Emirberê Erdogan Ahmet Davutogluyê faşîst, bi rengekî
sergirtî gotiye ji bo operasyonan çend bajarên din jî di dorê da ne û ewê wan
jî bikin wek Cizîrê û Sûrê.
Davutoglu pir vekirî gotiye:
”Li ku derê hewcedarî hebe ewê li wir bibe. Ji bo vê hinek sebir lazim e. Li her dera ez diçimê brîfîngan didin min. Ez naxwazim nuha li vir navê wan deran zikir bikim û balê bikşînim. Lê belê em zanin ku der, kîjan bajar krîtîk in. Em dizanin van xayin û alçaxan li ku çek û cebilxane depo kirine.”

Wek hûn dibînin ev alçaxê(namerdê)tatar ku bav û kalên wî ji
ber boqandina rûsan reviyan û bûn pantirkîst û faşîstê tirk, dibêje di rojên
pêş da çend Sûr û Cizîrên din jî di dorê da ne, di plan û programa wî û Erdogan
da ev heye.
Wek kurd dibê em viya baş bizanibin û li gorî wê hemû partî
hêzên xwe bikin yek û li dijî êrîşên van nazîztan bi hev ra li ber xwe bidin.
Li êrîşên ser HDPê û PKKê temaşe nekin.
Û her wisa heta ji me tê dibê em dinyayê, medyaya Ewrûpayê
ji van paln û êrîşan bi risim û dokumasyon agahdar bikin.
Barekî mezin dikeve ser milê kurdên li Ewrûpayê, kurdên bi
zimanan dizanin, kurdên di rojname û medyaya Ewrûpa da dinivîsin, kurdên xwedî
îmkan in…
XXX
Dewleta tirk li vî bajarî û li wî bajarî her roj çend kurdan
di bin navê ”terorîstan” da dikuje.
Bajarên kurdan yek bi yek wêran dike, dike Dresden, Stalîngrad û Kobanê.
Û civata tirk, miletê tirk, ronakbîrên tirk lê vê wahşetê, li vê qetlîama dewleta xwe temaşe dikin.
Partiyên tirk, miletê tirk piştgiriyê didin dewleta xwe, dibêjin hîn temam nebûye, hinekî din jî bikujin, hinekî din jî wêran bikin.
Ji ber ku li gorî wan yên tên kuştin kurd in bira werin kuştin…

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar