Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1987-04-11
Reşîd Simo li Akkala Traffê li ser kurmancî semînerek da. Camêr xwe baş hazir kiribû.
Di semînerê da Bavê Nazê, Remzî Kerîm û Reşîd Simo li ser pronomên şexsî û tewandinê bi hev ketin. Reşîd Simo û Remzî Kerîm li aliyekî, Bavê Nazê jî li dijî wan bû. Bavê Nazê ji minaqaşeyeke ilmî bêtir, hema digot "çima wa ye?"
Ferhenga Malmîsanij, "Zazaca-Turkçe Sozluk/Ferhengê Dimilkî-Tirkî" di nava Weşanên Jîna Nû da îro ji çapê derket. Kêfa Malmîsanij li cî ye. Heqê wî heye kêfxweş be, li ser vê fernegê pir xebetî. Ji serê salê da ye qediya ye.
Piştî semînerê ez çûm mala Mamoste.
XXX
1996-04-11
*Jimara eskerên di şer da hatine kuştin ji 27a derket 34a,
37a. Ji bo dewleta tirk ev derbeke mezin e. Lê ne xema wan e, bi vê yekê di nav
tirkan da neyartiya kurdan bêtir gurr dikin.
Medya wan qiyamet rakiriye, dibêjin di rojekê da çawa dibe meriv hewqas esker
bide kuştin?
Lê kuştina hewqas esker artêş rezîl kiriye. Ev zeîfî û zayîat wan bêtir har dike.
*Diya Faris(Medenî Marsîl)wefat kiriye. Ez, Yilmaz, Mamoste û Weysî Zeydanlioglu em çûn serxweşiya wî.
*Min telefonî Ahmed Huseynî kir, min jê ra got min ji şiîra te ya dawî pir hez kir. Min got, ez hêvî dikim tu gelek şiîrên wiha binivîsînî. Ji min nivîsek xwest, min got hela ez binêrim…
1997-04-11
Îşev di MED TVê di programa Kursiya Gel da panelek li ser perwerdeya zarokan hebû. Mijar pir baş bû,pir jî muhîm bû. Lê kesên di panelê da ne merivên zana, ne pisporên perwerdeya zarokan bûn.
Piraniya wan li Almanyayê mamosteyê kurdî bûn, lê dîsa jî zanîna wan a li ser perwerdeya zarokan pir hindik bû.
Di nava wan da Hasan Taşkale baş bû, xwest hin tiştên muhîm bibêje lê kurmanciya wî têrê nedikir, nikanîbû fikrê xwe xweşik îfade bike.
Di civînekê da li ser zarokan pirsek ji min jî kiribûn, min jî çend tişt gotibû. Ew pirs û bersîva min jî nîşan dan.
Mahkima Almanya do qatilên Dr. Şerefkendî û hevalên wî ceza kirin. Muebet dan du qatilan.
Min bi xwe biryareke wiha nedipa.
Rojname û telewîzyonên tirkan nabêjin doza serokên kurd, dibêjin doza "mixalifên rejîmê" ! Nabêjin kurd. Hewqasî dilreş û neyarên miletê kurd in.
XXX
1999-04-11
*Di rojnameya Ozgur Polîtîka ya îro da beyaneke Abdullah
Ocalan heye. Beyan bi riya abûqatên wî hatiye weşandin û ji heyşt maddeyan pêk
tê.
Daxwazên wî pirr xerab in. Ev cara pêşî ye meriv di gotinên wî da îşaretên
teslîmîyetê dibîne, ya jî bi kêmasî bîneke wiha jê tê.
Ez hêvî dikim di vê xeta xwe da dom neke. Ku wiha bike pirr xerab e. Divê di
demeke kin da hevalên wî van daxwazên wî red bike.
*Heyeta MED-TV û bi berpirsiyarên ITCê do bi hev ra rûniştin.
Dîrektorê MED-TVê got civîn baş derbas bûye û em hêvî dikin ku ewê biryara ITCê
pozîtîf be.
Got her çiqas ceza me sibe diqedejî lê bersîv kane deh rojên din jî bajo. Yanî
hîn ne diyar e ewê weşana xwe bidomînin ya na. Axir rewş hîn jî krîtîk e.
*Îro dema ez û Firat Cewerî li Gamlastanê digeriyan, min ji
kitêbxaneyekê Manîfestoya Kominîst û kitêbeke Artur Lundkvîst(dînamîsk symfonî)
kirî. Min manîfesto di xortaniya xwe da xwendibû, bêyî ku rindikî tiştekî jê
fêm bikim. Ezê îcar jî di pênce saliya xwe da bixwînim. Hela vê carê ka ewê jê
çi têkeve serê min.
XXX
Ji Salim Çelîker ra
XXX
2001-04-11
Salim merheba!
Tu zanî ezê xebereke gelek ne xweş bidim te: Çi heyf Aslan Kaya jî terka me kir! Do ne pêr (9/4-01)destê sibê(diya wî li dor
10.00-10.30î pê dihese) Aslan ji nişka ve û bi hawakî bêyî ku ji tu kesî xatir
bixwaze ji nav me koç kir û çû...
Her çiqas carnan min û wî xwe li hev sor dikir jî lê nuha ez xwe tik û tenê û
bê pişt hîs dikim...
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
XXX
2010-04-11
Ji Sedat Yurtdaş ra
Sedat, birayê delal, hinekî jî cî bde kurdî, kurdiya te pir baş e. Bi siyasetmedarên kurd ra hinekî jî bi kurdî bide û bistîne. Bimîne di xweşiyê da
Gelek silavên biratiyê
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar