09 april 2023

Dibê meriv serê xwe bi tiştên vala mijûl neke

Nuha yek rabe bi navê lêkolînê bibêje Zinarê Xamo ne kurd e, bi esl û feslê xwe tirk e, çi qîmeta îdîayek wiha heye?

Efendim eşîra Zinarê Xamo, eşîra çûva çendsedsal berê eşîreke tirk bû, lê di nav kurdan da heliya, bûye kurd.
Tu qîmeteke vê îdîayê tune ye, ezê pê bikenim.

Yanî îdîayeke wiha bêyî pêkenînê tu tesîr û cidîyeteke wê tune ye. Gotineke, îdîayeke belaheq e.

Hinek kes rabûne dibêjin efendim Cengîz Çandar bi eslê xwe kurd e. Nizanim ji kîjan eşîrî ye, ew eşîr jî kurd bû, lê dûra bû tirk.

Birayên ezîz, dev ji van çîrokên bêfêde berdin. Cengîz Çandar tirk e. Camêr tu carî negotiye ez ne tir kim, ez kur dim. Mêrik ji welatê xwe, ji miletê xwe hez dike, ronakbîrekî tirk e.

Ya muhîm Cengîz Çandar û Hasan Cemal îro çi ne û îro ji bo kurdan çi dibêjin? Eslê wan ne muhîm e.

Ji mala Bedirxaniyan, Babanan gelek kes bûn tirk û tirkan ew dan ser serê xwe.

Heger tirkek ji me ra, ji doza me ra baş e, bi wekîltiya wî emê karê bikin, dibê meriv bike.
Yanî ji me ra çi baş be, çi li kara me be dibê em wiya bikin.

Heger hûn bi dû secereyên hezar sal berê kevin, belkî nîvê kurdan jî ne kurdên xalis muxlis kurd in.

Li Kurdistanê bi sedan milet li bin guhên hev ketine, li hev dan bûne. Di DNA me gişan da rehên miletên din heye, gelekên ne kurd bûne kurd û gelek kurd jî bûne ereb, tirk û çûne ser dînekî din.

Yanî koka çendsed sal berê ne muhîm e, ya muhîm sifra hazir e, însan îro xwe çi dibîne ?

Bi dehan malbat û eşîrên kurd bûne ereb û tirk. Ew êdî ereb û tirk in, bi çîrokên wiha kes eslê xwe, nasnameya xwe naguherîne, ji nuh ve nabe kurd.

Hinek dibêjin serokê Azerbêcanê Alîyev jî bi eslê xwe kurd e. Hema bira bi eslê xwe kurd be, fêda wê ji me ra çi ye?

Mêrik azerî ye û serokê Azerbêcanê ye.
Lema jî çîrokên wiha carnan bibin mijarên lêkolînên tarîxî jî di praktîkê da tu qîmet û giraniyaka wan tune ye. Bi îdîayên wiha kes dev ji qewmê xwe, dînê xwe bernade.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE