Tirkan em kirine tirk lê em radikvin. Fermo bixwînin bibînin bê em çawa bûne tirk.
Miradxan Şemzînî li ser tesîra asîmîlasyona li herêma Şemzînan nivîseke pir metirsîdar nivîsîye. Şemzînî gotiye li Şemzînan ji % 40-45ê gel di navbera xwe de bi tirkî dipeyive.
Ji %90ê zarokan bi hev ra bi tirkî dipeyivin.
Tirkî ketiye gundan û êdî li gundan jî xelk bi hev ra bi tirkî dipeyive, bi taybetî jî xort û keç bi tirkî dipeyivin.
Tişt Miradxan Şemzînî dibêje felaket e, tirkan pişt li me şikandine û em kirine tirk. Heger bajarekî wek Şemzînan rewş ev e, ku rastî ev e, kurdî li ber mirinê ye.
Heger kurd di demeke nêz da statuyeke siyasî, bi kêmanî perwerdeyiya bi kurdî bi dest nexin, çû ji me da, tirkan em asîmîle kirin. Wê demê bêyî azadiyê, serxwebûnê, otonomiyê tu tiştek me xelas nake. Tirk viya baş zanin û lema jî naxwazin kurdî bikin zimanê resmî û perwerdê.
Nivîsa Miradxan Şemzînî per û baskên min şikand, ez pir û pir xemgîm kirim. Min zanîbû halê me xerab be û ji xwe tim jî dibêjim û dinivîsim, lê min nizanî bû hewqasî xerab e û him jî li gundên Şemzînan milet êdî bi hev ra bi tirkî dipeyivin.
Di salên 1980î da min di rojnameya Armancê da nivîsî, min got piştî 30-40 salên din kurd ewê asîmîle bibin. Vaye ew texmîna min kêm zêde rast derketiye.
Tiştekî ecêb e li gundên Wêranşarê, li Qerejdaxê hîn kes bi tirkî napeyive. Min qet bawer nedikir li Şemzînan tirkî ketibe gundan jî. Maneya xwe dijmin ketiye nava kelê, kela ji hundur da feth kiriye.
Ji bo ku em bizanibin tirkan çi aniye serê me vê nivîsa Miradxan Şemzînî bixwînin.
"Nêrîneke Kurt li ser Zimanê Şemzînan
Devoka Şemzînan kurmanciya bahdînî ye û tesîra soraniyê jî li ser heye. Çunkû di navbera her du devokan de ye. Di axiftina rojane de, mirov baş pê dihese ku hem gelek peyvên soraniyê û hem jî gotinên soraniyê di nav de hene.
Devoka Şemzînan kurmanciya bahdînî ye û tesîra soraniyê jî li ser heye. Çunkû di navbera her du devokan de ye. Di axiftina rojane de, mirov baş pê dihese ku hem gelek peyvên soraniyê û hem jî gotinên soraniyê di nav de hene.
Em nûke li Şemzînan lêpirsînekê (anketekê) bikin, goreyî ku me dîtî, % 99 dizanin bi kurdî (kurmancî- bahdînî) biaxivin. Bes em berê xwe bidinê, % 40-45 di navbera xwe de bi turkî diaxivin. Yên ku nizanin bi kurdî biaxivin, texer têdigehin.
Kesên ku nizanin bi kurdî biaxivin, hindek ew biçûk û gencên malbatên kevn yên li Şemzînanê ne û hindek jî ew biçûk û genc in, yên ku malbatên wan, ev 15-20 salên dûmahîkê ji gundan hatine.
Axiftina turkî, % 90 di navbera biçûk, ciwan û jinan de ye, % 10 jî di navbera dukandar (esnaf) û karmendan (memûran) de ye. Li gundên Şemzînan rêjeya axiftina kurdiyê, goreyî navendê zêdetir e.
Bes di ev 10-15 salên dawiyê de, li
gundan jî exlebe di nav jinan de turkî belav bûye. Tesîra xwendegehên turkî ji
van salan pitir bûye, goreyî salên borî. Herwiha kampanyayên bi destê dewletê hatine
organîzekirin jî, yên wekî "Haydi Kızlar Okula" (Gelê Keçan Haydê
Werin Dibistanê) û hwd.
keçên ku qet turkî nezanibin, rêya turkiyê bo wan
baştir vekir. Berê hem xwendin kêm bû di nav kurdan de û hem jî kesên dixwendin
heta 5 salan dixwendin. Nûke, 12 sal bûye mecbûrî û ev yek jî tesîreke zor
mezin ya neyînî li ser zimanê kurdiyê dike. Digel vê yekê televîzyon, telefon û
înternet jî piranî bi zimanê turkî têne bikarînan, tesîra van jî ne kêm e li
ser kurdiyê.
Kesên herî kêm kurdiyê dizanin jî, temenê wan di navbeyna 3 salî heta 12 saliyê de ye. Piştî ku ev, mezin dibin, dikevine nav bazarê, dixwînin û têdigehin jî. Bes zimanê van, wekî zimanê wan biçûkan nîne, yên ku di biçûkatiya xwe de fêrî kurdiyê bûne, baş nazivire ser kurdiyê."
///Miradxan Şemzînî
Ev jî nivîsa Remzî Kerîm e:
"Şemzînan bajarek e li ser sê "sînoran", li deverekê, warê Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Siyahpûş û gelek klasîkên kurmancîyê ye.
Berî 40 salan jî hejmara kurdên tirkînezan li Şemzînanê
wekî piranîya bajar û gundên me ji kurdên bi tirkî dizanin bi sedan cara pitir
bûn.
Carna li gundekî bi tenê muxtarek, yan yekî çûye li eskerîya tirka fêrî
tirkî bûye, yan yekî riya wî li Stembolê ketiye, bi tirkî dizanî.
Gundî ji bo
XWENDINA nameyeka bi TIRKÎ ya kurdekî li eskerîyê, diçûn gundekî din, yan
bajarê nêzîk. Piştî 40 salan keçên me, jinên me, zarokên me bi KURDÎ nizanin.
Sala 2017ê hejmara kurdên bi KURDÎ nizanin bi sedan cara ji hejmara kurdên sala
1980yê bi TIRKÎ nizanîbûn zêdetir bûye. 40 sala "şerê rizgarîyê", bi
dehan kanalên televîzyonê, Înternet, bi milyonan "gotinên xweş" û
hawar û qêrîn, bi dehan hezar qurbanî, bi milyonan mişextî, bi hezaran gundên
kavil, bi dehan bajarên bin ax kirî, eger hê jî em gazinda ji dijminan bikin,
şûjina di çavên xwe de nebînin, tedbîrên radîkal peyda nekin, bitirsin hesabê
ji şûjina çavên xwe -PKK û hemû sazîyên wê yên ku qaşo ji bo rizgarîya kurdan û
zimanê kurdî têdikoşe- bipirsin, ne Şemzînana birîndar, ne jî bajarokên me
-mixabin gund li devera Şemzînanê qasî tilîyên desta jî nemane-, ne jî ew
prosenta kêm ya axêverên kurdî dimînin."
///Remzî Kerîm
Fethi Karataş Em Qerejdaxî yê li bajêr jî em di nav hev
de bi tirkî qisa nakin, em bi Kurmancî qisa dikin, em nizanin bi hevre bi tirkî
qisa bikin...!
Mehmet Akalp Raste bijî qerejdax
Aso Helbest ew dever berê jî meraqa wan li ser Tirkî
hebû. kesên ji wê deverê têne zanîngehên bajarên din, an jî tên bajarên din
rojnamevanîyê dikin zimanê wa bêhtir li ser Tirkî ye. problemeke sosyolojîk
heye.
Remzî Kerîm Aso Helbest nizanim dixwazî çi bibêjî. Lê
bawer nakim "meraqa" wan ji tirkîyê re hebe. Ji hemû bajarên
Kurdistanê keç û xort diçin bajarên tirka zanîngehê dixwînin. Zanîngehên kurdî
hene ma?
Çend şemzînanî bûne rojnamevanên bi tirkî?
Ma zanîngehên rojnamevanîya
bi kurdî li bakur hene?
Mebesta te ji gotina te : "problemeke sosyolojîk
heye", çî ye?
Ma ji kîjan bajarên kurdan kurd neçûne zanîngehên tirkî?
Ez
mereq dikim tu bi tirkî dizanî yan na?
Tu di karê xwe yê rojane de bi
tirkî/erebî/farisî dipeyivî yan na?
Yek xal bi tenê dikare bibe cihê guftûgoyê:
Demekê/anuha jî zanîn û axaftina tirkî pere dike, zanîn û axaftina kurdî pere
nake. Siyaseta tirka weha kiribû/anuha jî ku kesên bi kurdî dipeyivin
gundî/paşketî/nezan, kesên bi tirkî dipeyivin bajarî/pêşketî/zana ne.
Lê ev yek
ji bo bajarê te jî û hemû gund û bajarên kurdan jî weha ye, ne bi tenê
Şemzînan.
ŞEMZÎNAN û şemzînanî hertim cihê serbilindîyê bûne. Şemzînan
"hêlîna" zimanê kurdî û axêverên zimanê kurdî ye. Ji bîr neke em kurd
bi Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Melayê Bateyî, Melayê Cizîrî, Siyahpûş, Şêx
Ubeydullah Nehrî serbilind in û ev nav hemû jî li dewrûberên Şemzînanê ne.
Remzî Kerîm Aso Helbest tu dikarî wekî Miradxan Şemzinikurte lêkolînekê li ser kurmancîaxêverên
gund/bajarê xwe bikî?
Miradxan
Şemzini Kak Remzî
Kerîm, eger lêkolîneke berfireh bê kirin li Bakurê Kurdistanê, bawer dikim,
dîsa jî rewşa herî baş bo zimanê me devera me û devera bajarê Şirnexê ye. Bes
meram û daxwaza min ya vê nivîsê ew bû ku, ciyekî ji turk, ereb û farsan evqas
dûrketî hêdî hêdî ji ber egerên van salan dikeve bin tesîra zimanê turkiyê.
Hêvîdar im ku nivîs jî bi nav vê çarçoveyê bê dîtin. Digel silav û rêzan.
Remzî Kerîm Miradxan Şemzini bira ez dizanim weha ye. Jixwe piçekî
dudil bûm ku bersiva Asoyî bidim yan ne. Lê Şemzînan wekî "dever"
kiriye mereqdara zimanê tirkî. Heçîyê nizane wê bibêje rast e. Lewra min bersiv
da.
Mehmet Akalp Min bi xwe li zanîngeha colemerge xwend.
Ciwanê wira bi tirkiyek baş diaxivin
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar