Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-09-15
Îro li Swêd roja hilbijartinê bû. Cara pêşî bû minê dengê xwe(raya xwe) bida.
Piştî danê nîvro min çû raya xwe da partiya APK.
APK, partiyeke komunîst a karkiran e. Bi swêdî navê wê
Arbetarpartiet kommunisterna, yanî Partiya Komunîst a Karkiran. APK, di sala
1977a da ji VPK (Vanstarpartîet), partiya Çep veqetiya ye.
Mafê min ji bo dengdana belediyê û encûmenê tenê heye, ji bo parlamentoyê tune
ye. Ji ber ku hîn ne hemwelatiyê Swêd im, mafê minê dengdana parlamentoyê tune
ye.
Mahmûd got, min raya xwe da VPK. Min got te yê wer nekira, we yê wek komîte biryarek bigirta, me yê gişa li gorî wê rayên xwe bida.
Got baş e, ezê nuha bi Heyder ra (Heyder Diljen ra)bipeyivim. Piştî nîv saetê telefon kir, got ez bi Heyder ra peyivîm, lê me tu biryar negirt. Me got dibê meriv bizanibe li kîjan belediyê kîjan partî xurt e.
Min got ev zêde ne muhîm e, dibê meriv raya xwe li gorî xurtbûna partiyan nede. Got, te berê gotiba, do civîna me hebû, me yê minaqaşe bikira, nuha êdî dereng e.
Min got min berê ji Mûrad Ciwan û Nafî Çilgin ra gotibû. Min got heta şemiyê hîn wext heye, meriv kane biryarekê bigre. Lê kesî telefonî min nekir, lema min îro çû raya xwe da APK.
XXX
1987-09-15
Ez bêkar im, li kar digerim. Min çû li ABFê(Yekîtîya
Karkeran a Perwedeyê) li karekî mêze kir.
Ji min ra qala kar û tiştên ezê bikim kirin, yê berpirsiyar ez li nav bînayê
gerandim, karkirên wir bi min da naskirin.
Kar îşê postê ye, ezê postê top bikim, nameyan vekim û li personal belav bikim.
Min got baş e, ez qebûl dikim.
Ewê dûra telefonî min bikin.
Hêvî dikim min bigrin kar. Çi kar be ezê bikim. Ez ji bêkariyê hez nakim.
XXX
2012-09-15
Ferhad Şakelî li dijî Elîfbeya Latî û Celadet Bedirxan
nivîsek ne xweş nivîsîye, li gora Şakelî Elîfbeya Latînî têra kurdî nake, dibê
kurdî bi Elîfbeya Erebî were nivîsîn. Çend kesan ev dîtina wî rexne kirine, min
jî xwest wê beyanê îmze bikim
Seydo Seydo
Brahîm* merheba!
Ez jî banga we ya li hemberî Şakelî ya di Avestakurdê hatiye weşandin îmze
dikim. Ji kerema xwe navê min jî li binî binivîsîne. Heger tu nikanî, ji min ra
bibêje dibê ez têkiliyê bê kê ra deynim?
Zinarê Xamo Nivîskar
Ez li bende bersîva te me.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar