Do êvarî ez û xanim li daweta Nalîn xanimê û Bawerê hêja bûn. Daweteke pir xweş bû, muzîk li gorî dilê govendgiran bû, têr kurmê xwe şikandin.
Nalîn ji Kurdistana Bakur e, neviya hevalê min Salim Çelîker e, Bawer jî kurdekî
ji herêma Konyayê ye.
Daweteke pir xweş bû, govendgiran dîsa dilê xwe rehet kirin, têr govend
gerrandin, têr xwe hejandin.
Bi xêra dawetê me gelek heval dîtin. Lê ji dengê muzîkê me nikanîbû sohbet
bikira, me tenê bi destê hev digirt, em bi hev ra dimizicîn û me serê xwe
dileqand, yanî em baş in.
Berî salên 1970-1980î haya me rindikî ji hebûna kurdên Enedoliya Navîn tunebû.
Lê li Ewrûpayê me hevdu baş nas kir, bi sedan keç û lawên me û wan bi hev ra zewicîn, daweta do jî yek ji wan dawetan bû.
Ev zewac di nabêna kurdên başûr, rojava û rojhilat da jî pir hindik heye, bi vî hawî kurd sînorên neyarên me danîne radikin, keç û lawên me bi hev ra dizewicin, lehçeyên hev, devokên hev fêr dibin.
Ez zewacên di nabêna kurdên beşên Kurdistanê yên cihê da baş dibînim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar