09 mars 2016

Beşîr Atalay ne li ber tu tiştî ye û qîmeta gotinên wî bi qasî kixseyekê jî tuneye

Li alîkî da dewlet bi hemû hêz û hovîtiya xwe êrîşî ser PKKê, HDPê û her kesê nêzî PKKê dike, bajaran wêran dike, însanan kom bi kom înfaz dike, dişewitîne, yên digre şût tazî dike, heqaretên mezin li kurdan dike, li gelek bajaran(mesela li Qoserê) mekteban û bînayên dewwletê yek bi yek vala dike û bi hezaran polîs û leşkeran lê bi cî dike.

08 mars 2016

"Êdî vana ne terorîst in, hêzên milîs in.”

Husamettîn Cîndoruk:”Êdî vana ne terorîst in, hêzên milîs in.”
Li gorî Celal Başlangiç dinivîse, Husamettîn Cîndoruk di 2ê adarê da di Hak TVê da ji bo gerîlayên PKKê gotiye:
”Êdî vana ne terorîst in, hêzên milîs in.”
Cîndoruk, hevalê Demîrel e, wek wekîl serokkomariya Tirkiyê kiriye, serokatiya meclîsê kiriye û aqilmendekî dewletê yê saxlem û xwedî tecrûbe ye.

Ev der ne kampeke naziyan, Diyarbekir e

Ev risim do li Diyarbekrê li Sûrê hat girtin.
Tirk, dewleta tirk, hukûemta AKPê bi vî hawî mêraniya xwe nîşanî me kurdan dide...
Tu ferqeke vî rismî ji kampên naziyan tuneye.
Vî rismî parve bikin ji bo ku her kurd, bi namûs bênamûs her kes bibîne.

Heta serokê êlê Elo be halê me ewê wilo be!



Cemîl Bayik, ji bo Bulent Arinç, Abdullah Gul û Hueseyîn Çelkîk gotiye, ”Eger ev ekîp li nirxên demokratîk xwedî derkeve û dev ji siyaseta leşkerî faşîst berde, emê piştgiriyê bidin van hewildanan…”
Heta serokê êlê Elo be, halê me ewê wilo be!
Heta serokê me Om be, arî û xwelî ewê tim li serserê me kom be!
Yanî ev jî gotin e?
Piçek aqil bi meriv ra hebe meriv hêviyeke wiha ji van faşîst û neyarên kurdan dike?
Kurro, Arinç, Gul û Çelîk heta çend meh berê hukûmet bûn, xulamên Erdogan bûn, ji Erdogan bêtir neyarên miletê kurd bûn û îro jî herî kêm bi qasî Erdogan neyarê miletê kurd û neyarên koka we ne. Hemû jî ji Erdogan bêtir dixwazin koka we biqelînin.
Tu qala çi dikî?
Me ne şerm e ku tu hîn jî ji Arinç, Gul û Çelîk hêviya demokrasiyê û çareseriya mesela kurd dikî?
Tu dîn î tu biaqilî?
Piştî 14 sal îktîdara Gul, Arinç û Çelîk,(ku hemû jî di hukûmetê da merivên yekem û duyem bûn) kesê hîn jî hêviyekê ji van keftaran bike ne biaqil e û ne layiqî wê kursiyê ye.



XXX
Hevseroka KCKê Besê Hozat gotiye:
Liberxwedana Sûrê qezenc kir, AKP têk çû
Diyar e Besê xatûn ya kurdan kêmaqil dibîne ya jî henekê xwe bi kurdan dike.
Sûr û Cizîr ji xerîteyê hatin rakirin, bi sedan însan lê hatin kuştin, Besê xatûn hîn jî dibêje em bi ser ketin…
Ev ne tu aqil e û heta tahlûke ye, dibê meriv li hemberî vê bêaqiliyê rabe.
Mala kurdan şewitî, Sûr wêran bû, ew hîn jî dibêje ”Sûrê qezenc kir”!
Sûrê çi qezenc kir diya min, ez bi qurbana wî aqilê te bim, dewletê Sûr ji ortê rakir !
Tu xenan dibînî ?

