11 april 2022

Bîntengî û bînfirehî

Di medyaya sosyal da meriv bînfire be, dilê hev nehêle, di rexneyên xwe da maqûl hereket bike baş e, li kara meriv e.

Carnan meriv vê balansê ji dest dide, lê meriv kanibe bi xwe baştir e. Di minaqaşê da bîntengî ne baş e.

Yanî dibê meriv xweşbîniyê, tolerenasê tim ji xelkê nepê, meriv bi xwe jî li hemberî fikrên cuda bînfire, bi tolerans be.

Min li ser xweşbîniyê, bînfirehiyê yanî toleransê çend aforîzmên xweş wergerandin, hêvî dikim bi dilê we bin, hûnê jê hez bikin.


Heger neketin serê, kêfa we ji wan ra, ya jî ji hinekên wan ra nehat nexwînin.

-Toleranasa(bînfirehiya) li hemberî şaşiyan, nelirêtiyan baş e. Çimkî bahra(derya) avê dide hemû kaniyan jî her qirş û qalî li ser serê xwe digerîne, lê belê derya ji ber vê kerema xwe kêm nabe. Jixwe hezkirin û bînfirehî (tolerans) însanîyet e.

Mewlane

-Sirê her tiştî sebr e. Tu tehamulî êşê dikî navê wê dibe ”metanet.”
Tu tehamulî birçîbûnê dikî navê wê dibe ”rocî”.
Tu tehamulî însanan dikî navê wê dibe ”tolerans.”
Tu tehamulî lavakirinê dikî navê wê dibe ”dua”.
Tu tehamulî hestan dikî navê wê dibe ”hêsir”.
Tu tehamulî bîrîkirinê dikî navê wê dibe ”hesret”.
Tu tehamulî hezkirinê dikî navê wê dibe ”evîn”.
Mewlane

-Hezkirin tunebe hurmet çênabe, hurmet tunebe sedaqaet çênabe. Sedaqet wek avahiya 3 tebeq ehulşe giş pê ra dihedime.

Mewlane

-Ji ber ku gul bi histirî ra li hev bû, bû xwediya wê bîna xweş. Mevlana

-Gulên ji axê çêdibin diçilmisin diherin. Lê gulên di dil da vedibin ebedî û xweş in, cara naçilmisin.
Mewlane

-Hin kes ji ber ku histiriyên gulan hene gazinan dikin, ez şikir dikim ku histiriyan gulan hene.
Alphonse Kari

-Tolerans(xweşbînî, bînfirehî) tu fikrê red nake û bi xerabiyê ra jî ne li hev e. Tolerans bi kinî, bêyî ku meriv ji kesên din nefret bike, qebûlkirina ku ew weka meriv nafikirin.

Paul H.Spaak

-Hewcedariya vê serdemê ne dînekî mişterek e, toleransa(xweşbîniya) û hurmeta di nabêna însanên ji dînên cuda da ye.
Mahatma Gandhi

-Tolerans, îmtihana pêşî ya medenîyetê ye.
Arthur Helps

-Tolerans ne qebûlkirin û tesdîqkirina hertiştî ye. Tolerans, qabîlîyeta fêmkirina fikrên kesên din e û bêyî ku meriv jê nefret bike daxwaza minaqaşeyeke maqûl e.
Macıntosh

-Yê bixwaze qembûrê wî ji alî dostê wî ve xweş were dîtin, dibê ew jî pizrikên dostê xwe xweş bibîne.

Horatius

-Di jiyana sosyal da hestê herî bi fêde tolerans e.

E. Monmarson

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE