27 december 2025

Poşmaniya Sofî

Jina Sofî miribû, piştî demekê jê ra gotin, tenê zor e, ka were em ji te ra yekê bibînin, te bizewicînin.

Berê got na, lê dûra îqna kirin, qebûl kir.
Jê ra jinbiyek dîtin. Gotin, sofî me ji te ra yeka pir pak, pir bedew dîtiye.
Sofî bêyî ku jinikê bibîne zewac qebûl kir. Nîkeh birrîn, dawet çêkirin, bûk birin malê.

Şeva gerdekê Sofî dema xêlîya ji ser ruyê bûkê rakir cunî bû, di ciyê xwe da tevizî. Bûk yeka reşika gelkî ne xweşik bû, wek gumgumokekê bû.
Jinikê fêm kir sofî li hemberî nexweşikiya wê xeyalşikestî bûye. Jê ra got:
-Sofî, sibe gelek kesên herin û werin. Dostên te, dijminên te, dilxwaz û dilnexwazên te hene. Ez ruyê xwe nîşanî kê bidim, nîşanî kê nedim?
Sofî got:
-Xatûn, ruyê xwe nîşanî min nede, tu nîşanî kê didî bidî, tu bi kêfa xwe yî…
Gelek kesên meriv naxwaze ruyên wan bibîne hene, lê meriv dibîne...

1 kommentar: