04 november 2017

Xwezî li her welatekî Ewrûpa Kendal Nezanekî me hebûya...

Do li paytexta Fransayê li Parîsê ji bo piştgiriya Kurdistana Başûr civîneke pir muhîm çê bû, gelek siyasetmedar û kesên bi nav û deng û li Fransayê xwedî giranî beşdarî civînê bûn.
Serokwezîrê Fransayê yê kevn Manuel Valls jî yek ji kesên beşdar bû. Valls, bêdengiya Fransayê ya heta nuha bi tundî rexne kir û got nabe Fransa, Amerîka û Ewrûpa li têkçûna Kurdan temaşe bikin, li herêmê kurd mutefikên me yên herî muhîm in. Lema jî dibê Fransa û Ewrûpa kurdan bi tenê nehêlin.
Bi qasî meriv fêm dike di organîzekirina civînê da rola Kendal Nezan mezin e. Mala wî ava be. Xwezî li her welatekî Ewrûpa Kendal Nezanekî me hebûya...
Li Amerîka û Îngilistanê jî gelek gelek siyasetmedar hukûmetên xwe rexne dikin û dixwazin hîn baştir piştgiriyê bidin kurdan û nehêlin Îran li herêmê xurt bibe û kurd werin pelçiqandin.

XXX
Tirkiyê ferman li kurdan rakiriye, balafirên Tirkiyê her roj Kurdistanê bombebaran dikin, leşkerên tirk bi leşkerên Îraqê û Îranê ra Kerkûk dagir kirin.
Tirkiyê saha hewayî li ser Kurdistanê girtiye û serokên Tirkiyê her roj gefên nemayî li kurdan dixwin, kurdan bi şer û bi birçîhîştinê tehdît dikin û Kurdistan TV jî di rojeke wiha da ji dêlî qala van êrîşên Tirkiyê bike, qala ”xwarinên bajarê Artvînê û başiya hingivê Artvînê” dike.
Bi baweriya min ya dibê ev kanal ji zilam û ajanên Tirkiyê were paqijkirin ya jî dibê kurdên welatparêz li hemberî vê kanalê bi şiklekî demokratîk serî hildin, vê kanalê şermezar bikin.



XXX
Serokwezîrê Îraqê Ebadî jî bû Erdogan, wî jî dest bi edebiyata ”bakurê Iraqê û parêzgehên bakurî” kir.
Ev jî nîşan dide Ebadî nêt heye Kurdistana Federe ya di Qanûna Esasî ya Îraqê da hatiye qebûlkirin xera bike û dema Seddam Husên paş da bîne.
Bi gotineke din nêta Ebadî dagirkirina hemû Kurdistanê ye, gotina ”bakurê Îraqê” jî sinyala vê nêta wî ye…

Hêviya ker...



Rojekê mêrik ji bîr dike deriyê êxur bigre. Ker ji gê(ga)ra dibêje:
-Birayê ga, wa ye derî vekirî ye. Her roj te dibin çot, ji sibê heta êvarî nîr li ser hustuyê te ye û tu wer erdê vediqlêşî. Ew jî ne bes e ji par ra tim te zixt dikin, eziyetê didin canê te.
Yanî halê te ne tu hal e. Wa ye derî vekirî ye, here ji xwe ra xelas bibe, di nava mêrg û çîmenan da kêf bike û azad bijî…
Gê serê xwe hejandiye û ji ker ra gotiye:
-Tu rast dibêjî birayê ker, lê belê halê te jî ne tu hal e, rewşa te ji ya min jî xerabtir e. Pişta te di bin baran da kurmî bûye. Ji sibê heta êvarî nahêlin tu pişta xwe rast bikî. Lê bi vê jî nayên serî, di ser da jî tim te ço dikin. Tu çima narevî?
Ker got:
-Gotinên te ji serî heta dawî rast in. Lê hinek karê min heye, ez li bende wê me...
Gê got:
-Çi kar e, tu li bende çi yî?
Ker got:
-Wê rojê mêrik ji jina xwe ra got, hela hinekî bipê, heger min kerê xwe bera ser dîya te neda tu yê bibînî. Ez li bende wê rojê me….
Hêviya ji guherîna tirkan, farisan û ereban jî tiştekî wiha ye, ji bo ku tirk, faris û ereb merhelaya hovîtiyê lê pey xwe bihêlin û bibin însan emê jî hîn pir bipên…

XXX


Li hemberî însanên di hilkişandinê da rastî we tên qebetiyê nekin, hurmetkar bin, di daketinê da jî hûn kanin rastî wan werin...

03 november 2017

Michael Rubin îcar teşbîheke pir bi xof kiriye



Berpirsiyarê Pentagonê(wezarata parastinê) yê kevn Michael Rubin di twitteke xwe da serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şibandiye dîktatorê Panamayê Manuel Noriega.
Robin gotiye:
”Di îdîanameya Zerrab ya nuh da navê Erdogan gelek caran dibuhure. Tiştekî wiha herî dawî hatibû serê Manuel Noriega.”
Norîega, generalekî panamayî bû û dest dabû ser hukim. Ji sala 1983 heta 1989 bi darê zorê Panama îdare kir.
Di sala 1988a da mahkimeyeke Amerîkayê di heqê Noriega da ji sûcê narkotikayê û spîkirina pereyên reş û sextekariya di hilbijartinanan da doz vekir û girtina wî xwest.
Di 20 kanûna sala 1989a da(20/12) Amerîkayê bi leşkerên xwe Panama dagir kir.
Manuel Noriega reviya, li Panama City çû xwe avêt dexlê sefareta Vatîkanê...
Piştî çend hefteyan, di 3ê çileya paşîn(3/1)ya 1990î da teslîm amerîkiyan bû û amerîkiyan ew birin Mîamîyê.
Di sala 1992a da mahkimê ji ber sûcê narkotîkê û spîkirina pereyên reş 30 sal cezayê hefsê dayê.
Norîega heta sala 2010a li Florîdayê di hefsê da ma. Di 27ê nîsana 2010 da Amerîkayê ji ber sûcê spîkirina perê reş ew teslîmî Fransayê kir û mahkimeyeke Fransayê di eynî salê da 7 sal cezayê hefsê da Noriega cezayê xwe li Parîsê di hefsa Santê da kişand û di kanûna (meha 11)2011 da jî Fransayê ew teslîmî welatê wî Panamayê kir.
Manuel Noriega 29ê gulana îsal(2017) di 83 saliya xwe da li welatê xwe Panamayê mir.
A Michael Rubin, taliya serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şibandiye vî Norîegayê di zandanên Amerîkayê da riziya…
Teşbîheke pir ecêb e û pir xerab e…
Xwedê hevza merib ji bêtarên giran bike, meriv ne dijmin be taliya birêz Erdogan naşibîne ya dîktatorê Panamayê Norîega.
Bi rastî ji bo serokekî wek Erdogan ku ji alî miletê tirk ve bi qasî pêxemberî tê hez kirin teşbîheke him ne xweş e û him jî pir bi xof û trajîk e...
Kane li Tirkiyê bibe sebebê panîkeke mezin û gelek kesan ji nuha da bibizîne...
Birêz Erdogan nuha çi difikire û çi his dike ez nizanim. Lê miheqeq kêfxweş nebûye û belkî jî piçekî lerizî ye...
Lê ez di dewsa wî da bim bi Xwedê ezê ji tirsê biqutifim û ji nuha da ciyekî revê û veşartinê di çavê xwe ra kim…
Yaho ev Amerîka pir zalim e, dibê meriv hefza xwe jê bike, heger bixwaze kane dinyayê li meriv bike zindan.
Lê mixabin ev dinya wiha ye, heveger xwediyên dinyayê û ilim jî Amerîkaya zalim bixwaze li dinyayê her tişt mimkûn e, tiştekî nikanibin bikin tuneye.
Yanî heger Amerîka bixwaze bi navê Xwedê tiştê anî serê Manuel Norîega kane bîne serê min jî û serê birêz Erdogan beg jî…
Ê hela ka em binêrin rojên pêş, mahkima Zerrab ewê çi surprîzan nîşanî me û dinyayê bide…
Lê wer xuya dike ewê hin tiştên ecêb, hin tiştên qet kes texmîn nakin ewê biqewimin...

XXX
Bersîva Rûsyayê Tirkiye qerisandiye
”Endamên PYDê hemwelatiyên Sûriyê ne, ne yên Tirkiyê…”
Tirkiyê ji Rûsyayê xwest PYD beşdarî kongreya Sûçîyê nbe, çimkî li gorî Tirkiyê PYD terorîst e.
Cîgîrê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê îro bersîv daye Tirkiyê û gotiye, ”Endamên PYDê hemwelatiyên Sûriyê ne, ne yên Tirkiyê…”
Mikhail Bogdanov, li ser pirsa rojnamevanekî gotiye:
”Em ji fikrê hemû endamên PYDê û rêxistinên kurd yên din sûrî ne hereket dikin. Ev kurd hemwelatiyên Sûriyê ne, ne yên Tirkiyê ne. Lema jî li gorî baweriya min dibê ev ferq were kirin.”



02 november 2017

Ala Kurdistanê ewê li wir her hêl be !

Ala kurdî ya li ser derîyê Xêbûr ewê tu carî danekve û ev yek jî ewê di dilê Bînalî Yildirim, Îbrahîm Kalin û hemû tirkên neyarên wê alê da bibe kuleke heftserî
Ji bo ku derîyê gumruka Xêbûr ji destê kurdan derkeve û têkeve destê Bexdayê, serok û berpirsiyarên Tirkiyê xwe dirandin, xewên şevan li xwe herimandin, berpirsiyar û leşkerên Îraqê bi zor anîn ber derî, tatbîqat çêkirin, xwe li kurdan rakişandin, lê dîsa jî Xabûr ji destê kurdan derneket.
Li ser derîyê Xêbûr hîn jî ala kurd li ba dibe.
Ji ber ku ala kurdî li ser derîyê Xêbûr hîn jî hêl dibe, serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim û sekreterê Erdogan Îbrahîm Kalin dîn bûne, ji kahran derewan dikin.
Derîyê Xêbûr hîn di dest kurdan da ye lê belê sekreterê Erdogan Îbrahîm Kalin dibêje derîyê Xêbûr ketiye destê Bexdayê, medya tirk ev sê roj in bi israr vê derewê belav dike.
Yanî tirk bi vê derewê xwe teselî dikin, bi derewan be jî derîyê Xêbûr ji dest kurdan derdixin û teslîmî Bexdayê dikin.
Lê ewê tu carî wê rojê nebînin û ev yek jî ewê di dilê wan da bibe kuleke heftserî, bibe penceşêr...
Kîn û nefreta tirkan ya li hemberî kurdan bêsînor û bêpîvan e, her derewê mubah dibîne…



XXX
Ev 100 sal in serokên kurdan dibêjin em hatin xapandin, nizanim kê û kîjan dewletê bi me ra bêbextî kir. Tu carî nezanî, xeşîmî, safî û korfahmiya xwe qebûl nakin.
Tim xelkê ew xapandine.
Meriv ne yê xapandinê be kes nikani meriv bixapîne.
Dêmek em kêaqil in lema jî dijmin û xelk tim me dixapînin, tim bi me dilîzin.
Çima carê em nikanin kesî bixapînin?
Heta em nebin xwedî siyasetmedar û serokên nayên xapandin û têkçûnên xwe bi bêbextiyên xelkê ve girê nadin, emê tu carî bi ser nekevin, keda me ewê tim bibe keda bersîs û bi avê da her.
Û dijmin jî ewê tim bi me bilîze.

Dijminên me qet ferqê naxin nabêna kurdên vî welatî û wî welatî

Dijminên kurdan tu carî kurdan li gorî beşên Kuridistanê ji hev cihê nabînin, bi qasî li dijî azadî û serxwebûna kurdên xwe ne, li dijî azadî û serxwebûna kurdên perçên dinin jî.
Dibê em xwe nexapînin, dijminên me ferqeke herî biçûk jî naxin nabêna me.
Tirkiye bi qasî li dijî azadiya kurdên xwe ye, hewqasî jî li dijî azadiya kurdên rojava û başûr e jî; bi qasî li dijî PKKê ye, hewqasî jî li dijî PDK, YPGê û YNKê û Goranê ye jî...
Neyartiya Tirkiyê ya bi serxwebûna kurdên başûr û rojava ra îspta vê yekê ye.
Îran jî xwediyê eynî siyasetê ye, ew jî naxwaze li tu beşekî Kurdistanê kurd bibin xwedî dewlet.
Lê siyasetmedar, serok û rêberên kurdan heta nuha tu carî wiha nefikrîn, wan tim xwe ji hev cihê dîtin û lema jî di têkilî û hevkariya bi dewleteke dijmin ra tu şaşî nedîtin, wer bawer kirin dijmin û dagirkerên beşekî din yê Kurdistanê ewê heta dawîyê alîkariya wî bike û pê ra dost bimîne.
Lê ev dîtin her car bûye sebebê malwêraniya xwediyên vê dîrinê.
Numûneya herî dawî trajediya Kurdistana Başûr e.
Siyasetmedar û serokên başûr wer bawer dikirin dema ew îşê xwe ji kurdên rojhilat, bakur û rojavayê Kurdistanê neynin, ewê kanibin bi Tirkiyê û bi Îranê ra bibin ”dost” û Îran û Tirkiye ewê bela xwe di wan nedin, wan rehet bihêlin.
Di 16ê cotmehê da bi êrîşa Îraqê û îşxala Kerkûkê ra Tirkiyê û Îranê nîşanî kurdên başûr dan ew çiqasî şaş fikirîne.
Helbet di îşxala Kerkûkê da rola îxaneta hundur muhîm e, dibê meriv viya bibêje. Lê ev îxanet bi alîkarî û organîzeya Îranê û Tirkiyê bû, heger Îran û Tirkiye ne li pişt wan namerdan bûna wan niknîbû Kerkûk û petrola wê bifrotana Îraqê.
Kurdên her çar perçên Kurdistanê bixwazin, nexwazin yek milet in. Lema jî dibê wek ferdên yek miletî hereket bifikirin û hereket bikin û di nabêna xwe da têkiliyeke li gorî wê saz bikin.
Fikrê em kurdên başûr in, îşê xwe ji kurdên din nînin ne rast e û Tirkiyê û Îranê tu carî nake dostê wan, bela Tirkiyê û Îranê ji wan venake….

Gerek xiyanet neyê efûkirin

Dixwze bira biçûk be, dixwaze bira mezin be, dibê meriv îxanetê tu carî xweş nebîne, xayinan tu carî efû neke.
Her şaşiya bi nezanî kane were efûkirin, lê xiyaneta bi zanîn, bi plan û program sûcekî pir giran e, dewlet jî û însan jî xweş nabîne, bêceza nahêle.
Gelek şikil û babetên xiyanetê hene.
Ji babetên xiyanetê yek jî xapandina kesên baweriyê bi meriv tîne, xiyaneta bi heval û hogirên xwe ra, bi welatê xwe ra ye.
Ev, xiyaneta herî mezin û herî giran e, tu îxanet ji îxaneta firotina welatê xwe, hevalên xwe û gelê xwe mezintir tuneye.
Xweşdîtina xayinan, îdarekirin û mazûrdîtina xayinan ne rast e, dibe sebebê zêdebûna xayinan, dibe belavbûna kultura xayintiyê…
Heta nuha kurdan ji êrîşên dijminan bêtir, bi xiyanetên hundur wenda kirine.


Di mesela dagirkirina Kerkûkê da dibê meriv kesên bi dijmin ra ketine têkiliyê, kesên bi partiya xwe ra, bi hevalên xwe ra qeleşî û namerdî kirine rexne û sûcdar bike, ne hûmû YNKê.
Sûcdarkirina YNKê bi tevayî him ne rast e û him jî şaşîtiyeke mezin e, ewê zirarê bide yekîtiya kurdan.
Ez bawer dikim hevalên YNKê di demeke kin da ewê nava xwe ji kesên çirûk û hevalên dijmin paqij bikin.
YNK partiyeke niştimanperwer e û heta nuha ji bo azadiya miletê kurd û serxwebûna Kurdistanê bi hezaran şahî dane…
Lema jî dibê meriv di rexneyên xwe da bi dîqet be, YNKê bi tevayî di nava vê plana bêbext û namerdane da nebîne.

01 november 2017

Tirkiyê îcar jî Rûsya protesto kir!



Rûsyayê biryar daye di 18ê vê mehê da li bajarê Sûçiyê li ser Sûriyê Konferanseke Diyaloga Niştimanî çê bike.
Piştî diyar bû PYD jî ji bo konferansê hatiye vexwendin Tirkiyê tavilê Rûsya rexne kir û got ez qebûl nakim PYD beşdarî konferansê bibe.
Hukûmeta AKPê rika xwe li kurdan girê daye, li her çar perçên Kurdistanê wek pisik û mişk xwe daye benda kurdan.
Heger ji destê Erdogan were ewê nehêle kurd bîna xwe jî bigrin.
Heger dinya bihêle Erdogan û hevalên wî ewê 40-50 milyon kurd topî ser kevin û hemûyan di firnan da wek êzing bişewitînin, bi gazên jahrî hemûyan qir bikin.
Mêrik nahêle kurd beşdarî civînên Astanayê bibin.
Nahêle kurd beşdarî civînên Cenevreyê bibin.
Naxwaze Amerîka ne li Kurdistana Rojava û ne jî li Başûr piştgiriyê bide kurdan.
Bi heraret dixwaze Îraq hemû derîyên gumrikan û balafirxaneyên Hewlêrê û Silêmaniyê ji kurdan bigrin.
Dibêje êdî em hukûmeta Kurdistana Başûr nas nakin û muxatabê me Îraq e.
Mêri her roj dibêje gerek Ewrûpa bi hezaran kurdên ew dixwazin teslîmî Tirkiyê bikin.
Li gorî wî gerek Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê û tu dezgeheke navnetewî li Tirkiyê û li Kurdistana Bakur li halê kurdan nepirse û tu kes ji Tirkiyê ra nebêje çima hûn vê zulmê li kurdan dikin…
Welahasilî kelam Erdogan û hukûmeta wî dixwazin hemû kurdan qir bikin û dibê dinya jî dengê xwe neke.
Lê gelek kurd hîn jî bi vê partî û bi vê hukûmeta irqçî, nazîst û neyarê qewmê kurd ra ne
Kurdê hîn jî bi AKPê û bi hûmeta wê ra ye, kurdê hîn jî piştgiriyê dide hukûmeta AKPê neyarê qewmê xwe ye, tu ferqa wî/wê ji Erdogan û ji Bînalî Yildirim tuneye.
Gerek meriv bi vî çavî li wan zilamên dijmin binêre…



Dostî û baweriya bi Tirkiyê û bi Îranê ra malwêranî ye

Xebereke baş...
Hoşyar Zebarî gotiye, ”Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî ji bo hevdîtinên bi Hukûmeta Kurdistanê ra şertê betalkirina netîceyên referandûmê paş da kişandiye”, yanî bi kurdan ra diyaloga bêşert qebûl kiriye…
Pêşketineke pir baş e. Dibê em kêfxweş bin.
Lê bi xêra Amerîkayê ye.
Amerîkayê ji Abadî ra got heger hûn bi kurdan ra nekevin diyalogê û êrîş bikin emê li we xin.
Ev mesaj ji bo Tirkiyê û Îranê ye jî.
Îro li Kurdistana Başûr û Rojava belhazir pişta ta me tenê Amerîka ye, tenê Amerîka kane me li hemberî van her sê dewletên hov û faşîst(Tirkiyê, Îranê û Îraqê)biparêze.
Gerek em tu carî nabêna xwe û Amerîkayê xera nekin, gerek em bêhaya Amerîkayê tu gavan navêjin û bi van dewletên neyar ra dîsa nekevin têkiliyên tarî û li dijî berjewendiyên me.
Heger em biaqil herket bikin û siyaseteke zîrekane bimeşînin û dostiya xwe û Amerîkayê xurttir bikin, Ebadî ewê gelek gavên din jî paş da bavêje.
Xwendevanekî gotiye, ”Apê Zinar, tu dibêjî “gerek em bêhaya Amerîkayê tu gavan neavêjin...” herhal meqseda te ji vê hişyariyê ev e, peymanên bi Tirkiye, Îran û Rûsyayê ra bûne belayê serê Kurdan, ne?”


Belê, lê vana yên em pê zanin, lê hin têkilî û peymanên em nizanin jî hene. Amerîkayê hew tehamul kir.
Derket ortê hevkarî, tîcaret û dostiya bi Tirkiyê û bi Îranê ra van dewletan tu carî ji neyartiya me dûr naxe û nake dostên me.
Kurdistan bûbû bexçeyekî pişt Tirkiyê, lê dîsa jî pere nekir.
Kurdan peymaneke 50 salî ya petrolê bi Tirkiyê ra çê kir. Hîn jî kes nizane naveroka peymanê çi ye û çi nîne…
Amerîka li dijî vê peymanê bû. Lê kurdan guh neda Amerîka û petrola kurdan pêşkêşî Tirkiyê kirin.
Lê dîsa jî Tirkiyê dev ji neyartiya kurdan berneda.
Em dibînin îro ji Îraqê bêtir Tirkiye dixwaze Barzanî bifetisîne.
Bi baweriya bi Tirkiyê Barzanî şaşiyeke pir mezin kir. Ev têkiliya wî ya bi Tirkiyê ra bû sebebê Amerîka jî dev ji wî berde û destprê bide vê trajediya dawî.
Her wisa hevkarî û dostiya bi Rûsyayê ra jî me xelas nake, Rûsya jî ne dîwarekî saxlem e.
Îro, belhazir tenê Amerîka kane bibe mitefikekî me yê saxlem û kane me biparêze.
Helbet Amerîka jî viya belaş nake, dibê em jî tiştekî bidin Amerîkayê, dibê em jî mitefikekî saxlem bin...
Em bi tena xwe, bi hêza xwe tenê nikanin li hemberî van sê dewletên zebelih û hov xwe biparêzin, ji me ra piştek pir xurt û saxlem lazim e. Îro roj ew jî Amerîka ye. Ez wer dibînim....

Heger ne piştgiriya Amerîkayê be em nikanin li herêmê bijîn

Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauert, di civîna çapemeniyê da gotiye, ”kurd her tim ewê wek mitefikên Amerîka yê muhîm bimînin.”
Rast e, heger ne Amerîka bûya nuha ji zû da Îraqê bi alîkariya Îranê û Tirkiyê seranserê Kurdistana Başûr dagir kiribû.
Heger ne mudaxeleya Emerîka bûya nuha hemû derîyên sînor û balafirxaneyên Kurdistanê, Hewlêr jî di nav da, bi darê zorê ji kurdan hatibûn stendin.
Heger derîyê Xabûr hîn di destê kurdan da ye ev xêra Amerîkayê ye. Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim îro di axaftina xwe ya meclîsê da mizgînî da tirkan, got me derî teslîmî Îraqê kir.
Lê Amerîkayê nehîşt Îraq û Tirkiye vê zorbatiyê li kurdan bikin.
Heger ne mudaxelaya Amerîkayê bûya nuha derîyê Xêbûr ji kurdan stendibûn û ereb lê bicî kiribûn.
Tirkiyê ji bo derîyê Xabûr ji kurdan were stendin pir ecele dikir.
Lê Amerîkayê got li ser dêla xwe bikeve...
Bawer bikin ne ji tirsa Amerîkayê be Îran, Îraq û Tirkiyê ewê bi hev ra êrîşî me bikin û di rojekê da ewê me mehû bikin.
Hêza nahêle van gurên har me bixwin Amerîka ye.
Dibê em vê rastiyê tu carî ji bîr nekin û siyaseteke dostiya me û Amerîkayê xurttir bike bimeşînin.
Li Kurdistana Başûr di vî warî gelek şaşî hatin kirin, kurdan hinekan bi hevaltiya Îranê û hinekan jî bi hevaltiya Tirkyê nabêna xwe û Amerîkayê sar kirin, bi Tirkiyê û Îranê ra siyaseteke bê dilê Amerîkayê meşindin.
Bi Tirkiyê ra muhebeta xwe zêde pêş da birin, gelek gav û tîcaretên bê dilê Amerîkayê kirin.
Ew jî li ser me pir buha rûnişt.
Bi hêviya em ji vê trajediya dawîyê hat serê me ders û tecrûbeyekê bigrin û şaşiyên xwe dubare nekin.