Abdulah Gul gotiye doza kurdan û Kurdistanê bûye meseleyeke dinyayê, meseleyeke nava dewletan.
Ev yek efendî pir ditirsîne û nerhet dike. Ji dewletê ra dibêje rê li ber vê yekê bigrin, belayekê ji kurdan ra bibînin, nehêlin li dinyayê sempatiya li hemberî kurdan zêde bibe.
Doza kurd û Kurdistanê ne îro tenê, berê jî mesleyeke navnetewî bû, lê dunyayê çavê xwe digirt, nedixwest bibîne.
Kurdan bi xebat û micadela xwe ya di van 30-40 salên dawî tiliya xwe di çavê dunyayê ra kirin, çavê dinyayê vebû.
Lema jî îdî bi bêdilî be jî kes nikane kurdan û doza wan ya netewî ji nedîve were.
Tirk viya dibînin û dixwazin heriyê bavêjin ji kurdan da, dixwazin rê li ber vê pêşketina baş bigrin û doza kurd û Kurdistanê lekedar bikin.
Ji bo wê ji destê wan çi xerabî, çi derew û çi buhatan tê dikin û ewê bikin.
Serokên partiyên tirk giş, çi nuh, çi kevn, çi mezin, çi
biçûk, li ser kurdan baş, xerab çi dibêjin bira bibêjin, çi demagojiyê dikin
bira bikin, bê îstîsna hemû jî neyarên kurdan in û gorra kurdan dikolin, ji bo
ku kurd li tu beşekî Kurdistanê azad nebin çi xerabî û nerindî ji destê wan tê
dikin.
Davutogli, Gul, Erdogan, Kiliçdaroglu, nizanim kî, giş xerabên ji hev xerabtir in.
Dibê meriv bi demagojiyên wan nexape, rî dibe bihost, neyar nabe dost, dijminê bav û kalan, nabe dostê lawan. Dibê baweriya me bi me hebe û em gelşên nabêna xwe çareser bikin. Tiştê fêdê bigihîne me û ji me ra lazim e ev e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar