîjan hawî, bi kîjan rêxistinê, bi çend nûneran ev qet ne muhîm e.
Ma rûniştina Emerîka bi Salih Muslim ra qey tiştekî biçûk ?
Dibê em vê îmkanê, vê fersendê ji dest xwe bernedin û pir û pir qîmeta wê bizanibin.
Dibê em vê îmkanê, vê fersendê ji dest xwe bernedin û pir û pir qîmeta wê bizanibin.
Heger Salih Muslim û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ne li hev bûna, hukûmeta Kurdistana Federe piştgirî neda PYDê hevdîtineke wiha mimkûn nedibû ?
Yanî heger hevdîna Salih Muslim bi Emerîka ra mumkûn bûye ev bi xêra yekîtiyê ye, bi saya hewildanên serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.
Heger ev nîvdewleta me li başûr tunebûya kesî nikanîbû telefonî Qesra Spî bikira û ji Obama alîkariyê bixwesta.
Emerîka hewqasî guh nedida gotinên Barzanî, Barzanî nikanîbû biba nabêçî jî. Yanî ev giranî xêra hebûna statuya kurdên başûr e. Xelk li gel wan muamela dewletê dike.
PKK û PYD çiqasî xurt bin jî nikanin telefonî Qesra Spî bikin, nikanin dîrek bi Emerîka ya jî bi Fransa û Îngilistanê ra têkevin têkiliyê.
Ji ber ku li başûr statuyeke kurdan heye, kurd li wir nêv dewlet in loma kurd dikanin hin têkiliyan deynin.
Tahl be jî, ne xweş be jî, bêedaletî be jî sîstema dinyayê wiha dixebite, dibê statuyeke meriv hebe.
Loma jî me hemû kurdan nuha baş fêm kir ku dewletbûn çiqasî muhîm e, dewleta meriv tunebe meriv di ber nigan dihere, di bin nigên miletên xwedî dewlet da dipilexe.
Ji ber vê yekê jî dibê kurd êdî siyasetmedar û serokên dewletê ji kurdan ra naxwazin wek siyasetmedar û serokên xwe qebûl nekin. Kesên wiha protesto bikin, li wan guhdarî nekin.
Kurd miletekî dilovan e
Piştî îşxala Mûsilê bi kurdan û xiristiyan ra bi sedan jî
filistînî hatine Kurdistanê û Hewlêrê. Hukûmeta Kurdistanê ew di kampan da bi
cî kirine û li wan dinêrin.
Û ereb jî bajarên kurdan îşxal dikin, serê kurdan jêdikin, tecawizî jin û keçên kurdan dikin û wan wek xenîmeta herbê difroşin.
A ev jî ferqa me û ereba ye.
Kurdan li Mûsilê û gelek derên din bi kurd, ereb, suryanî, asûrî û ermeniyan ra tirkmen jî ji wahşeta Daîşê xelas kirin.
Lê îro hukûmeta AKPê derî li ser kurdan girtiye, nahêle kurd alîkariya hev bikin, li hêviye ye ku Daîşê zora kurdan bibe û li Kobanê qetlîamekê çêke.
Tirk li bajaran kurdên ku êrîşên Daîşê protesto dikn lînc dikin.
A ev jî ferqa me tirka ye
Nemirovatiya tirk û ereban bêguman dibê me jî ji însaniyetê dûr nexe, me jî wek ereb û tirkan, Xwedê neke, neke faşîst û cinawir. Kurd miletekî medenî û bi rahm e, dilovan e. Zulmê li kesî nake, tim destê alîkariyê dirêjî însanan dike.
Dibê em ji vê humanîzma xwe, ji vê însaniyeta xwe tu carî dûr nekevin.
Lê li alî din dibê em neyarên xwe jî baş nas bikin. Ev trajediya hat serê me dibê hinekî hişê me bîne serê me. Dibê em kurd bi çavê bira li hev binêrin, neyartiya hev nekin, di rojên teng da ji me bêtir kes ne dostê me ye.

Dewleta meriv tunebe meriv di ber nigan dihere, di bin nigên miletên xwedî dewlet da wek kêzikan dipilexe.
Wek nuha kurd dipelixin.
Dewleta meriv tunebe meriv di ber nigan dihere, di bin nigên miletên xwedî dewlet da wek kêzikan dipilexe.
Wek nuha kurd dipelixin.
Heger em naxwzin tim wiha di bin nigên ereb, tirk û farisên
xwedî dewlet da wek kêzik û bihukan bipelixin, dibê em kurd jî miheqeq bibibn
xwedî dewlet.
Ev jî bi yekîtiyê mimkûn e.
Ev jî bi yekîtiyê mimkûn e.
17 oktober 2014
Daîş ji bo însaniyetê ji vîrusa Ebolayê jî xetertir e
Micadele û şerê kurdan li hemberî çeteyên ereb û tirkan Daîşê bi qasî micadela
li hemberî vîrusa Ebolayê mezin û muhîhm e.
Heta meriv dikane bibêje jê jî muhîmtir e.
Heta meriv dikane bibêje jê jî muhîmtir e.
Bi dîtina min îdeolojî û felsefa Daîşê, baweriya wa nya dînî
ji bo însaniyetê ji vîrusa Ebolayê jî xerabtir û tahlûketir e.
Di sedsala 21ê da serîjêkirin, êsîrgirtin, kolekirin û
firotina jinan û zarokan ji bo însaniyetê îdeolojiyeke ji vîrusa Ebola jî
tahlûketir e. Dibê hemû dinya medenî li hemberî vê îdeolojiya îslamî bi hev ra
tedbîrên mezin bigre.
Çimkî çeteyên Daîşê tam ne însan û ne jî heywan in. Erê ji
alî fizîkî va dişibin însanan, lê bi dîtin, baweriyên xwe yên dînî, îdeolojî,
bi wahşet û kirinên xwe ne însan in.
Lê belê naşibin heywîn jî. Ji ber ku bi kirinên xwe ji
heywanê herî dirinde jî hovtir in.
Însên wek pez şerjê dikin û kezeb û pişika însên dixwin, vê
wahşta xwe di înternetê da li dinyayê belav dikin.
Yanî çeteyên Daîşê mexlûqatekî di orta însên û heywîn da ne.
Dibê patalog û bîyolog navekî li vî tebayê, li vî mexlûqatê nuh yên ji zuriyeta
ereb û tirk û ji miletên misilman sadir bûne bikin.
Bi baweriya min Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê çiqasî pesnê gernasiya
şervanên kurd bidin, çiqasî alîkariya kurdan bikin jî hindik e, ji ber ku
miletê kurd, pêşmerge û gerîllayên kurd ji bo ku dinya ji vê vîrusa ji Ebolayê
jî tahlûketir xelas bibe, micadeleyeke mezin didin, şerekî bêhemmpa dikin.
Loma jî alîkariya çekan û lojîstîk hindik e, dibê Emerîka û
Ewrûpa Kurdan bi dewletekê, bi Kurdistana serbixwe perû(xelat) bikin. Ancax wê
demê, dinya medenî, însqaniyet dikane ji bin çêyiya kurdan, ya pêşmerge û
gerîlayên qehreman derkevin…
XXX
Kurdan dest bi xwarina fêkiyên yekîtiyê kirin
Piştîn lihevhatina PYDê û PDKê, Salih Muslim û serokê
Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, Emerîka li Duhokê bi serokê PYDê Salih Muslim
ra rûnişt û belkî jî bi hev ra stratejî û taktîkên li hemberî çeteyên Daîşê û
Tirkiyê minaqeşe kirin.
Heger yekîtiya kurdan xera nebe, wiha dom bike, sibe, dusube
Emerîka ewê bi PKKê ra jî rûne.
Yanî meriv dikane bibêje ev fêkiyên yekîtiyê ne, dema kurd
li hev bin û yekîtiya xwe çêkin, dinya jî ewê bibe alîakrê kurdan, gotina wan
jî ewê li dinyayê pere bike.
Ji herkesî bêtir dibê PKK qîmeteke pir mezin bide vê
destpêkê, vê alîkariya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî.
Meriv xwedî dewlet, xwedî statu be wiha ye, xelk bi meriv ra
rehettir rûdine.
Heger PKK şaşiyekê neke , bi serok Barzanî û hukûmeta
Kurdistanê ra têkiliyên xwe xera neke û guh bide serok Barzanî, ewê li karê
derkeve, mohra terorîstiyê di demeke nêz da ewê ji ser rabe. Wek PLO ewê jî li
dinyayê bibe hêzeke muteber, hêzeke xwedî giranî. Û ev jî jin bo azadiya me
kurdên Kurdistana bakur pir û pir mûhîm e. Kêmasiya me, problema me Emerîka û
Yekîtiya Ewrûpayê li dijî me ne, me nas nakin, piştgiriyê nadin me.
Rûniştin aEmerîka bi Salih Muslim ra, beyanên Almanya emê
çekan bidin PKKê şoreşeke mezin e, dibê PKK vê îmkanê heder neke.
Dibê PKK, nehêle hin elewiyên çep û tirkên kemalîst vê
destpêka tarîxî sabote bikin, di medya PKKê da gav û saetê antî Emerîkaniyê û
”antî-emparyalîsmê” bikin.
Prenumerera på:
Inlägg (Atom)