29 september 2022

Çend rêz ji bîranînên min -249-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-09-29
Mûrad Ciwan li Stockholmê li Salona Medborgar Husetê li ser Kemalîzmê û tevgera kurd a netewî semînerek da. Semînera wî bi kurmancî bû.

Mijara semînera wî, ji çûyina Mistefa Kemal a Samsûnê hetanî Serîhildana Şêx Seîd bû. Yanî dema 1919-1925 bû.

Bi texmîna min li dora 150 kesî di salonê da hebûn. Yanî gelek kes hatibûn.

Abîd Gurses, Lokman Polat, Heqî Balta, Aslan Kaya(Mehmet Kaya)ji Mûrad hin pirs pirs kirin.

Bi baweriya min bersîvên Mûrad baş bûn, lê pir dirêj bûn. Meriv bersîvan hewqasî dirêj nake.

Semînerê 6 saetan ajot, lema jî piraniya guhdaran rabûn çûn. Saet di 13.00 da dest pê kir, di 17.00 qedand.

Meriv semînerekê, axftinekê hewqasî dirêj nake, ne mimkûn e însan hewqas saet li meriv gudarî bike.
Ji bo ku zû biqedîne min çend caran îşaret dayê lê pere nekir.


XXX
1999-09-29

 Ji belavoka me ya li ser teslîbûna gurûbek gerîlla hîn tiştek derneket. Hîn kesî îmze nekirye. Tiştê xuya dike kes naxwaze îmze bike. Kes naxwaze xwe bike destiyê kêrê, PKKê biqeherîne.

Ez bi Heyder Diljen ra peyivîm, got meriv ji dêlî belavokê ve nameyekê ji Konseya Serokatiya PKKê ra bişîne ewê çêtir be.

Min got ji bo min ferq nake, ya girîng em raya xwe bibêjin, dixwaze bira ev gotin bi riya belavokê be ya jî bi riya nameyekê be. Çimkî meriv kane nameyê dûra jî belav bike.

Mûrad Ciwan got Malmîsanij hîn bersîv nedaye.
Lema jî Mûrad got wer xuya dike kes îmze nake, bi min û te jî ewê tu tesîreke wê tunebe. Min got rast e. Nuha wisa ma.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar