08 juni 2024

Hewa Stockholmê xapînok e

Meşa me bû derew. Ximîna baranê ye, ewrekî giran xwe bera ser Stockholmê daye. Ez di pacê ra li ximîna baranê temaşe dikim. Hergî diçe zêde dibe.

Telefona min derew kir, digot xwedêgiravî ewê baran-maran tunebe.

Lê rast derneket, baranê dest pê kir, em man di hundur da. Vedike û dibare, vedike û dibare.  Ne baş dibare, ne jî vedike.
Esas ne tu baran e, lê em naxwazin şil bibin...

Bîsteke din ewê veke, emê herin meşa xwe bikin û werin.

Do jî eynî tişt bû, dema em ji mal derketin hewa xweş bû, piştî bîstek meş, ji nişka ve bû ewr û baranê got xuşşş..

Cergî em ji welêt hatine me pişt li xwe rasat nekiriye, em ketine paqijiya hewşê û hundur, em dikin û dikin naqede.

Di 19 mehê da emê herin ba Lundê, ba lawikê me Azad. Emê çar rojan li wir bimînin, ewê me li herêma Skåneyê bigerîne.
Me bilêta otobozê do kirî. Otêla me jî hazir e.

XXX

Di Facebooka min da gelşek heye. Ez çi dinivîsînim tavilê radike, dibêje li dijî prensîbên me ye.

Vîdeoya Eda Mahdo jî rakirin.

Ez îtîraz dikim, dibêjin me bi cî kir, lê nivîs xuya nake. Ev du sê roj in eynî gelş e. Ez westiyam.

Facebook bûye platformeke qeşmer, pir xeyrî cidî bûye.

XXX

Heger hûn nikanin li hemberî dagirkerên welatê xwe rabin, heger hûn nikanin bibin hevalên kes û hêzên kurdperwer, qenekê nebin hevalên dijmin, qenekê neyartiya kurdperweran nekin.

Rûreşiya herî mezin hevaltiya bi dijmin ra ye.

XXX

Seet di 12´a da gava em ji malê bi rê ketin roj xweş bû, baran nedibarî. Di nîvê rê da li me bû baran, em şil û pil bûn. Lê me gerra xwe domand.

Hewa Swêd dişibe rewşa Tirkiyê, bawerî qet pê nayê, ji nişka ve diguhere, ezmanê çîp sayî, dibe ewr, dibe gurrîna tavan û şîrqîna birûskan.
2024-06-07

XXX

Arîsto:Kesê li jêr be ji ketinê natirse.

Kurd bindest in, di bin nigên dagirkeran da ne. Halê wan nikane ji viya xerabtir bibe. Lema jî êdî ji tu tiştî natirsin.Çimkî bêyî canê wan tu tiştekî wenda bikin nemaye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE