18 september 2022

Çend rêz ji bîranînên min -239-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-09-18
*
Min îro Armanc bir da çapxanê. Şikir jimareka din jî derket.

*Mamûrekî ji SÎFO (Enstîtuya Swêd a Lêkolînên Raya Giştî) hat mal bi min ra hevpeyvînek çêkir.

*Min ji xwe ra montekî çerm bi 475 kronî kirî. Reş e. Ji zûda ye dilê min di montekî çerm heye. Axirê îro min kirî. Bêxwedî li vir biha ne. Ya jî ji min ra biha ye.

*Doganê Rizgarî (Alî Kemal)îro li qahwê hat ba min, ji min ra got, swêdîyekî ban wî kiriye, bi hev ra çûne çayxaneyekê. Yê swêdî jê ra gotiye:

” Ez rojnamevan im, ez zanim qatilê Olof Palme kî ye. Hin kaxet û kuporên rojnameyan nîşanî min dan. Hin nivîsên rojnameya Expressê û tiştên din bûn. Min ew nexwendin. Ji min ra got ew bi pûlis ra peyivîye, gotiye ez zanim qatilên Palme kî ne, lê pûlis jê bawer nekiriye…”

Dema ji min ra qala van tiştan kir ez pir aciz bûm, min got tu dîn î, tu çi yî?

Çima tu bi însanên wiha ra dipeyive? Ma qey tu dikî qatilê Palme derxî?

Welhasil min got hevza xwe ji însanên wiha bike, ya dîn e, ya jî yekî talûke ye.

XXX
1987-09-18

Heyder Diljen, Husên Uçmaz, hemşeriyê min Nûrî(birayê Gulîstanê)û Gulistan îşev mîvanên me bûn. Min ban wan kiribû. Ez, Nûrî, bavê wî ji Wêranşarê nas dikim, silava me bi hev ra hebû. Gulistan min li vir nas kir, li Wêranşarê nasiya me çê nebû. Jixwe wê demê hîn sivik bû û nêzî Apociyan bû. Min bihîstibû dergîstiya Şivan e. Lê li vir nabêna me baş e, em carnan li halê hev dipirsin.

XXX
1992.09-18

Ehmedê PDK-Îranê vêsê saet 07.00a da telefonî min kir, got do li Almanyayê Dr. Seîd û 3 kesên din kuştine.
Min berê fêm nekir qesda wî Dr. Seîd Şerefkendî ye. Dûra min fêm kir. Ez di ciyê xwe da tevîzim. Tavilê qetlîama Dr. Qasemlo hat bîra min.
Ev terorîzmeke mezin e, serokên me, siyasetmedarên me yên herî jîr, herî zane diniqînin û dikujin.

Ez bi hin hevalan ra peyivîm. Sibe li Federasyonê ewê şîna wî were çêkirin. Tiştekî din ji me nayê, xelk me dikuje, em nikanin heyfê bigrin, şîna wan çêdikin.

 

XXX

1996-09-18
*Mesûd Barzanî îro çû Tirkiyê. Li ser çûyina wî, li ser rewşa wan û di pêşerojê da kane çi bibe gelek speklasyon tên kirin. Tiştê xuya ye têkiliya xwe bi Tirkiyê ra germ dike.
Meriv gêj dibe, nizane çi rast e, çi derew e. kurd tevizî ne, qutifî ne. Gelo ewê sibe çi bibe, çi were serê wan?
Heger Amerîka bi hawakî xwe tevî meselê neke, bi baweriya min kurdan vê carê jî wenda kirin.

*Êvarî çûm dibistana Serhat civîna dê û bavan. Min baş fêm nekir çi dibêjin. Çimkî hişê min li dereke din bû. Van rojan ez nikanim xwe konsantreyî tiştekî bikim, bala min pir belav e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar