Gazî û hawar birin Xoce Nesredîn, gotin zû were, xwesîya te di ber çem çû. Xoce baz da, çû ber çem û qiyame, berjorî çem meşîya, li wan deran çavê xwe gerand. Jêra gotin:
-Xoce, tu bi ku da diherî? Av wê da naherike, av berjêr diherike.
Xoce got:
-Ez zanim çem vir da naherike, berjêr diherike. Lê hûn nizanin ew jinik meriveka çiqasî serhişk û ters e, bawer bikin kane vir da jî were…
Timayî
-Zengînekî pir destgirtî(pir çikûs, tima, cimrî)mir. Ji ber
ku yekî pir destgirtî bû, jê ra digotin Hecî Tima.
Yekî ji hevalê xwe ra got:
-Ma te bihîst ? Dibêjin Hecî Tima vê sibê miriye.
Hevalê wî got:
-Wele ez bawer nakim. Çimkî ew tiştekî nade kesî.
Pirs
Keşe berî ku bûk û zavê teqdîs(pîroz)bike, li gorî adeta
qatolîkiyê ji vexwendeyan pirsî, got:
-Di nav we da kesê li dijî vê zewaca bi xêr heye?
Ji nav milet dengê pistînekê hat. Keşe bala xwe da aliyê
deng, got:
-Heyra ez ji te napirsim. Tu jixwe zava yî.
Tuxtorê çava, piştî ku çavê mêrik miayene kir, jê ra got:
-Çavên te pir westîyayî xuya dikin, qey tu pir dixwîne. Dibê
tu xwendina nivîsên dirêj kêm bikî.
Mêrik kenîya got:
-Tuxtor beg, bi serê te jixwe ez nizanim bixwînim, xwendin û
nivîsandina min tune ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar