03 augusti 2018

Tirkiyê em kirine tirk em radikevin




Tirkan em kirine tirk lê em radikvin. Fermo bixwînin bibînin bê em çawa bûne tirk.

Miradxan Şemzînî li ser tesîra asîmîlasyona li herêma Şemzînan nivîseke pir metirsîdar nivîsîye. Şemzînî gotiye li Şemzînan ji % 40-45ê gel di navbera xwe de bi tirkî dipeyive. 

Ji %90ê zarokan bi hev ra bi tirkî dipeyivin. 

Tirkî ketiye gundan û êdî li gundan jî xelk bi hev ra bi tirkî dipeyive, bi taybetî jî xort û keç bi tirkî dipeyivin.

Tişt Miradxan Şemzînî dibêje felaket e, tirkan pişt li me şikandine û em kirine tirk. Heger bajarekî wek Şemzînan rewş ev e, ku rastî ev e, kurdî li ber mirinê ye.

Heger kurd di demeke nêz da statuyeke siyasî, bi kêmanî perwerdeyiya bi kurdî bi dest nexin, çû ji me da, tirkan em asîmîle kirin. Wê demê bêyî azadiyê, serxwebûnê, otonomiyê tu tiştek me xelas nake. Tirk viya baş zanin û lema jî naxwazin kurdî bikin zimanê resmî û perwerdê.

Nivîsa Miradxan Şemzînî per û baskên min şikand, ez pir û pir xemgîm kirim. Min zanîbû halê me xerab be û ji xwe tim jî dibêjim û dinivîsim, lê min nizanî bû hewqasî xerab e û him jî li gundên Şemzînan milet êdî bi hev ra bi tirkî dipeyivin. 

Di salên 1980î da min di rojnameya Armancê da nivîsî, min got piştî 30-40 salên din kurd ewê asîmîle bibin. Vaye ew texmîna min kêm zêde rast derketiye.

Tiştekî ecêb e li gundên Wêranşarê, li Qerejdaxê hîn kes bi tirkî napeyive. Min qet bawer nedikir li Şemzînan tirkî ketibe gundan jî. Maneya xwe dijmin ketiye nava kelê, kela ji hundur da feth kiriye.

Ji bo ku em bizanibin tirkan çi aniye serê me vê nivîsa Miradxan Şemzînî bixwînin.

"Nêrîneke Kurt li ser Zimanê Şemzînan
Devoka Şemzînan kurmanciya bahdînî ye û tesîra soraniyê jî li ser heye. Çunkû di navbera her du devokan de ye. Di axiftina rojane de, mirov baş pê dihese ku hem gelek peyvên soraniyê û hem jî gotinên soraniyê di nav de hene.

Em nûke li Şemzînan lêpirsînekê (anketekê) bikin, goreyî ku me dîtî, % 99 dizanin bi kurdî (kurmancî- bahdînî) biaxivin. Bes em berê xwe bidinê, % 40-45 di navbera xwe de bi turkî diaxivin. Yên ku nizanin bi kurdî biaxivin, texer têdigehin.

Kesên ku nizanin bi kurdî biaxivin, hindek ew biçûk û gencên malbatên kevn yên li Şemzînanê ne û hindek jî ew biçûk û genc in, yên ku malbatên wan, ev 15-20 salên dûmahîkê ji gundan hatine.

Axiftina turkî, % 90 di navbera biçûk, ciwan û jinan de ye, % 10 jî di navbera dukandar (esnaf) û karmendan (memûran) de ye. Li gundên Şemzînan rêjeya axiftina kurdiyê, goreyî navendê zêdetir e.

Bes di ev 10-15 salên dawiyê de, li gundan jî exlebe di nav jinan de turkî belav bûye. Tesîra xwendegehên turkî ji van salan pitir bûye, goreyî salên borî. Herwiha kampanyayên bi destê dewletê hatine organîzekirin jî, yên wekî "Haydi Kızlar Okula" (Gelê Keçan Haydê Werin Dibistanê) û hwd.

keçên ku qet turkî nezanibin, rêya turkiyê bo wan baştir vekir. Berê hem xwendin kêm bû di nav kurdan de û hem jî kesên dixwendin heta 5 salan dixwendin. Nûke, 12 sal bûye mecbûrî û ev yek jî tesîreke zor mezin ya neyînî li ser zimanê kurdiyê dike. Digel vê yekê televîzyon, telefon û înternet jî piranî bi zimanê turkî têne bikarînan, tesîra van jî ne kêm e li ser kurdiyê.

Kesên herî kêm kurdiyê dizanin jî, temenê wan di navbeyna 3 salî heta 12 saliyê de ye. Piştî ku ev, mezin dibin, dikevine nav bazarê, dixwînin û têdigehin jî. Bes zimanê van, wekî zimanê wan biçûkan nîne, yên ku di biçûkatiya xwe de fêrî kurdiyê bûne, baş nazivire ser kurdiyê."

///Miradxan Şemzînî

Ev jî nivîsa Remzî Kerîm e:

"Şemzînan bajarek e li ser sê "sînoran", li deverekê, warê Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Siyahpûş û gelek klasîkên kurmancîyê ye. 

Berî 40 salan jî hejmara kurdên tirkînezan li Şemzînanê wekî piranîya bajar û gundên me ji kurdên bi tirkî dizanin bi sedan cara pitir bûn. 

Carna li gundekî bi tenê muxtarek, yan yekî çûye li eskerîya tirka fêrî tirkî bûye, yan yekî riya wî li Stembolê ketiye, bi tirkî dizanî. 

Gundî ji bo XWENDINA nameyeka bi TIRKÎ ya kurdekî li eskerîyê, diçûn gundekî din, yan bajarê nêzîk. Piştî 40 salan keçên me, jinên me, zarokên me bi KURDÎ nizanin. 

Sala 2017ê hejmara kurdên bi KURDÎ nizanin bi sedan cara ji hejmara kurdên sala 1980yê bi TIRKÎ nizanîbûn zêdetir bûye. 40 sala "şerê rizgarîyê", bi dehan kanalên televîzyonê, Înternet, bi milyonan "gotinên xweş" û hawar û qêrîn, bi dehan hezar qurbanî, bi milyonan mişextî, bi hezaran gundên kavil, bi dehan bajarên bin ax kirî, eger hê jî em gazinda ji dijminan bikin, şûjina di çavên xwe de nebînin, tedbîrên radîkal peyda nekin, bitirsin hesabê ji şûjina çavên xwe -PKK û hemû sazîyên wê yên ku qaşo ji bo rizgarîya kurdan û zimanê kurdî têdikoşe- bipirsin, ne Şemzînana birîndar, ne jî bajarokên me -mixabin gund li devera Şemzînanê qasî tilîyên desta jî nemane-, ne jî ew prosenta kêm ya axêverên kurdî dimînin."
///Remzî Kerîm

Fethi Karataş Em Qerejdaxî yê li bajêr jî em di nav hev de bi tirkî qisa nakin, em bi Kurmancî qisa dikin, em nizanin bi hevre bi tirkî qisa bikin...!

Mehmet Akalp Raste bijî qerejdax

Aso Helbest ew dever berê jî meraqa wan li ser Tirkî hebû. kesên ji wê deverê têne zanîngehên bajarên din, an jî tên bajarên din rojnamevanîyê dikin zimanê wa bêhtir li ser Tirkî ye. problemeke sosyolojîk heye.

Remzî Kerîm Aso Helbest nizanim dixwazî çi bibêjî. Lê bawer nakim "meraqa" wan ji tirkîyê re hebe. Ji hemû bajarên Kurdistanê keç û xort diçin bajarên tirka zanîngehê dixwînin. Zanîngehên kurdî hene ma? 
Çend şemzînanî bûne rojnamevanên bi tirkî? 
Ma zanîngehên rojnamevanîya bi kurdî li bakur hene? 
Mebesta te ji gotina te : "problemeke sosyolojîk heye", çî ye? 
Ma ji kîjan bajarên kurdan kurd neçûne zanîngehên tirkî? 
Ez mereq dikim tu bi tirkî dizanî yan na? 
Tu di karê xwe yê rojane de bi tirkî/erebî/farisî dipeyivî yan na? 
Yek xal bi tenê dikare bibe cihê guftûgoyê: 
Demekê/anuha jî zanîn û axaftina tirkî pere dike, zanîn û axaftina kurdî pere nake. Siyaseta tirka weha kiribû/anuha jî ku kesên bi kurdî dipeyivin gundî/paşketî/nezan, kesên bi tirkî dipeyivin bajarî/pêşketî/zana ne. 
Lê ev yek ji bo bajarê te jî û hemû gund û bajarên kurdan jî weha ye, ne bi tenê Şemzînan. 
ŞEMZÎNAN û şemzînanî hertim cihê serbilindîyê bûne. Şemzînan "hêlîna" zimanê kurdî û axêverên zimanê kurdî ye. Ji bîr neke em kurd bi Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Melayê Bateyî, Melayê Cizîrî, Siyahpûş, Şêx Ubeydullah Nehrî serbilind in û ev nav hemû jî li dewrûberên Şemzînanê ne.

Remzî Kerîm Aso Helbest tu dikarî wekî Miradxan Şemzinikurte lêkolînekê li ser kurmancîaxêverên gund/bajarê xwe bikî?

Miradxan Şemzini Kak Remzî Kerîm, eger lêkolîneke berfireh bê kirin li Bakurê Kurdistanê, bawer dikim, dîsa jî rewşa herî baş bo zimanê me devera me û devera bajarê Şirnexê ye. Bes meram û daxwaza min ya vê nivîsê ew bû ku, ciyekî ji turk, ereb û farsan evqas dûrketî hêdî hêdî ji ber egerên van salan dikeve bin tesîra zimanê turkiyê. Hêvîdar im ku nivîs jî bi nav vê çarçoveyê bê dîtin. Digel silav û rêzan.

Remzî Kerîm Miradxan Şemzini bira ez dizanim weha ye. Jixwe piçekî dudil bûm ku bersiva Asoyî bidim yan ne. Lê Şemzînan wekî "dever" kiriye mereqdara zimanê tirkî. Heçîyê nizane wê bibêje rast e. Lewra min bersiv da.

Mehmet Akalp Min bi xwe li zanîngeha colemerge xwend. Ciwanê wira bi tirkiyek baş diaxivin 


Şelafê kes wî qebûl nake

Kemal Kiliçdaroglu
Şelafê dewleta tirk û tirkan


Li Tirkiyê şelaf(qeşmer, şalûz)pir in. Kultura şelafiyê di nava tirkan da pir kûr e, pir kevn e.

Di dema osmaniyan da şelafî wek terzîtiyê, wek berberiyê, wek necariyê û kevirbiriyê ew jî sinetek bû. Hin kes dibûn terzî, berber û necar(xerat) û hin kes jî dibûn şelaf(qeşemer, şalûz, dalkavuk).

Di dewleta osmanî da yê bixwesta kanîbû bi pera sîleyekê, şîrmaqekê li şelafekî xe. Sîlekirina şelafekî, ji bo her sîleyekê 30 quruş, reşkirina ruyê şelafekî bi murekebê ya jî bi komirê 37 quruş û sîlekirina serê şelafekî, tabî ji bo her sîleyekê, 45 quruş bû.

Gêrmiya Wêranşarê



Abdulah Keskîn di twîtta xwe da gotibû meriv çawa bike mastê gêrmiyê/meyirê naquse. Gelek pêşniyar jê ra çûn. Min jî xwe tevê kir û tarîfek çêkirina gêrmiyê pêşkêşî wî kir. Tarîfa min jê ra kir ev e:

"Ezbenî, dibê agirê wê ne zêde, kêm be û heska te di destê te da be û tu tim li hev xî. Heger agir gurr be û tu li hev nexî mast ewê biquse, bibe toraq. Min ev recete bi xanimê jî da destîqkirin, dibê ew jî were zanîn..."

Bîna xwe fireh bikin û şûşa dilê hev neşkînin !

Aliyê herî xerab yê bihêzbûnê
kes li halê te napirse, nabêje tu baş î ya na
 

Dijminê me ketiye ser dilê me û heqareteke mezin li me dike û em newêrin bibêjin ”ay” jî !

Ji ber ku em nikanin bi dijminê xwe em pir bînteng in, ji ber tiştekî tune em pir rehet bela xwe di hev didin, em hêrsa xwe bi serê hev da diteqînin. 

02 augusti 2018

Milet li bende bersîvê kevzikî bû...

Erdoga bersîvek pir sert da Amerîkayê: Ev çawa îş e ?


Ji do da ye serok û berpirsiyarên hukûmeta AKPê dibêjin ewê bersîva Amerîkayê bidin, xwedêgiravî ewê kirinên Amerîkayê bê bersîv nehêlin. Em li bende bersîvê kevzikî bûn..

Lê heta nuha bêyî dubarekirina vê peyvê kesî tu bersîv mersîv nedaye Amerîkayê.

Aqûbeta Qarûn


Mînîatorê Qarûn

Yê bi zilm û bi zorbatiyê rabe, bi zorê diçe gorrê. 

Yê bi zilmê abad be, yanî bi zilmê bextewar be, aqûbeta wî xerab diqede.

Yê xerabiyê bike, ewê xerabiyê bibîne.

Di tarîxa kevn û nêzîk da numûneyên vê pir in.

Mussolînî, Hîtler, Seddam numûneyên her kes pê dizane.

Qarûn, qiralê Lîdyayê yê dawî bû. Li gorî efsaneyan li dinyayê Qiralê herî dewlemend bû, di tarîxê da tu qiral bi qasî Qarûn dewlemend nebûye. 

Stûrî ji gayê zer ra namîne



Min tim digot ev stûrî ji Erdogan ra namîne, ewê bela xwe bibîne. 

Pêşiyên kurdan gotine stûrî ji gayê zer ra namîne, rast e, ne her tim be jî bi piranî namîne, zû dereng zalim li bela xwe rast tên.

Erdogan ev du sal in Xûgîyê  ji YE û ji Almanya digre, lê xwest ji Amerîkayê jî bigre. Diyar e Trump xûgiya Erdogan xwest neda.

Li gorî tê gotin ji bo berdana keşe Brunson, Trump berê hin daxwazên erdogan qebûl kirine, lê Erdogan di deqîqeya dawî da meblax zêde kiriye, gotiye dibê hûn dosya Halk Bankê jî ji kok da bigrin. 

Dibê meriv li hemberî yê qels nebe şêr û li hemberî yê xurt jî nebe pisik



Heger tu zanî yek neheq e û zulmê li gelê te dike, lê ji ber xurt e tu dengê xwe nekî û çavê xwe ji zulm û terora wî ra bigrî û ji ber ku yekî din qels e, zeîf e, tu jê natirsî tu li hemberî wî bibî dîk, tu ne tu meriv î, tu tirsonekî, tu merivekî pîs î û qurişekî jî nakî.

Dibê meriv li hemberî zulm û terora dewletê jî derkeve, yanî neheqiyên xurtan jî û yên qelsan jî rexne bike, ne yê aliyekî tenê.

Ne ku li hember yê xurt bibe mirîşk û li hemberî yê qels jî bibe dîk. 

01 augusti 2018

Destê bi tenê deng jê nayê



Her kes zane hevkarî, tifaq ji bêtifaqiyê çêtir e. Her kes zane di bêtifaqiyê da zirar û di tifaqê da kara kurdan heye.

Lê dîsa jî hêz û partiyên kurd li hemberî neyarên xwe yekîtiya xwe çê nakin.

Gava meriv bizanibe tiştek ji meriv ra baş e, kara meriv tê da heye û meriv neke ya meriv nezan e, bêferast e, korfahm e, ya jî nêtxerab e, serketinê naxwaze.