05 februari 2016

Tirkiye dibêje avabûna Kurdistanê ewê huzûra herêmê xera bike

Berdevkê hukûmetê û cîgirê serokê AKPê Omer Çelîk, li ser pirsa rojnamevanekî, ”Mesûd Barzanî dibêje ewê serxwebûnê îlan bike, tu çi dibêjî”, gotiye:
”Li vê herêmê heger dewletên nuh yên serbixwe çê bibin ewê huzûra herêmê xera bibe.”
Omer Çelîk, ji bo ku bersîveke xweşik nede mesele pir vir da û wê da biriye, gelek demagojiyên erzan kirine, lê di netîceyê da gotiye ew li dijî serxwebûna kurdan e, ew li dij in ku li Kurdistana başûr kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe ...
Carnan meriv dibihîze hin kurdên başûr dibêjin Tirkiye ne li dijî serxwebûna me ye, filan û bîvan.
Berdevkê hukûmata AKPê Çelîk vekirî gotiye ew li dijî serxwebûna kurdan e, ew piştgiriya serxwebûna kurdan nakin. Ji ber ku avabûna Kurdistaneke serbixwe ewê huzûra herêmê birevîne.
Dewleta farisan, tirkan, belûcan, azeriyan, Qirgizan, Ozbekan, Tacikan, ermeniyan û 22 dewletên ereban li herêmê huzûra kesî narevîne, lê heger dewleteke kurdan ava bibe ewê huzûra herêmê xera bike…
Ma çima qerekterekî dewleta kurd ya antî-huzûr heye ?
Welasilî kelam kêla maneyan tije nabe û derew jî belaş e, lê Çelîk çi bibêje jî em zanin tirk ji her kesî bêtir li dij in kurd bibin xwedî dewlet, Çelîk bibêje jî, nebêje jî em viya baş zanin.

XXX
Hukûmeta AKPê li Cizîrê li taxa Cûdî qetlîameke mezin kir. Di netîceya topbaranê da agir bi xaniyekî ket û di zêrzemîna xênî da 9 kes şewitîn û 25 kes jî tê da asê mane. Di nava 25 birîndaran da kesên şewitî hene.
Li gorî beyana cigîrê serokê HDPê Îdrîs Baluken, leşker û polîsan rê li ber îtfaîyê girtin û nehîştin îtfaîye here agir vemirîne û kesên birîndar xilas bike.
Ev Madimaqeke nuh e, bi emrê Erdgogan û Davutoglu hêzên dewletê li Cizîrê dest bi komkujiyeke mezin kirine, însanan sax sax dişewitîn…

XXX
Ji ber ku lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî got, “Bijî azadî !” , Federasyona Futbolê ya Tirk ceza lê barand
Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê, ji ber hin gotinên Denîz Nakî yên piştî maça Bûrsaspor û Amedsporê, cezayê qedexeya 12 maçan û 19.500 lîreyê Tirkiyê da Denîz Nakî.
Baş e ku futbol lê yasax nekirine. Ji ber ku sînorê irqçîtiya tirk tuneye
Amedsporê li deplasmanê 2-1 zora Bursasporê bir.
Piştî maçê Denîz Nakî got, “ez vê serkeftinê diyarî kesên ev 50 roj in li ber xwe didin, kesên hatin kuştin û birîndar in dikim. Bijî azadî “
Federasyona Futbiolê ya Tirk ya faşîst, ji ber van gotinan 12 maç li Denîz Nakî 12 yasax kir û nêzî 20 hezar lîrayê tirk jî cezayê pera dayê.
Dema taximekî tirk li hemberî Amedsporê bi ser dikeve lîstikvanên tirk dikanin li dijî kurdan her tiştî bibêjin, serketina xwe diyarî her kesî bikin, lê yekî kurd nikane bike.



04 februari 2016

Kurdan piştî Kobanê li Sûrê jî destan nivîsîn !


Dost jî û dijmin jî qebûl dike ku kurdan, gerîlayên YPGê û YPJê li Kobanê di şerê li hemberî qatil û çeteyên Daîşê û dewleta tirk da destaneke mezin nivîsîn, bi hêzeke biçûk ya canfîda û bi sîlehên sivik li hemberî hêzeke hezar qatî ji xwe xurttir qehremanî, xweşmêrî û gernasiyeke her kes kirin heyranê xwe nîşanî dinyayê dan.

Liberxwedana Kobanê di dîroka miletê kurd û ya dinyayê da bi herfên zêrîn ewê ciyê xwe yê layiq bigre.
Nuha jî em werin ser Şerê Sûrê…


Em rastî û şaşiyên kolana xendekan bidin aliyekî, li ser vê meselê min gelek caran fikrê xwe gotiye; bi dîtina min berxwedana Sûrê ji ya Kobanê qet ne kêmtir e.

Ev sê meh in çend xortên wê taxê, çend gerîlla, çen ”pêxwasên” amedî li hemberî bi hezaran polîs, tîm û leşkerên dewleta tirk û bi sedan cahşên kurd, li hemberî tank, top sîlehên giran şerekî bêhempa, destanwarî dikin, berxwedaneke dewleta tirk dîn û har kiriye nîşan didin.

Li gel ku dewlet him di warê hejmarê da û him jî di warê sîleh û teknîkê da hezara qatî ji ”pêxwas” û xweşmêrên Sûrê xurttir e jî nikane bi wan.

Hemû Sûr tep û dûz kirin, lê belê dîsa jî nikanîbûn berxwedan û îradeya gernasên kurdan ya ji polayê jî serttir bişkînin…
Van xweşmêrên kuçe û kolên Amedê tirr ji dewleta tirk berda ne, feleka dewleta tirk, artêşa tirk û hemû generalên tirk şaş kirine.

Dewleta tirk li Sûrê tu carî liberxwedaneke hewqasî mezin ya ne dişikiyê û ne jî xwar dibe nedipa.
Dewletê di şerê Sûrê da heta nuha bi sedan zayiat dane.
Lê zayiata wan ya psîkolojîk û manewî pir û pir mezintir e.

Dewlet li gel hemû hêz û teknîka xwe ya mezin çi dike jî nikanin zora van gernas û xweşmêrên Sûrê bibe, lema jî dest bi tazwîratê, viran û şerê psîkolojîk kirine.
Efendim PKKê ji Sirbîstanê bi peran nîşangir anîne.
Efendim li Sûrê zabitên îsraîl û rûs şer dikin.
Û hezar û yek derewên din di medyayê da belav dikin…
Ji bo ku têkçûna xwe, bêçaretiya xwe veşêrin hincetên wiha dibînin, derewën wiha dikin.
Bi van viran dixwazin bibêjin yên li hemberî me vê qehremeniyê, vî şerê mezin dikin ne çend kurd in, hin kesên bijarta û profesyonel in.

Lê her kes dizane vir e, tu nîşnagirên sirb mirb tunene, hemû jî zarokên wê axê yên ziravpiling in, hemû jî şêr û şepalên kurd û Kurdistanê ne.
Lê em ferz bikin şoreşger û enternasyonalîstekî sirb ya jî ji miletekî din hebe çi ferq dike. Ma nîhayet ne însan e?

Dibe ku her kes nizanibe, lê dewleta tirk, artêsa tirk, birêvebirên dewletê dizanin wan li Sûrê û Cizîrê çi derb xwariye, çend xweşmêrên kurd artêsa NATOyê ya duyem rezîl û riswa kirine, manewiyata artêşa tirk, polîsên tirk daxistine binê sifirê.

Artêş û birêvebirên dewletê vê têkçûn û bêçaretiya xwe dibînin, lê tiştê ji destê wan tê ev e.
Ji bo ku zû bi ser kevin çi ji destê wan tê dikin, her barbariyê, her nemirovatiyê dikin, lê dîsa jî nikanin zêde pêşda herin.

Dîsa jî nikanin sengera çend xweşmêr û egîdên kurd zeft bikin…
Kurdan piştî Kobanê li Sûrê jî destan nivîsîn !

Li ser bûyera Çiyager û parêzvanên wî


Çend roj berê lêdana dengbêj Çiyager(Mehmet Karakuş)di medyaya sosyal da olan da. Mehmet Karakûş di îfade û beyana xwe da rengekî siyasî dabû bûyerê û gotibû yên li wî xistine HDPyî ne û ew wan nas dike.
Medyaya tirk jî bûyer bi zanîn wek bûyereke siyasî lanse kir.
Hin kesan bawerî bi gotinên Çiyager(Karakûş) û medya tirk anîn û HDP û hêza ev tişt kiriye rexne û protesto kirin.
Lê wa ye derket ortê mesele ne siyasî ye û Çiyager rast negotiye.
Li gorî xanima Çiyager ya berê Arîfe Avci di hevpeyvîna xwe da dibêje, tu têkiliya HDPê û hêzeke din bi lêdana Çiyager tuneye, birayên wê ji ber ku Çiyager li gelek caran xweha wan xistiye, ew tim nerehet kiriye lêxistine.
Yanî mesele ne siyasî ye, şexsî û aîlewî ye.
Û li gorî gotinên Arîfe Avciyê, Çiyager gelek zulm li wê kiriye, tim ew nerehet kiriye, gelek caran lêxistiye û rapora wê jî heye…
Lenma jî kesên bi gotinên Çiyager û manîplasyonên medyaya tirk xapiyan û piştgirî dan Çiyage û HDP û PKK rexne kirin, piştî vê hevpeyvîna Arîfe Avciyê, dibê uzrê xwe ji van hêzan bixwazin û wan beyanên xwe rast bikin.
Ji ber ku Çiyager derew kiriye.
Çimkî derket ortê mesele ne siyasî, şexsî û malbatî ye û Çiyager jî neheq e, gelek zulm li Arîfe Avciyê kiriye. Esas dibê meriv vê zulm ü terora çiyager qebl neke.
Heger bi rastî mesele siyasî bûya û hinekan ji ber fikir û rexneyên Çiyager yên siyasî lêxistiba ne helbet rast bû, dibê meriv li dij derketa.
Lê min bi xwe ji destpêkê da ji gotinên Çiyager ne bawer nekir, gotinên wî yên li ser HDPê û jinan gelkî ne xweş û pir giran bûn û întîba merivekî fêlbaz û sextekar dida meriv...
Ez Çiyager qet nas nakim, çendakî berî bûyera lêdana wî daxwaza hevltiya facebookê li min kir û min jî qebûl kir.
Piştî çend rojan min dît wa ye nivîseke min li ser navê xwe belav kiriye.
Min jê ra nivîsî, min got kuro şerm e, tu ji bo çima nivîsa min li ser navê xwe belav dikî?
Lê mêrik ne bersîv da min û ne jî nivîsa min rakir.
Li ser vê, min ew ji havaltiya xwe derxist û min fêm kir ku merivekî ne saxlem e. Ji xwe di hevpeyvîna wî da jî baş xuya bû ku merivekî virek û ne saxlem e



Li Sûriyê cî li Erdogan û Daîşê teng dibe



Rûsya û rejîma Esed cî li Tirkiyê û zilamên Tirkiyê teng dike, artêşa Sûriyê îro du bajarên din jî ji destê çeteyên Erdogan derxistine.
Tirkiye û muxalefeta Esed dixwazin Rûsya û rejîm êrîşên xwe rawestînin.
Lê Rûsya guh nade qîreqîre Tirkiyê û çeteyan û li wan dide.
Lema jî îro civîna Cenewrê terikandin.
Tirkiye ewê bixwaze li hemberî êrîşên rûsan tedbîrekê bigre. Lê ev tedbîr çi ye ne diyar e.
Dikane êrîşî kurdan bike, hin deran îşxal bike.
Lê heger tiştekî wiha bike ewê li zirarê derkeve...
Axir hêdî hêdî cî li Erdogan teng dibe, hirç heywaneke pir serhişk û zalim e..
2016-02-03

XXX
Cenewre-3 heta 25ê sibatê hat taloqkirin.
Bi baweriya min tiliya Tirkiyê di vê taloqkirinê da heye.
Çimkî muxalefetê taloqkirin xwestiye.
Civînê hîn rindikî dest pê nekir, îcar ev çi taloq e…
Muxalefet bêyî daxwaz û emrê Tirkiyê taloqkirina civînê naxwaze.
Miheqeq planeke Erdogan heye…
Dibe ku Tirkiye dixwaze di vê nabênê da êrîşî ser Efrînê û Cerablûsê bike.
Bi vî hawî li hemberî hukûmetê, rûsan û kurdan balansekê çêke.
Çimkî di van rojên dawî da Rûsyayê û hukûmetê gelek zirar dan merivên Tirkiyê, gelek erd ji dest wan derxistin.
Ev jî li ser masê hêza Tirkiyê ya bazarê zeîf dike.
Lema jî pir ne dûr e ku Tirkiye xwe li têlê xwe û macereyeke wek Mûsilê û Başîkayê bike.
2016-02-03



03 februari 2016

Wexta îlankirina Kurdistana serbixwe hatiye lê belê em ne hazir in



”Barzanî got, serxwebûn mafekî me yê rewa ye.”
”Barzanî got serxwebûn!”
Barzanî, peyama serxwebûnê da!”
”Barzanî got wexta serxwebûnê hatiye.”
Barzanî tarîxa referandûmê diyar kir”
”Barzanî, ji bo serxwebûnê rest kişand.”
Barzanî got em ji bo serxwebûnê destûrê ji kesî nagrin.”
Baranî got û Barzanî got…
Bi kurtî ev çend sal in her roj di medyayan sosyal da ev gotinên jor tên dubarekirin, Barzanî wiha got û Barzanî wiha got û Barzanî dike serxwebûnê îlan bike.
Ezbenî li bende îlankirina serxwebûnê çavên me qerimî û sebra me nema.
Êdî bes e, heger ewê serxwebûnê îlan bike, bira bike, ji bo ku em jî û dost û dijmin jî ji vê heyacan û stresê xelas bibin.
Ma li bende çi ye?
Heger bi rastî wexta îlankirina serxwebûnê hatiye û şertên der û hundur musaîd in dibê rojekê jî nesekine û serxwebûna xwe îlan bikin.
Yanî heger wext hatibe, heger mimkûn be, heger bikanibe ewê îlan bike. Yanî ne hewceye meriv gavû saetê dubare bike...
Bes e, van beyanan êdî ji tamê derxist…

XXX

Özz Nujen Ew dîsa dibêje, lê ên din vêya jî nabêjin...
Zinarê Xamo Ozz, rexeneya min ne li birêz Barzanî ye, li kesên gav û saetê vê propagandeyê dikin e.
Ji xwe heger wext hatibe, heger mimkûn be, heger bikanibe ewê îlan bike. Yanî ne hewceye meriv gavû saetê dubare bike...
Pelin Dara Xalo ne umûra min e,em li vir tén kuştin ne umura wi ye.Bi dijmin re ye

Zinarê Xamo Na Pelîn xanim, ne wisa ye, dibê meriv neyartiya hev neke, gotinên ne xweş ji hev ra nebêje. Siyaset ne reş û spî ye. em motajî hev in, dibê em xêra hev bixwazin û tim û tim piştgirê yekîtiya kurdan bin...

Pelin Dara Mirin reş e ez dijminatiyè nakim, lê heqê min heye ez vê daxwazê bikim. Çima ji me re çavên xwe girtiye, ma em ji ne Kurd in?

Pelin Dara Dewleta serbixwe heqê me ye lê heger ev dewlet min neparêze ez é bi çi wé dilşad bibim?

Zinarê Xamo Pelîn xanim, umrê(temenê)dewletan ji umrê însanan dirêjtir e, lema jî bira dewleteke me li wir çê bibe bira îro wek em dixwazin alîkariya me neke. Lê rojek ewê were hinekên alîkariya me bikin ewê werin ser hukim.
Ya muhîm li beşekî Kurdistanê kurd bibin xwedî dewlet. Vê dewletê kî çê dike bira çêke.
Heger hinek li dijî "Kurdistana Barzanî" bin û hinek jî li dijî Kurdistana PKKê û nizanim kê bin malwêranî ye.
Bav û kalên me jî ji ber ku hevûdu qebûl nkirin lema nebûn xwedî dewlet ü ketin bin destên tirkan...

Koma Jiyan Gotinên te li ser sera û ser çava kekê Zinar. Lê gava em li dîroka malbata Berzanî dinêrin, gelo kengê ji bilî menfaata xwe li gelê xwe fikirîne?

Zinarê Xamo Bersîva Koma Jiyan.
Ev ne rast e û belovacîkirina dîrokê ye.
Di dîroka Kurdistanê da tu malbetekê bi qasî Bazaniyan micadele nekiriye û di micadela li hemberî dijmin da îstîkrar û berdewamï nîşan nedaye.
Her wisa tu malbatê ji bo kurd û Kurdistanê bi qasî Barzaniyan canê xwe feda nekirine, şehîd jî nedane.
Ji kekê Mele Mistefa, Shêx Ebdulselam Barzanî bigre heta bi Enfalê, Barzaniyan bi dehhezaran şehîd dane. Û ji bo Kurdistanê jî xizmetên mezin kirine.
Înkarkirina vê dîrokê nankorî ye.
Lê ev nayê wê maneye wan qet şaşî û kêmasî nekiriye.
Dibe ku îro PDK û ji malbata Barzaniyan hin kes hin şaşiyan bikin, hin têkilyên wan yên bi Tirkiyê ra ne bi dilê me ye, ev tiştekî din e.
Rexnekirina van şaşiyan mafê her kesî ye. Ez jî carnan hin gav, hin gotin û kirên Mesûd Barzanî ya jî Nêçîrvan rexne dikim û fikrê xwe dibêjim.
Lê di bin navê rexekirinê da ne rast e meriv micadela Barzaniyan û Mele Mista Barzanî înkar bike.
Bi xêra micadele, gernasî û navê Mele Mistefa Barzanî bi hezaran kurd bi kurdîtiya xwe hesiyan.
Lema jî dibê meriv hewqasî rehet zimanê xwe dirêjî dîroka Barzaniyan neke. Eyb e û bêbextî ye...

Özzengin Seyhmus Hinek kesayetî hene di demên dîrokî de derdikevin pêşberî civatan ku civat, pirsgirêkên xwe bi saya serê wan kesan çareser bikin. Civat li derdora wan kesayetîyan tên ser hev û piştgirîyê didin her gav û hewldanên wan kesayetîyan ku pişta wan jî xurt be...Mixabin, îro li Kurdistan jî em pêşberî kesayetîyek wusa rû bi rû bûne... Mesût Barzanî kesayetîyek ji wan e. Lê ji ber, çarhawêr dorpêçkirina dijminên Kurdan, şertên îroyî û hewldanên dijminan ku destên wan di bêrîkên rêxistin, partî û kesên kurd de pêşiya vê gava pîroz û dîrokî digire. Pişta wî serokê ku bi milletê xwe serbilind qels dike...Her bahsa Gavavêtina pîrozbahî têt kirin; bi sedan xwefiroş êrîş dikin, tevliheviyan derdixin û dibin pergalê dijminên Kurd û Kurdistan...Hinek dibên "em dijî serxwebûnê ne", hinek dibêjin "ku Barzanî serxwebûnê îlan bike, emê ji Hevlêr biqetin"! Hinek dibêjin "ku Barzanî here referandûmê û Kurd biryara serxwebûnê bidin jî emê li dijî wê bin, qebûl nakin!" Hinek dibêjin "Barzanî ne samîm3i ye"(!) Ka îca hûn ji min re bêjin, wê Barzanî çawa pişta xwe bide van siyasetmedarên xwefiroş? Ku ji destên wan bê wê Barzanî di tasek av de bixeniqîn in!

Aldar Doski Çi rastî bû vê gotinê nîne tenê Barzanî vê gotinê bikartîne ji bûy berjewendîyên xweyên taybet.hevalno Kawerin li rewişa kurdistanê bibîni paşî bibêjin serxwebun ef 5 mehe yek fermanber mûçe wer negirtîye ew çi serxwebûne Barzanî reklama wê dike ma hûn nabînin Derya İce ya bî goristana kurda gelo eger gel ji van gotgûtkên Barzanî piştrast ban wê çima rêka mirinê hilbijêrin li hêvîya serxwebûnê nabin?gelo ef serxwebûn wê çewabe mane Barzanî rênade serokê perleman biçe ser karê xwe mane perlemane yasa û biryara çêdike?

Zinarê Xamo Ez ketime bextê we dev ji neyartiya Barzanî berdin û netewî bifikirin.
Generalê emerîkî Jay Ganer gotiye, ”hemû dinya ji bo serxwebûna Kurdistanê îqna bûye, di vir da problem tuneye. Problem kurdan gelşên xwe çareser nekirine, yekîtiya xwe çênekirine.”
Bi dîtina min jî ev sedîsed rast e û ji bo me kurdan di eynî wextê da rûşeyikeke mezin e.
Berê şêxan, mîran, began û axayên kurdan serokatiya hev qebûl nedkirin, îro eynî tiştî partî û siyasetmedarên me dikin.
Û ev yek jî dibe sebebê bindestmayina me û çênebûna Kurdistanê.
Kînga hemû kurdan, hemû partiyan, hemû serok û siyasetmedaran gotin bira Kurdistan çê be kî çê dike bira çê ke, rejîmeke çawa ava dike bira bike, a wê çaxê kes nikane rê li ber çêbûna Kurdistanê bigre, a wê çaxê Kurdistan ewê çê bibe….

Rashid Azaro Gelek kes ne rexna li desthildariya Başûrê Kurdistanê digrin, kîn û nefreta xwe li dijî Berzanîyan, ew kesên bi hezaran qurban danin, nîşan didin û dijminiyê bi Berzaniyan re dikin. Gava derfetên dibînin jara xwe dirjînin, hinek jî wê derfetê ji wan re peyde dikin!

Zinarê Xamo Ew "hinekên derfetê ji wan ra peyda dikin" kî ne?

Özzengin Seyhmus Di şexsîyeta Cenabê Barzanî de, dijminatiya kurd û Kurdistan dikin..Raser newêrin dev bavêjin netewa Kurd û Kurdistan; dev davêjin vî şexsîyetî, li ber çavê netewa Kurd piçûk dixin û bi vê rêyê pêşî lê girtina gavavêtina avakirina dewletek kurd digirin..Ev hemû bi zanistî û li gor pîlanekî tên meşandin..Lê ew kes,parti û tevger bila baş bizanibin ku tu hêz nikare pêşiya xwestinên vî netewî bigire..Serkevtin a nirxên Kurd û Kurdistaniyan e..

Zinarê Xamo Kekê Seymus, kes nikane bi propagandeyê tu kesî, tu partiyê li ber çavê kesî reş bike. Heta ji wan tê bira bibêjin, bira neyartiyê bikin, xelk ne kor e, dibîne kî çi ye û li dû çi ye...

Özzengin Seyhmus Xwezî ev hewldan wek ku cenabê we dibêje "tenê propaganda" bûna..Lê ne wuhaye..Ev li angora stratejîyek dijraberî Kurd û Kurdistan têt meşandin..Esas xwediyê vê gotinê dijminên kurdan bi xwe ne. Şam, Tahran, Bexda û Enqera bi xwe ye. Mesajê didin dinê û Cîhan jî dibêje; "Kurd di nav xwe de ne yekin, heta ku raya wan nebe yek nikarin gavên mezin bavêjin. ne amadene"(!) Ev gotin jî di cîhnan de derdikeve pêşiya siyasetmedarên dozdar û ji dijminan re dibin pergal kekê Zinar..Problem di virde ye...Wek nerîn dikarin gotinên xwe û xwestinên xwe bêjin li ser navê xwe. Lê divê kes pêşiya îradeya biryara mafê çarenûsî negire. Ev girtin tenê xizmetê ji dijmin re dike..Kurd çi dixwazin bila bi îradeya xwe biryarê bidin...

Zinarê Xamo Rashid, te bersîva pirsa min neda, "hinekên derfetê" ji dijminên Barzanî ra "peyda dikin" kî ne?
Heger qesta te ez im û ev nivîsa min e, vekirî bibêje, îthamên bi vî hawî qet ne xweş e.
Ez ne murîd û zilamê kesî me, ez merivekî azad im, rast şaş fikrê xwe dibêjim. Ji bo ku hinek Barzanî rexne nekin ma dibê ez xwe sansor bikim, li ser Barzanî û siyaseta wî fikrê xwe nebêjim.
Dema ez li ser PKKê, HDPê û Ocalan dinivîsim yên PKKê jï eynî tiştî dibêjin. Wê demê dibê kes li ser kesî tistekî nenivîse.

Dîndar Koçer Li min bibore Kak Zinar lê ev core nivêsînên te bi baweriya min ne di xêra tu kesî dene ji xeynî ewên dixwazin dubare û sêbare gotinên kirêt bêjin Kak Mesudî. Kesekî welatparêz dê ji dilxweşiya van kesana fêm bikit û nek rexne bikit.
Tevî hemî astengî û dijayetiyên navxwey û dervay Serok Barzanî rêberê êkane ye ko bi aşkeray vê daxwazê diket û mafê her Kurdekê ye pê serbilind be.

Zinarê Xamo Lê ne tenê hin der û dor û hin kesên xêrnexwazên kurdan wiha dibêjin, xelk jî, ewrûpî jî, Emerîka jî ji kurdan yekîtiyê dixwazin.
Mesela, Generalê emerîkî Jay Ganer gotiye,
”Hemû dinya ji bo serxwebûna Kurdistanê îqna bûye, di vir da problem tuneye. Problem kurdan gelşên xwe çareser nekirine, yekîtiya xwe çênekirine.”
Ma ev ne rast e?
Ma li başûrê Kurdistanê kurd yek û bi tifaq in?
Ma heger kurd li hev bûna û yekîtiya wan hebûya Cenewre ewê wiha bibûya?
Heger yekïtiya kurdan hebûya KNS bêyî PYDê nedicû Cenewreyê, ewê bigota dibê PYD jï hebe.
Di rewseke wiha da ma em bibêjin kurdan yekîtiya xwe çêkiriye rast e?

Rashid Azaro Kek Zinar ecela te çi ye, ji bo bersîva min, ez herdem ne li ser netê (torê) me! Hijmara wan kes(an) pir in, navê wan najmêrim, jimartina naven ji min nexwazin! Ez dizanim ev nivîsa we ye, her rexne û şîrovên di bin nivîsên we de tên nivîsandin, na yê vê watê ku ew ji bo we û nerînên we ne, di nawa wan de, nerînên û balkêşandina şîrovevana jî hene. Çima hûn xwe wisa aciz dikin, ma navê te derbasbû?

Zinarê Xamo Birayê ezîz(Dîndar Koçer), ez destûrê nadim kes gotinên "kirêt" ji birêz Mesûd Barzanî û ji serokekî din ra bibêje. Û ji xwe kesî tistekî wiha jî negotiye:
Lê heger meriv bi ya we bike, dibê kes li ser tu partiyeke kurd fikrê xwe nebêje, rexne neke.
Ji ber ku heman tiştî, gava ez tiştekî PKKê, YNKê û PYDê krîtîk bikim hevalên wan jî dikanin bibêjin.
Wê demê dibê hemü kurd li ser PDKê û Barzanî qet tiştekï nebêjin. Ev daxwazeke ne rast e. Bilekis, di demën wiha da dibê meriv fikrê xwe bibêje.
Ne ku tenê pesnê wî bide û jê ra li çepikan xe.

Zinarê Xamo Rashid Azaro, bira, ez zanim dijminên Barzanî û kurdan pir in. Ev vekirî ye. Û gava hewce li gorî taqeta xwe ez bersîva wan jï didim.
Lê te gotiye, "Gava derfetên dibînin jara xwe dirjînin, hinek jî wê derfetê ji wan re peyde dikin!"
Yanî bi nivîsa min, bi nivîsên wek yên min ,em ji dijminên Barzanî ra derfetê peyda dikin.
Min wisa fêm kir, heger tu dibêjï qesta te ne ev e mesele tuneye...

Rashid Azaro Tixûbên rexnan û êrîşan zelal bûna, wê gavê karên me wê hêsan bûna! Tiştên ji bo te rexne ne, ji bo kesine din êrîş in û berovacî wê, tiştên gorî te êrîş in, ji bo kesine din rexne ne. Ev tixûb bi santîman nayên pîvan! Nêt tixûbên rexnan û êrîşan şolî dike....

Rêber Tusanî Bavê Rodî Ew Mizgînî wê Barzanî bide hemî Kurda, u wê Kurd bi Ala xwe u Dewleta xwe Serbilind bin...
Ez bawer nakim bedîlê Barzanî u KDP di Xizmeta Netewa Kirde Roja Îro hebin
Em heroj dibînin çawa Hewlêr buye weku Hecekî Serkirdeyên Cîhanê qestê dikin.....

Lales Qaso Barzanî tu dewletan çênake, ji ber ku tirk qebûl nakin û kar û barê barzaniyan jî mîna hiriyê li hev geriyane. Barzanî kurdan diçêrîne. Li gora zeman û edeba rewşê mijara dewleta kurdî ji hew bêhtir stewiyaye, û hîn jî gava ev dewlet çênebe, mirov jî wî çaxî wê bibêje ku Barzanî kurdan ditewilîne, diçêrîne, ewqas.



Siyasetmedarên bindestiya tirkan ji rejîmeke dîktatorî ya kurdan baştir dibînin hene



Murad Ciwan, do di twîtteke xwe da li ser KCKê wiha nivîsî ye:
”Ocalan di Notên Îmraliyê da gotiye, ´Normalbûn dibê meriv tevayiya rêxistina KCKê bigre nava qanûnê. Viya baş fêm nakin.´
Heger wihaye baş e ku çareserî nebûye, înşelah ew çareserî ewê qet nebe. Ji berku piştî hewqas êş heger ewê rejîmeke wek ya Koraya Bakur ya jî wek ya Esed were ser serê gelê kurd, çareseriyeke wiha çênebe baştir e. Li gel hemû xerabiyên xwe ev dûzan ji wê çareseriyê baştir e.”
Murad Ciwan
2016-02-01
Wek têdîtin Murad Ciwan, dibêje baş bû ku PKKê û dewletê li hev nekirin û tiştê Ocalan gotiye, yanî KCK nehat ser hukim.
Diyar e Murad Ciwan, rejîma KCKê ji bo kurdan ji bindestiya dewleta tirk, ji rejîma kemalîst ya faşîst gelkî xerabtir dibîne û lema jî dibêje ji dêlî ku KCK/PKK were ser serê kurdan, kurd di bin destê tirkan da bimînin baştir e. Dewleta tirk û rejîma AKPê ya faşîst û panturkîst çiqasî xerab be jî ji rejîma KCKê baştir e…
Ez bi xwe rejîmeke kurdan ya dîktator, ya herî xerab, dixwaze bira ya KCKê ya jî ya dînciyan ya jî ya hin dîktatorên din be, ji rejîma tirkan ya herî demokratîk hezar qatî baştir û ”ewlatir” dibînim.
Ji ber ku tu rejîm, tu dîktatorî ne ebedî ye, rojek tê têk diçe.
Ev, li her dera dinyayê wiha bûye.
Micadeleya meriv li hemberî îşxala dewleta tirk dide, merivê li hemberî dîktatoriya partiyeke kurd jî bide.
Rejîma tirkan çiqasî demokratîk be jî nîhayet wek milet em bindest û kole ne, welatê me di binîşxalê da ye. Baştirdîtina rejîmeke tirk, parastina îşxalê û bindestiyê ye.
Lema jî baştirdîtna berdewamiya îşxala dewleta tirk ji dîktatoriya KCKê ji bo kurdekî wek Mûrad Ciwan bi gotineke herî sivik trajedî ye…
Hey dinyayê, hey dinyayê, kê bawer dikir Murad Ciwan ewê rojekê were vê nuxtê û van tiştan bibêje?
Lê jiyanê nîşanî me da her tişt mimkûn e, sînorê guherandina însanan tuneye…

XXX
”Ocalan, İmralı Notları'nda "Normalleşme bütün KCK yapısını kanun içine almaktır. Bunu bir türlü anlamıyorlar." demiş.
Eğer öyleyse iyi ki çözüm olmadı, inşallah o çözüm hiç olmaz. Çünkü bu kadar acıdan sonra Kürt halkının başına Kuzey Kore ya da Esed rejimi gelecekse, olmaz olsun bu çözüm. Bütün kötülüğüne rağmen bu düzen o çözümden evladır.”
Murad Ciwan
2016-02-01



02 februari 2016

Dawiya zilamtiya dijmin tim poşmanî ye

Serokşêwirmendê serokê AKPê Huseyîn Çelîkê wanî, di di tiwîtteke xwe da gotiye wî “15 roj berê ji xwe îstîfa kiriye.”
Lê negotiye gelo ji wezîfeya xwe ya jî ji AKPê jî îstîfa kiriye. Bes tas ha ha ccingiya ha ssikiya, zêde ferq nake, carê terk li têkiliyan ket û hezkirin kêm bû, ez bawer nakim dîsa vegere qeysa berê...
Li gorî hin xeberan Erdogan ew qewitandiye. Lê wa ye gotiye, na, wî bi xwe îstîfa kiriye.
Bêguman li ciyê rehetiyê, bêyî ku di nabêna wî û Erdogan da tiştek derbas bibe Çelîk dev ji xulamtiya Erdogan bernade, miheqeq Erdogan lê rabûye, azarek dayê, heta qewitandiye lema îsîfa kiriye.
Xulamtiya neyar wiha ye, dijmin heta demekê meriv wek potikê zarokan bi kar tîne û dû ra jî davêje, yanî rojek tê ya karê wî bi meriv diqede ya jî yekî ji meriv sadiqtir û xulamtir dibîne û meriv ji ber deriyê xwe diqewitîne.
Ji bo Erdogan kurdê muhîm, kurdê dewsa wî neyê dagirtin tuneye, hemû kurdên nuha di bin destê wî da ne ji bo wî alet in, hacet in, heta lazim be ewê wan bi kar bîne, lê gava karê xwe bi wan qedand, wek Huseyîn Çelîk ewê ji wan ra bibêje de herin, êdî lazimiya min bi we tuneye...
Ya herî baş dibê meriv nebe zilam û xulamê dijminê gelê xwe, ji bo gelê xwe bixebite

XXX
Erdogan baş dizane taliya wî xerab e û roj bi roj nêzî wê taliya xerab dibe. Pir ditirse, lema ji her kesî şikê dike, bera Husên Çelîkê xulam dide.
Ev îşareta têkçûna Erdogan e.
Ez dibêjim pir çû hindik ma.
Çimkî zêde stûr bû, çavsor bû, Aynê kurdan ewê jê ra nemîne...

XXX


Kurdan, bi qasî ku di van du salên buhurî da tirk nas kirin, di warê bawerî û hestiyarî da ji wan bi dûr ketin û nefret kirin, di seranserê hezar salên dîroka xwe ya bi wan ra hewqasî ew nas nekiribûn û ji wan hewqasî nefret nekiribûn.
Mîlada qutbûna, dûrketina, nefreta kurdan ya ji tirkan şerê Kobanê ye .
Qetlîama Şengalê û şerê Kurdistana rojava ev qutbûn xurttir û kûrtir kir…
Êdî zû bi zû dilê kurdan li tirkan rûnane, jê ra wext û zemanekî pir dirêj lazim e…

01 februari 2016

Li gorî Orhan Pamuk li Tirkiyê êdî kes li kuçan nayê kuştin !

Li gorî Orhan Pamuk, rewşa nuha ji ya salên 1970î baştir e,” qenekê nuha kes li kuçeyan nayê kuştin” (!)
Li Cizîrê, Diyarbekrê ji alî leşker, polîs û tîmên taybet ve her roj çend kurd tên qetilkirin, lê Orhan Pamukê xwediyê xelata Nobelê di hevpeyvîna xwe da gotiye,
”Di salên 1970î da însa li kuçeyan wek mêşan dihatin kuştin. Ez dikanim bibêjim ew hîn xerabtir bû. Nuha serokkomar bi qîrîn dibêje xayinê welêt! Lê belê qet nebe kesê li kuçan dimre tuneye…”
Li Cizîrê, Sûrê, Şirnexê, Nisêbînê rojê çend kurd ji alî leşker û polîsên tirk ve tên kuştin.
Li Cizîrê, Sûrê, Silopiyê dewlet tank û topan bi kar tîne, bajaran topbaran dike, mizgeftên dîrokî wêran dike, dike qişleyên leşkerî.
Di salên 1970ê da cûnta leşkerî zulmeke wiha li kurdan nekir, li bajaran tank û top bi kar neanî, bajar wêran nekir, termê însanan bi hefteyan li erdê nehîşt û genî nekir, lê nuha vanan hemû jî dibin.
Di salên 1970ê da cûntayê derketina der bi hefteyan, heta 47 rojan li xelkê siwîl yasax nekir, lê nuha hukûmta AKPê dike.
Lê li gorî Orhan Pamuk, dîsa jî rewş bi qasî salên 1970î ne xerab e, ”qenekê kes li kolanan nayê kuştin”!
Wê demê Orhan Pamuk bi sedan kurdên li kuçe û kolanên Cizîrê, Silopiyê, Şirnexê, Nisêbînê û Sûrê hatine kuştin û herr oj tên kuştin însan nahesibîne.
Heger însan bihesibanda ewê negota ”qenekê nuha kes li kolanan nayê kuştin”!



Ez ne bêhêvî me



Mesela kurd û Kurdistanê meseleyeke pir mezin e, pir zor e, pir tevlihev û gelkî çetrefîl e.
Berî her tiştî dijminên me ne yek e, ne dudu ne, pir in û xurt in.
Lema jî azadiya kurdan û çareserkirina meselê jî li gorî mezinahiya Kurdistanê û gelşê ewê ne hêsan be, ewê wextê bigre, bi carekê da hel nabe, ewê hêdî hêdî bibe.
Lê ez sedîsed bawer im ku kurd ewê rizgar bibin, di pêşerojeke nêz da Kurdistan bi kêmanî ewê li du, sê beşan çê bibe, belkî bibin yek, meriv nizane.
Belkî çend Kurdistan çê bibin...
Ev yek girêdayî gelek faktorên der û hundur in, bi taybetî şêla Emerîka û Fransa û Engilistanê, Rûsya yê pir muhîm e.
Lema jî dibê meriv ji Cenewreyê ne bêhîvî be. Civîn dikane bi salan bajo, lema jî meriv nizane di rojên pêş da şêla Emerîka û dewletên mezin ewê çi be….
Lê berlê tu kes, tu hêz êdî nikane kurdan dîsa wek berê bindest bihêle, ev ne mimkûn e...
Ne mimkûn e ji ber ku kurd di warê leşkerî da xwedî hêz in, miletê kurd şiyar bûye û doza mafê xwe dike.
Gelşa me, kêmasiya me zeîfiya serokatiya siyasî ye, bi taybetî li bakur em hinekî qels in û bi tevayî jî yekîtiya me tuneye.
Di vir da hin kêmasiyên me hene. Dibê siyasetmedarên kurd bi lez û bez hevkarî û yekîtiya xwe xurt û daxwazên xwe zelal bikin.
Ez hêvî dikim yek yek jî ewê hêdî hêdî çê bibe...
Bêhêvî nebin, moralên xwe xera nekin.
Û ya herî muhîm jî dijminatiya hev nekin, fikrên xwe bibêjin, lê neyartiya hev û hêzan nekin, malê me ev e, baş xerab kurd ewê bi van hêz û partiyan xelas bibin, çimkî îro ew hene...




XXX
Li gorî xebera Basnewsê, heyetek li ser navê Amerîka, Birîtanya û Fransayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li Kobanê bi berpirsiyarên ”rêveberiya xweser” û berpisiyarên PYDê ra hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinan de nûnerê taybet yê Serokê Amerîkayê Obama, Brett McGurk jî amade bûye.
Li gorî agahiyan, di hevdîtinan de li ser civîna Cenevreyê û beşdariya kurdan û pêşeroja Sûriyê hatiye sekinandin.
Ev xebereke xêrê ye û meriv kêfxweş dike. Diyar e Emerîka û Xerbê hîn kurd bi temamî nedane aliyekî. Yanî bi gotineke din kurd û PYD ne li derî lîstikê ye. Ev serdan nîşan dide di rojên pêş da kurd jî ewê li Cenereyê û di hevdîtinan da bibin akterekî esasî.