03 juni 2024

Me îro li Stockholmê kurdperwerekî din teslîmî axa sar kir

Me îro li Stockholmê, li gorristana Skogskyrkogardenê dostê xwe yê hêja, merivê zana, welatparêzê nefsbiçûk Abûqat Weysî Zeydanlioglu teslîmî axa sar kir. 
 Weysî Zeydanlioglu merivekî merivekî gelkî zane, bi kultur, mutewazî, nefsbiçûk û xwedî tolerans bû. 
43 sal in em dost û hevalê hev bûn, gelek serpêhatiyên me bi hev çê bûn. 43 zû bihurîn, giş bûn xewn.Ji nav refên me, ji dost û hevalên me, ji me yekî din kêm bû. Her roj yek dudu ji me kêm dibin, heta rojekê dora me jî were. Mirin dora êş e, her kes li bende dora xwe ye.


Serê zarok û malbata wî sax be, ji wan ra sebir û tehamulê dixwazim.
Kekê Weysî, dost û hevalên te ewê tu carî te ji bîr nekin, ewê bi hezkirin tim te yad bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE