04 september 2022

Çend rêz ji bîranînên min -226-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-09-04
Çûm komelê. Mûrad Ciwan û Elîşêr(Zîya Avcî)jî hatin. Mumtaz(Nîmet Aydin) jî bi me ra, em herçar bi hev ra çûn ba Orhan Kotan. Ji me ra dûr û dirêj qala rojnameya xwe(Kurdistan Pressê) û programa xwe kir.

Lê bi texmîna min û li gorî tiştê ji me ra got ewê nikanibin vî karî bibin serî, piştî 4-5 jimaran ewê nikanibin bidomînin, di wextê da derxînin. Dûra jî ewê sûc bavêjin hustuyên hêzn din, ewê bibêje wan alîkariya me nekirin loma me nikanîbû bidomanda.
Hêvî dikim wiha nebe.

XXX
1996-09-04

Amerîkayê îro jî çend fuze avêtin ji Îraqê da. Dûra jî Bill Clînton got ”em gihîştin armanca xwe”. Yanî ewê êdî lênexin.

Lê di netîcê da dîsa kurd li zirarê derketin, yek çûye ketiye bin dawa Îranê, yê din jî çûye xwe avêtiye dexlê qatilê Helebçeyê, ji bo ku birayên xwe bikuje jê alîkariya digre.

Îcar Amerîka û Xerb ewê destê alîkariyê çawa dirêjî wan bikin ez nizanim.

Îhtîmal heye kurd vê carê jî wenda bikin, heger wenda bikin jî hetanî demeke pir dûr û dirêj mesela wan diqede.

Amerîka Hêza Çakûç ji Zaxoyê rakir, bir Silopiyê. Ev jî ji bo kurdan sînyaeleke cidî ye. Hetanî nuha tirkan xwe didirandin ji bo ku Hêza Çakûç were Tirkiyê, lê wa ye daxwaza wan hat cî, Hêza Çakûç birin ba xwe.

Ez dikim nakim vê siyaseta Medûd Barzanî fêm nakim. Çima meriv kane here xwe bavêje himêza Seddam, bi alîkariya wî Celal Talabanî ji Hewlêrê derxîne û alaya Îraqê li ser parlamentoyê daçikîne, lê nikane bi Talabanî ra li hev bike?

XXX
1999-09-04

Ev çendak bû min kitêba Siracettîn Kiricî, ”Êşa Hadepê Jana Amed” dixwend, min îro qedand. Zimanê wê xerab e, devok tam ne ya Wêranşarê ye. Belkî hinekan midaxele kiribe. Xwezî daba min, minê jê ra rast kiriba.

Lê ji alî naveroka xwe ve kitêbeke pirr hêja ye. Pirr hindik be jî wahşeta zindana Diyarbekrê baş radixe ber çavan. Di taswîr û qalkirina bûyeran da jî serketî ye, bûyer baş bi hev ve girê dane.
Ya din objektîv e, qet tiştekî di bin ve nake. Ew zilm û îşkenceyên li wan kirine ji wahşetê jî wêdetir e, bira dîtin û kişandina wan li wir bimîne, lê heta xwendina wan di kitêbekê jî pirr zahmet e.

Min bi xwe ev zahmetî heta min kitêb qedand jî kişand. Dewleta tirk ji kurdan heta tu bixwazî  him ditirse, him jî  nefret dike. Ez şaş dimînim çima di telewîzyonê da rê nadin însanên ev îşkence dîtine ji bo ku qala vê wahşetê bikin.

XXX
2000-09-04

Belê, mirinê li deriyê me jî xist! Îro piştî nîvro min xebera mirina bavê xwe girt!

Hêviyê du sêcaran telefonî min ciyê kar kir, got Fihad telefon kiriye, tiştek gotiye, zû were ezê ji te ra bibêjim.

Min got bibêje, negot, got were mal ezê ji te ra bibêjim.
Min gelek tişt anîn bîra xwe, lê qet nehat bîra min ewê xebera mirina bavê min bide min.

Felekê bêbextî kir, nebû qismet berî mirinê em hevdu bibînin. Çavê tunebûnê kor be, heger pere hebûya minê bilêta wî û diya xwe bişanda û bigota hûn jî bi Hêviyê ra werin.

Lê nebû.
Tu bala xwe bide bêbextiya mirinê bi min rakir, çend roj berê mim ji Wîldan Tanrikulu sûretê miracaetkirina wîze yê xwest.

Got ez herim Almanya û werim ezê bidim te. Qey bi min eyan bûbû emê hevdu nebînin, lê min fêm nekir.

Diya min got, çûbû ser terzî, dikana mêrê Şaîbeyê ji bo ku pantorê xwe bide çêkirin.

Li gor gotina mêrik, çer dikeve hundur, dibêje ay pişta min û dikeve erdê û dûra jî vedirşe.

Tavilê radikin nexweşxanê, lê tixtor nikanin xelas bikin. Dibêjin dilê wî sekinîye.

Fûadê me got, sînga wî bûbû wek kerikonekî reş.

Pir dixwest were vir min bibîne. Nebû nesîbê min û wî. Ev hesret bi xwe ra bir gorrê!!!
Ew çû xelas bû, lê ev kul ji min ra hîşt.

XXX
2021-09-04

Ji Abdullah Încekan ra
Merheba ji te ra birayê min, Abdulayê hêja! Ji ber ku te kitêba nameyên Rilke kiriye kurmancî ez pir kêfxweş bûm. Nameyên Rîlke kilasîkek edebî ya cîhanê ye, dibê ev şaheser bi kurmancî jî hebe. Lema jî bi wergera wê te karekî pir baş kiriye, ez te pîroz dikim. Lê bi bawerîya min navê wê şaş e, bi tirkî wisa dibe. Lê bi kurmancî şaş e. Jixwe tirkan wer jî tercume kirine:
”Genç Bir Şaire Mektuplar”.
Lê bi kurmancî navê wê dibê ”Nameyên ji şairekî ciwan ra” be.
Bi swêdî jî wisa ye, ” Brev till en ung poet”.
Bi almanî jî navê wê ” Brief an einen jungen Dichter.” Yanî name tê serê cumleyê. Lema, heger çap nebûye navê wê rast bike.
Gelek silavên dostaniyê.
Zinarê Xamo
2021-09-04 Stockholm

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar