12 september 2019

Nivîsên min, tujî û şîranî



Kêfa piraniyê ji henekan ra, ji zarê şîrîn ra, ji nivîsên nermikî û ne ”tûj” ra tê. Gava li vir henekekê, galgaleke şîrîn û şekirokî dikim, pir tê ecibandin…

Lê gava qala siyasetê, tirkan û partiyên kurdî dikim, wan rexne dikim û li ser wan çend peyvan dibêjim, deng ji kesî dernayê, yên diecibînin jî ji tirsa hinekên din ewê aciz bibin newêrin biecibînin.


Ê ez her roj û her tim nikanim li vir loqim û hingiv û dimsa Licê ya organîk belav bikim. Ez rihayî me, ji welatê îsota me, ji bo min jiyan bê îsot nabe. Bibê, nebê, li vir ezê carnan jî îsotên tûj belav bikim.

Ji siheta însên ra şîranî her tim ne baş e, tûjî jî lazim e. 


Tûjî derman e, meriv zeîf dike û mîqrobên meriv di mahdê xwe da, hûr û puzûrê xwe da kom kiriye dikuje, tarûmar dike. 

Ji bo wê ye jî îsota tûj ji mala me tu carî kêm nabe, ez ji tûjiyê hez dikim û min xanim jî fêrî tûjiyê kiriye. 


Lema nivîsên min jî carnan tûj in, devê meriv dişewitîne. Ji bîr nekin ji bo siheta merib tûjî ji şîraniyê bi feydetir e, yên ji tûjiyê hez nakin, yên nikanin tûjiyê bixwin jî dibê xwe fêr bikin, çimkî ew jî lazim e…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE