15 april 2022

Herçiyên li min pirsîn mala we gişan ava be !

Di serî da viya bibêjim, ji nexweşxanê hatim mal, rewşa min baş e, siheta min li cî ye. Esas ez ji sergêjiyê hîn tam xelas nebûme, lê tuxtor got tiştekî talûke tune. Qey ewê derbas bibe.

Do min got ez hinekî nerehet im, fena ku problemeke min a tansîyonê hebe, gijêja min diçe, carnan ez balansa xwe wenda dikim û tu namîne bikevim.

Do danê êvarî dema min dî sergêjiya min berdewam e, min ban texsiyekê kir û ez çûm acîla (akûta) Nexweşxaneya Huddîngê(Huddînge Sjukhus).

Saet 17ê danê êvarê min navê xwe nivîsî û kaxeta dorê girt û li salona payinê rûniştim.

Piştî saetekê EKGa min çêkirin û gotin bipê. Saet di 11ê şevê da hemşîreyekê hat ez birim odeyekê, ez li ser nivînekê dirêj kirim, betenîyek girt ser min û got bipê hetanî nevrolog tê te miayene dike.

Çend kesan piştî 8-9 saet payin hew tehamul kirin, lêxistin çûn mal. Heger nexweşiya meriv ne giran be meriv pir dipê, kane 15-20 saetan bipê.

Hemşîreyan nikanîbûn bigotana kînga ewê dor were meriv, digotin kane hetanî 7-8ê sibê jî dor neyê we.

Hinekan gava dîtin rewş ev e, dan rê çûn malên xwe.

Ez birçî çûbûm, min ne xwarin, ne jî vexwarin bi xwe ra nebiribû. Hetanî nîvê şevê zikê min ji birçîna kir qurre qurr.

Bi alîkariya keçikekê min ji makînê mastekî biçûk û çoqilatekî biçûk kirî. Makîne vala bûbû, tiştekî xwarinê tê da nemabû, bêtir çend vexwarin mabûn.

Saet 7ê sibê xanima tuxtor hat ez miayene kirim, got min li EKG û tahlîlên te yên din nêrî, tiştekî tu jê bitirsî tune ye, lê ez dixwazim tomografîya te jî bigrin.

Fîlmê serê min jî girtin, tuxtor lê nêrî, got di wê da jî problem tune, tu sip-saxlem î, here hinekî îsrehet bike û saet di 11a da ez tabûrcî bûm.

Tuxtor got di krîstalên guhên te da jî problem tune, sergêjî kane ji ber wê be jî.
Yanî şikir li gorî rapora tuxtor problemeke min tune ye,

qey ez pir bêxew dimînim û xida xwe baş nagrim ji ber wê ye.Ya muhîm gelşeke cidî tune ye.
Dibê ez hinekî zêde rakevim. Ez şevê li dora 4,5 saetan radikvim, ew jî hindik e.

Temiya min li we, heger rojekê li Stockholmê hûn çûn acîla(akûta)nexweşxaneyekê bi xwe ra miheqeq xwarina xwe, hinek mêwe, qahwe ya jî çaya xwe, kitêbekê û adepta telefona xwe bibin.
Çimkî meriv 15-20 saetan, belkî hîn jî zêde dipê. Meriv tî û birçî dibe.

Hevalên, nas û dostên çi bi telefonê û çi jî bi mesajan li halê min pirsîn û ji min ra şîfa xwestin, yek bi yek sipasî hemûyan dikim, mala gişan ava be.
Ez ji dewxê û ji sergêjiyê hîn tam xelas nebûme, lê tuxtor got tiştekî talûke tune. Lema jî ji tuxtoran bawer dikim. Gelek silavên ji dil li we hemûyan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE