Gazinek ji kurdên bi tirkî dinivîsin û zimanê wan tirkî ye, bi zarokên xwe ra û bi hev ra bi rikî dipeyivin.
Ez zanim hûn tirkî baş zanin û hûn bi tirkî nivîsên,
romanên, çîrokên, şiîrên pir baş, pir bi qalîte dinivîsin.
Ez zanim, ji bo ku hûn vê tirkiya xweş, mikemel fêr bibin hûn bi salan çûne dibistan û zanîngehên tirkî û we xwe pir westandiye; we gelek ked û emek daye hata ku hûn vê tirkiya xweş fêr bûne û heta ku kanibin van tiştên xweş bi tirkî binivîsin.
Ez zanim piştî hewqas xwendin, ked û emek terikandina tirkî ji bo we pir zor e, ji bo hinekan belkî ne mimkûn e jî.
Ez nabêjim kesên bi tirkî dinivîsin merivên xerab û nerind in, ya jî ji kesên bi kurdî dinivîsin kêmtir welatparêz in.
Ji bo misilmanekî dîndar di dawiya umrê xwe da derketina ji dîn çiqasî zor be, çiqasî ne mimkûn be, ji bo piraniya we jî nenivîsîna, devjêberdana ji tirkî hewqasî zor û zahmet e...
Heger ne ji bo her kesî be jî, bi kêmanî ji bo gelek kesan wiha ye, hewqasî zor e. Ez baş bo viya zanim.
Lê belê bi baweriya min dîsa jî her tiştê hûn bi tirkî dinivîsin tenê zirarê dide kurdan, zimanê kurdî û tevgera kurd ya netewî.
Hû bi nivîsên xwe yên tirkî û bi axaftina xwe ya tirkî zarokên kurdan asîmîle dikin, keç û xortên kurdan jî dihewisînin tirkî û ji ziman û kultura kurdî dûr dixin.
Hûn wek nivîskar, edîb, şair, romannivîs, çîroknivîs, sitranbêj, siyasetmedar ji tirkan bêtir zirarê didin kurdan.
Ez zanim nêta we ne ev e, ez zanim hûn merivên hêja û kurdpewrên baş in. Ji we gelek kesan pir kişandine û fedekariyên mezin jî kirine.
Lê belê ev yek îro roj berhem û netîceya karê we naguhere, hûn bi nêtek baş, karekî pir xarab dikin.
Hûn dixwazin wek edîb, ronakbîr û siyasetmedarên kurd xizmetê ji gelê xwe ra bikin, gelê xwe ji bindestiyê xelas bikin, lê belê bi tirkî di piraktîkê da hûn zirarê didin gelê xwe. Bêguman nêta we ne ev e, lê çi heyf fêkiyê karê we ev e, tenê zirarê dide kurdan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar