24 september 2022

Çend rêz ji bîranînên min -245-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

*1986-09-24
Min kovara Mamoste(Mamoste Nûjen) Îsot îro bir da çapxana Adonîs. Kêfa min li cî ye.
Îsot û Mîrkut herdu jî kovarên muhîm in, dibê dom bikin. Heta ji destê min were ezê alîkariya wan bikim.
Her kes ji Îsotê hez dike û qala wê dike. 
Lê em mîzahê baş nizanin, wext lazim e, heger Îsot û Mîrkut dom bikin gelek qelemên nuh ewê derkevin, merivê bi pêş keve.

Me hetanî nuha tim giranîdaye kovarên siyasî, edebî, kovarên mîzahî dernexistine. Ev kêmasiyeke mezin e, em bi vê kêmasiya xwe hay nebûne.
Kovarên mîzahî heger bi kalîte bin ewê ji kovarên siyasî û edebî pirtir werin xwendin. Ev yek ewê fêdeyek mezin bigihînezimên, xwendin akurdî gelkî bi pêş xe. Ji ber ku henek her kesê bixwîne.
Xwezî kurdan, partiyên me pereyên û enerjiya didin kovarên siyasî bidana kovarên mîzahî jî. Lê ev zanîn hîn li ma me tune ye. Tehamula li hemberî mîzahê jî li hemberî me kêm e. Îsot û Mîrkut newêrin bi rehetî mîzahê bikin, newêrin eşkere her kesî bikin mijara mîzahê.

*Mahmûd Lewendî, Mumtaz Aydin û Selemî Bakaç û zarokên xwe îro mîvanê me bûn. Me têr sohbet û henek kir û baş jî vexwar. Sibe ezê westiyayî û bêxew bim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar