26 augusti 2014

Efendim diya Ahmet Altan û Mehmet Altan kurd e !


Çîroka diya Mehmet Altan û Ahmet Altan kurd e, meriva(zizma) serokkomarê Îraqê Fûad Masûm e van rojan dîsa di nava kurdan da aktuel bûye. Piştî Mahmut Ovur, nuha jî Nevzat Çîçek ev yek kiriye mijara nivîsa xwe.

Mehmet Altan dibêje wî heta sala 1991ê, heta mirina diya xwe xwedêgiravî wî nizanîbûye ku diya wî kurd e. Ew kurdayetiya diya xwe cara pêşî, piştî wefata wê ji nivîsa Yaşar Kaya fêr bûye.

Ev ne rast e, vir e. Ne mimkûn e ku diya wî heta mirina xwe qet negotibe ew kurd e, kurdayetiya xwe ji zarokên xwe veşartibe. Di ser em ji nivîsê fêr dibin ku da wê bi kurdî jî baş zanîbûye.

Ne mimkûn e yekî wek Çetîn Altan nizanibe xanima wî ne ereb e, kurd e. Lê gorî gotina Mehmet Altan, wî (Çetîn Altan)tim jê ra gotiye ”erebê”! Û tu carî ji kesî ra, heta ji zarokên xwe ra jî negotiye diya we kurd e, yanî Çetîn Altan kurdayetiya diya zarokên xwe wek sirekî ji herkesî veşartiye.

Ez heta nuha li tu derê lê rast nehatim ku Çetîn Altan gotibe xanima wî kurd e û ji Kurdistana başûr û merivên wê jî filan û filan in.
Lê eynî Çetîn Altanî qala çîroka hatin dê û bavê xwe ji Balkanan kiriye…

Ev şêla Çetîn Altan û zarokên wî hestên wan yên li hemberî kurdan nîşanî me dide, nîşan dide ku ew ji kurdan çiqasî sar in…

Herçiqas Mehmet Altan dibêje ew cara pêşî di sala 1991ê da piştî mirina diya xwe ji nivîsa Yaşar Kaya fêr bûye ku diya wî kurd e, lê ne mimkûn e ku rast be.

Ji ber ku di nivîsê da diyar dibe ku Fûad Masûm di sala 1978a da li Stenbolê çûye mala wan û Kerîme xanim dîtiye. Ne mimkûn e ku haya Mehmet Altan ji vê ziyaretê çênebe…

Tiştek eşkere ye, him Çetîn Altan û him jî Ahmet û Mehmet Altan hetanî  nuha nexwestine û naxwazin xwe di kurdan bigerînin, xwe bikin merivên kurdan. Û naxwazin merivantiyeke wiha eşkere jî bibe. Him di ni nivîsa Mahmut Ovur da û him jî ji gotinê Mehmet Altan meriv vê rastiyê dibîne.

Ez ne şaş bim, Ahmet Altan jî çend sal berê carê henekê xwe bi vê îdîayê kiribû û gotibû tiştê wiha ji bo wî ne muhîm e.

Loma jî bi dîtina min çîroka vê mervantiyê, pêketina wê tiştekî berradayî ye, çimkî malbata Altanan vê merivantiya bi kurdan ra naxwazin û jê direvin. Lê hin kurd dixwazin bi zor xwe pêve bizeliqînin…

Xwarziyên li xalanên xwe, li merivên xwe negerin, vê yekê bi serbilindî nebêjin dibê xalan jî yanî kurd jî qet bi pey vê mervantiyê nekevin û qet girîngiyê nedin vê mervantiyê.

Ez bi xwe vê meraq û israra kurdan pir bêmane û pir berradayî dibînim….

Kurd pir fedekar û egîd in lê kêmasiyeke wan heye

Li vê cîhanê kurd yek ji wan kmiletên ku pir zulm û derd dîtine, pir êş û elem kişandine. Loma jî kurd wek dînan, wek sewdaliyan evîndarên azadiyê ne, li herçar perçên Kurdistanê ji bo azadiyê hertiştên xwe feda dikin. Ji bo bidestxistina azadiyê pir fedekar, egîd û cengawer in…

Lê qusûr û kêmasiyeke wan heye, ji berêûber da, ji bav û kalan da bêtifaq in, yek yekî qebûl nake.

Her serok û her partî dibêje ez û ez. Serokên din, partiyên din, siyasetmedarên din, şervanên din ne tu tişt in, pênc pera nakin. Hetta li hemberî azadî û serxwebûna Kurdistanaê asteng in !

Herewere partiya wan û serokê wan baş e, rast e, bêkêmasî ye û ji herkesî bêtir kurdperwer e…

A ji ber vê dîtin û baweriya şaş heta nuha bindest mane, li gel hewqas fedekarî û malwêraniyê jî hîn nebûne xwedî welatekî serbixwe…

Dijminekî hov, xwînxar ketiye wealtê me, dest dirêjî namûsa me dike, me şerjê dike, lê em hîn jî nabin yek, hîn jî yekîtiya xwe ya netewî xurt nakin. Hîn jî dev ji neyartiya hev bernadin.

Ji dêlî ku em yekîtiya xwe ava bikin, em pesnê mêranî û egîdiya xwe didin û hêzên din jî pîs dikin.

Dijmin me hemûyan, egîd û tirsonekan, şervan û revokan yanî ji me kî bi berkeve dikuje, serê me jê dike. Lê dîsa jî em HEMÛ, egîd û tirsonek, şervan û revok nabin yek, dev ji neyartiya hev bernadin.

Xwedê aqilekî bide rêber û siyasetmedarên me….



XXX
Lîstikvana bi navê Denîz Çakir ji ber ku di twitterê da şiîreke Turgut Uyar ku têda navê Kurdistanê derbas dibe belav kiriye tirkan qiyamet rakirin, li Tirkiyê twitter serobinî hev bû, gotinên nemayî ji Çakirê ra gotin û heta ew bi mirinê tehdîd kirin.

Madem wiha ye, hemû hunermend, edîb, siyasetmedar, parlamenter û serokên belediyan, welhasil her kesê xwe kurd qebûl dike dibê ya vê helbesta Turgut Uyar ya jî helbesteke navê Kurdistanê têda derbas dibe di facebook û twitterê da biweşîne. Ya jî bibêje ez kurd im û ji Kurdistanê me û bijî Kurd û Kurditan!

Navê helbesta Turgut Uyar Riya Kaş(Yokuş Yola)ye
.
Derên te histiriyên wê jêkirin heger tu biharekê filan texmîn bikî
Li Kurdistanê û li ser riya Muş-Tetwanê ciyek ewê xwîn bibe

25 augusti 2014

Ev nîna ye tirnîna hîn li dû ye

Berdevkê PKKê Cemîl Bayik, di hevpeyvîna xwe ya bi Ruşen Çakir ra bi zimanekî kibar û sergirtî rexne li têkiliyên HDPê bi hin komikên homoseksuel(vê komikê straneke em qunek in jî çêkiriye) û çepên marjînal girtibû û gotibû “dibê HDP xwe ji tevgerên marjînal xelas bike. Mesele li Beyogluyê komikek heye…”
Serokê HDPê yê berê Ertugrul Kurkçu û Ufuk Uraz xwe ji vê rexneya Bayik ya di cî da pir aciz kirine û gotine ew vê rexneyê qebûl nakin û nagrin ser xwe jî.
Helbet Kurkçu û Uras ewê wiha bibêjin, helbet ewê bersîvên sert bidin Bayik, ji ber ku êdî ne muhtacî kurdan e. Bi rayên kurdan bûn parlamenter û meaşên xwe hetanî mirinê saxlem kirine. Loma jî êdî ne guh didin dîtinên PKKê û ne jî rexneyan qebûl dikin. Loma jî dikanin bi hêsanî gotinên giran ji Bayik û PKKê ra bibêjin. Û zû dereng ewê bibêjin jî. Ji ber ku êdî karên xwe bi PKKê qedandine, meaşên xwe saxlem kirine…

-Bubê Eser: Kekê Zinar dema dilê mirov nexwaze mirov pê re naghijê. Lê te karibû wan gotinên wê yên din û ne cih de bi rêzekê ba jî bigota. Mîrata berjewendiyan nahêle mirov her tiştê bêje kekê hêja...



- Bubêyê delal, weleh min qet bîr nebir ji te bipirsim bê tu dixwazî ez li ser kîjan gotinên wî yên din jî çend peyvan bibêjim. Bibore…
Bubê, ma ne eyb e tu ji min ra dibêjî ”berjewendî nahêlin mirov hertiştî bibêje”!
Îcar bejewendî?
Ma ez ji Bayik û PKKê meaş digrim, ez karkerê wan im ku ez li berjewendiyên xwe bifikirim?
Hela ji kerema xwe ra wan berjewendiyan bi nav bike ji bo ku ez jî bizanibim ew çi ne?
Ma ez mecbûr im hertiştê tu muhîm dibînî muhîm bibînim?
Ma hertiştê ez muhîm dibînim tu muhîm dibînî?
Ma tiştekî wiha mimkûn e?
Û ji xwe min li ser hevpeyvîna Bayik jî tiştek nenivîsî ye, min çend gotin li ser reaksiyana Kurkçu û Uras gotiye, ne li ser hevpeyvîna Bayik.
Îcar mîrata berjewendiyan nahêle ez Bayik rexne bikim ji ku derket?
Dema min hewce dîtiye min gelek caran PKK û Bayik rexne kiriye, ma tu bi viya nizanî?

24 augusti 2014

Jiyan diqede kar naqede

Li vê malê ez çi karî bikim jî xanim min teqdîr nake, di karê min da tim kêmasî û qusûrekê dibîne, tu carî memnûn nabe û pesnê min nade. Loma jî piraniya caran ez mecbûr dimînim li vir pesnê xwe bidim.
Îro jî dîsa eynî tişt bû. Piştî gerra li dora gola me, ez ketim hewşê, min gîha hewşê çinî, hewş kir mêrg û berda.
Di hewşa me da du darên me hene, yek ya giryazê ye û ya din jî ya sêvê ye. Dara giryazê îsal me jê hebek jî jênekir, ji ber ku em demek dirêj ne li mal bûn, gava em ji tahtîlê hatin hebek jî pê ve tunebû. Ez dibêjim ji ber bêxwedîtiyê beytikan hemû xwaribûn.
Lê ya sêvê îsal gelek sêv girtine, guliyên wê dikin di bin sêvan da bişkiyên. Ji bo ku hûn jî bibînin ez du sê rismên wê belav dikim.
Dibêjin hewa Swêd û ”keçên swêdî” tu carî bawerî pê nayê. Mesela keçan ez didim aliyekî, lê herçî hewa swêd e rast e. saetek berê em ji gerrê hatin, hewa gelkî xweş bû, me li hewşê qahwa xwe bi kêf vexwar.
Lê nuha wa ye ximîna baranê ye, tu dibêjî belkî asîman qelişî, xanimê bi pilepil kincên xwe bi lez revandin hundur û têra dilê xwe nivir li hewê kir, gotinên giran jê ra got…

XXX


Li ba kurdên Kurdistana Tirkiyê dostî, hevalbendî, hevkarî û piştgiriya bi dijmin ra qet ne şerm, şerf û serbilindî ye.
Kî bikanibe xwe hinekî nêzî dewletê û hukûmetê bike, di partiyeke tirk da bibe parlamenter û wezîr, di telewîzyoneke dewletê da karekî bi dest xe, di nava civatê da bêtir qedir û qîmetê dibîne, îtîbara wî zêde dibe…

23 augusti 2014

Serokwezîrtiya Davutoglu qet jî ne li "kara" kurda ye


Serokê Platforma Kurdên Demokrat “PDK-Bakur” Sertaç Bucak, di hevpeyvîna xwe ya telewîzyona Rûdawê da bi serokwezîrtiya Ahmet Davutoglu gelkî kêfxweş bûye û gotiye, ”hilbijartina Davutoglu pir muhîm e, li kara(menfeeta)kurda ye. Ez vê yekê him ji bo herêma Kurdistanê û him jî ji bo kurdên Tirkiyê dibêjim…”

Kurdên herî xwelîser kurdên Kurdistana bakur in


Ez dibêjim di nava kurdan da kurdên wek soleke(pêlaveke)kevn herî bêtir deform bûne kurdên Tirkiyê, kurdên Kurdistana bakur in.

Li gel hewqas zulm, hewqas zordarî, koçberî û bi hezaran şehîd hîn jî bi hezaran kurd hevalbendên Erdogan in, hîn jî bi milyonan kurd rayên xwe didin AKPê û partiyên din yên tirk.

21 augusti 2014

Alî Bulaç nan û ava Kurdistanê çavê te bigre

Alî Bûlaç rojnamevan û nivîskarekî  ereb e, îlahiyatçiyekî ne xerab e, ji Kurdistanê, ji bajarê Mêrdînê ye.
Yanî bi nan, av û hewa Kurdistanê mezin bûye. Di nava kurdan da, bi zarokên kurdan ra mezin bûye, zaroktiya wî bi zarokên kurd ra derbas bûye. Heta zanîngehê jî hevalên wî bi piranî kurd bûne. Bi îhtîmaleke mezin bi kurmanîcî jî baş dizane.

20 augusti 2014

Rast e çek sîgorteya miletê kurd e

Prof. Dr. Kadrî Yildirim, li Mêrdînê di panela li ser êzdiyan da gotiye, ”çek neberdana gerîlayên kurd ne tenê sîgortaya Şengalê, Kerkûkê û Bexdatê ye, heta û heta sîgortaya Gazeyê ye jî. Heger gerîlayên kurd çek berdabûna ewê nuha tu grûbeke bindest li ser niga nemaya.”
Mamoste Kadrî Yildirim, bi vê tespîta xwe bersîvek baş û di cî da daye kesên digotin ”êdî dema çekan derbas bûye…”

19 augusti 2014

Heta em bindest bin xelkê tim wiha pê li serê me ke

We çima rê da neyar bi vî rengî bi xurûr û heysiyeta miletê kurd bilîze?

Du sê roj berê ji nişkave peykerê egîd û welatparêzê kurd Mahsûn Korkmaz li Licê çikandin.
Kesên ev biryar dan û ev peyker li wir çikandin baş dizanîbûn ku dewleta tirk ewê vê yekê qebûl neke û peyker hilweşîne.