07 mars 2016

Zor gizêrê radike



Yekîtiya Ewrûpayê ewê teslîma tirkan bibe !
Civîna YE û Tirkiyê bêyî ku netîceyekê bide bi dawî hat.
Îşev ewê ji nuh ve da rûnin.
Erdogan ji bo ku koçberan neşîne Ewrûpayê ji YE 6 milyar Euro xûgê(xeracê)dixwaze.
Lê ne 6 milyar xûg tenê, bêyî 6 milyar Euro, Erdogan ji berpirsiyarê Yekîtiya Ewrûpayê ra dibêje, hûnê heta payizê wîzeya li hemberî me rakin, bêyî şertên nuh di demeke kin da me bike endamê YE û mudaxeleyî şerê me yê li hemberî kurdan û muxalefetê jî nekin.
Em li hundur û li hemberî kurdên Sûriyê çi bikin gerek hûn dengê xwe nekin.
Heger hûn van şertên me qebûl nekin emê bi milyonan koçber bişînin Ewrûpayê.
Delegasyona Erdogan teqrîben van şertan didin ber berpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê.
Serokên YE ketine hev, gunê Davutoglu miz didin, xwe davêjin bextê wî, dibêjin hewqasî jî bêûjdan nebin, van şertên xwe hinekî divik bikin.
Davutoglu jî miheqeq dibêje ez jî emirqûlî me, ji min ra çi hatiye gotin ez wiya ji we ra dibêjim.
Ferman ya Erdogan e!
Li gorî tê texmînkirin berpisiyarên Yekîtiya Ewrûpayê û Merkel îşêv ewê piraniya şertên Erdogan qebûl bikin û bi vî hawî jî teslîmî dîktatorekî faşîst bibin.
Heger serokên Yekîtiya Ewrûpayê van şertên Erdogan yên faşîzan qebûl bikin û bibin şirîkê zulma dîktarotrekî devbixwîn, bêguman ji bo YE û demokrasiya wan rûreşiyeke mezin e.
Dîrok ewê vê peymana bi Tirkiyê ra wek peymaneke teslîmiyetê û rûreşiya serokên Yekîtiya Ewrûpayê binivîsA.
Lê tirk ewrûpiyan baş nas dikin, tirk dizanin ji Ewrûpiyan r azor pere dike. Lema jî heta dawiyê ewê zorê bikar bînin.
Ma welatek, bajarekî wek Stenbolê bi zor ji ewrûpiyan nestendin?A



Bavê bi kuştina lawê xwe kêfxweş e !


Lawê min dixwest şehîd bibe
Çawîşê bi navê Îbrahîm Tetikê ji wîlayeta Kutahyayê îro li Sûrê hatiye kuştin.
Bavê Îbrahîm Tetik Nacmî Tetik gotiye:
”Lawê min tim dixwest şehîd bibe û bû. Û şehîdbûn jî heq kir, helal be ji wî ra. Ma welat(niştiman, weten)ewê bêxwedî bibmîne? Hinekê miheqeq herin şehîd bibin.”
A tirk ev ehmeq in, ev bêmeju ne, ev faşîst in.
Bi kuştina lawê xwe kêfxweş dibe, dibêje “helal be jê ra…”
Heta ku miletekî hewqasî bêhiş û ehmeq di bin destê dewleta tirk da be, ewê tu carî nexwaze şer rawest e.
Ji ber ku di bin destê dewletê da ehmeqên, hovên dixwazin bimrin pir in.
Li bersîvê binêrin, xwedîgiravî segbav û alçax bav e, ji bo kuştina lavê xwe gotiye, ”şehîdbûn heq kir, helal be jê ra…”
A kurd bi însanên wiha ehmeq û segên dewletê ra şer dikin…
Ehmeqê bi kuştina lawê xwe kêfxweş bûye.
Bi îhtîmaleke mezin Boşnak e. Ji ber ku ji taxa Yenîbosnayê ye.
Mahcirên wiha dixwzin bibin segên dewletê.



XXX
Ermeniyekî kemalîstê bi navê Pakrat Estukyan, di nivîsa xwe ya Özgur Gundemê da ji kurdên kurdperwer û azadîxwaz ra, kurdên li dijî siyaseta ”Tirkiyebûnê” ne gotiye, ”irqçî” û mezhebcî…”
Nivîseke pir rezîl e, ancax kemalîstekî temam û li dijî Kurdistanê û azadiya kurdan nivîseke wiha binivîse.
Kemalîstên tirk ne bes in ermeniyan jî xwe dan ser, ew jî bûn barê serbar…
Dewleta tirk li Cizîrê, Sûrê, Hezexê û gelek bajarên din komkujiyên mezin dike, bajarên kurdan yek bi yek wêran dike, di rojeke wiha da parastina ”tirkiyebûnê” û belavkirina nivîseke kemalîstekî wiha rezaleteke mezin e.
Bêhurmetî û heqareteke mezin e li hemû kesên canên xwe li Cizîrê, Sûrê û Hezexê feda kirin. Dibê hemû kurdên azadîxwaz û bi rastî kurd vê nivîsê protesto bikin.

Li gorî Muhsîn Kizilkaya "dibê kurd minetdarên tirkan bin"!



”Kurdên Tirkiyê li gorî kurdên din di cinetê da dijîn. Û ji ber ku tirkan kurd ji Tirkiyê neqetandine dibê kurd ”minetdarên” tirkan bin…”
Rojnamevan Hela Kaplan Ozê ji Muhsîn Kizilkaya ra gotiye:
” Ma minetdariyeke kurdan ji tirkan ra heye gelo?”
Kizilkaya gotiye:
”Erê. Gava kurd ji erdên xwe qetiyan û mecbûrî koçberiyê bûn, tirkên li van deran dijîn negotin ”lawê te terorîst e, here cem lawê xwe…”
Dewleta tirkan gundên kurdan şewitandin û kurd bera çolan dan. Kizilkaya dibêje ji ber ku tirkan jî berê kurdan nedane çiyan dibê kurd spasdarên tirkan bin, ev deynê kurda ye.
Li gorî Kizalkaya, ”Kurd, Tirkiyê wek dewleta xwe dibînin. Tu daxwazeke wan li kêleka vê dewletê dewleteke din ava bikin tuneye.”
Ji ber ku ew bûye aqilmendê Davutoglu û çend qurişên rezîl digre bêguman ew dewletê naxwaze, lê li ser navaê kurdan derewan dike.
Û ji bo Cîzêrê û Sûrê jî gotiye dewletê pirbi sebir û li gorî mafên însanî hereket kir:
”Heger van tevgeran di salên 1930î da bibûya li Dêrsimê çi bû ewê li Sûrê û Cizîrê jî eynî tişt bûya. Lê belê dewlet di çarçeveya mafên însanî da, bi sebir nêzî meselê bû. Û Gel jî ji dêlî liberxwedanê herêm terikand.
Gava kurdên Tirkiyê bi kurdên din ra were muqayesekirin, kurdên Tirkiyê di cinetê da dijîn.”
Tiştê herî xerîb Murad Ciwan jî ev nivîsa Kizilkaya belav kiriye.
Û ne ev nivîsa wî tenê, her nivîsa Kizilkaya belav dike.
Muhsîn Kizilkaya kî ye?
Aqilmendekî serokê dewleta tirk e.
Yanî ne aqilmendê bekçiyekî ye, yê serokê dewleta tirk e.
Kurdistan jî di bin îşxala dewleta Davutoglu da ye.
Kurd bindestên Dewleta Davutoglu ne.
A Muhsîn Kizilkaya aqilmendê merivekî wiha ye.
Davutoglu ewê Kurdistanê çawa îdare bike, çawa nehêle kurd azad bibin, li hemberî kurdan ewê çawa şer bikin, bi Muhsîn Kizilkaya dişêwire, aqil ji wî digre.
Û Murad Ciwan jî di belavkirina nivîsên kaypaxekî(donekekî)wiha da tu şaşiyekê nabîne.
Diyar e Murad Ciwan him karê Muhsîn Kizilkaya û him jî nivîsên wî rast dibîne. Ji xwe ne wisa be belav nake.



06 mars 2016

Dewleta tirk haziriya gelek Sûr û Cizîrên din dike

Emirberê Erdogan Ahmet Davutogluyê faşîst, bi rengekî sergirtî gotiye ji bo operasyonan çend bajarên din jî di dorê da ne û ewê wan jî bikin wek Cizîrê û Sûrê.
Davutoglu pir vekirî gotiye:
”Li ku derê hewcedarî hebe ewê li wir bibe. Ji bo vê hinek sebir lazim e. Li her dera ez diçimê brîfîngan didin min. Ez naxwazim nuha li vir navê wan deran zikir bikim û balê bikşînim. Lê belê em zanin ku der, kîjan bajar krîtîk in. Em dizanin van xayin û alçaxan li ku çek û cebilxane depo kirine.”
Wek hûn dibînin ev alçaxê(namerdê)tatar ku bav û kalên wî ji ber boqandina rûsan reviyan û bûn pantirkîst û faşîstê tirk, dibêje di rojên pêş da çend Sûr û Cizîrên din jî di dorê da ne, di plan û programa wî û Erdogan da ev heye.
Wek kurd dibê em viya baş bizanibin û li gorî wê hemû partî hêzên xwe bikin yek û li dijî êrîşên van nazîztan bi hev ra li ber xwe bidin. Li êrîşên ser HDPê û PKKê temaşe nekin.
Û her wisa heta ji me tê dibê em dinyayê, medyaya Ewrûpayê ji van paln û êrîşan bi risim û dokumasyon agahdar bikin.
Barekî mezin dikeve ser milê kurdên li Ewrûpayê, kurdên bi zimanan dizanin, kurdên di rojname û medyaya Ewrûpa da dinivîsin, kurdên xwedî îmkan in…

XXX


Dewleta tirk li vî bajarî û li wî bajarî her roj çend kurdan di bin navê ”terorîstan” da dikuje.
Bajarên kurdan yek bi yek wêran dike, dike Dresden, Stalîngrad û Kobanê.
Û civata tirk, miletê tirk, ronakbîrên tirk lê vê wahşetê, li vê qetlîama dewleta xwe temaşe dikin.
Partiyên tirk, miletê tirk piştgiriyê didin dewleta xwe, dibêjin hîn temam nebûye, hinekî din jî bikujin, hinekî din jî wêran bikin.
Ji ber ku li gorî wan yên tên kuştin kurd in bira werin kuştin…

Ma hûn nuh pê hesiyan?

Li gorî rapora wezareta karên derve ya Emerîkayê, ”Ji ser sînorên Tirkiyê teror tê fînasekirin”!
Hûn çi xebîs û keftar in!
Ma hûn nuh pê hesiyan?
Ma heta nuha we nizanîbû organîzator û fînasorê Daîşê, Nusrayê û yên hemû çeteyên din Tirkiye ye?
Hûn çi durû û telaqreş û bêbext in!
Heta terorê zirar neda we, hûn nerehet nekirin, we ji alîkarî û fînasoriya Erdogan ra dengê xwe dernexist, we çav û guhên xwe girtin.
Hûn neçûn ser Erdogan û çeteyên wî.
Erdogan dinya li bin guhê hev xist, Sûriye tar û mar kir, 300 hezar însan dan kuştin. Bi milyonan însan koçber kirin. Kurdistan wêran kir. Bi hezaran qatil û psîkopat ji dinyayê bir Tirkiyê û şand ser kurdan û Sûriyê.
We 5 salan zêde dengê xwe nekir, we tim rewş îdare kir, serî li meselê gerand û neçûn ser Erdogan û çeteyên wî.
Lê gava terorîstan zirar gîhand we jî, Ewrûpa jî nerehet û tehdît kir, gava Erdogan bi milyona koçber rêkirin ser we, a wê gavê çavên we vebû û hûn pê hesiyan ku Tirkiye alîkariya terorîstan dike.
Ji roja roj da hûn dizanin ku hemû terorîstên îro li Sûriyê hene ji alî Tirkiyê ve hatin organîzekirin û bi saya alîkariya Tirkiyê hene. N e alîkariya Tirkiyê be nikanin mehekê jî li ber xwe bidin.
Lê di van demên dawî da tiştê meriv fêm dike êdî hûn dixwazin dawî bidin vê tevliheviyê û terorîstên Tirkiyê biqedînin, lema jî êdî hûn piço piço qala alîkarî û fînansoriya Tirkiyê ya bi terorîstan ra dikin.
Çimkî netîceyên terora çeteyên Tirkiyê û şerê Sûriyê li Balkanan û seranserê Ewrûpayê kaoseke mezin peyda kiriye, sînor û serxwebûna welatan nema.
Û ev kaos roj bi roj mezintir dibe, bi milyonan însan bi zor xwe li sînorên Balkanan û Ewrûpayê diqelibînin. Vê yekê li Balkanan û Ewrûpayê gelek gelşên cidî petda kiriye, dikane bûyerên pir mezin derkevin.
Ev yek helbet we ditirsîne.
Lema jî hûn nuha qala alîkariya Tirkiyê ya bi terorîstan ra dikin, vê fînansoriyê dibînin.
Qal bikin, bibînin baş e, ev yek îşareta taliya Erdogan e jî, gava teror biqede wek heval û fînansorê terorîstan îşê Erdogan-Davutoglu jî ewê biqede û bi îhtîmaleke mezin ewê jî bela xwe bibînin, ceza xwe bikşînin.
Yanî meriv dikane bibêje pêşeroja Erdogan û çeteyên li dora wî tarî ye, bi terorîstan ra ewê jî werin darizandin…