19 september 2019

Jiyana me kurdan


Gotineke Bertolt Berecht ya pir xweş heye, camêr gotiye:

”Jiyana li welatekî mîzah lê tunebe xerab e. Lê belê ya hîn jî xerabtir, jiyana li welatekî tu nikanibî bêyî mîzah lê bijî.”

Tu dibêjî belkî Brechtê rahmetî ev aforîzma xwe ya nemir ji bo Tirkiyê gotiye.


Ne mîzah be jiyana me kurdan êdî nayê kişandin.

Charlie Chaplin jî eynî tişt bi hawakî din gotiye: 

”Heger tu ji nêzîk da lê binêrî jiyan trajedî ye, lê heger tu ji dû ra da lê binêrî jiyan komedî ye.”

Bi baweriya min jiyana me kurdan herdu bi hev ra ne", rojeké komedì ye, rojeké trajedì ye, kêfxweşî û dilşadî nebûye para me.

XXX

Tirkan em pir êşandine, pir neheqî û zulm li me kirine, em gelkî westandine, em hêz û pertav da xistine. Û bi vê jî nayên ser, dixwazin dom bikin, dibêjin gerek kurd li tu derê, tu carî azad nebin, tim bindest bin, heta diqedin. Ereb û faris jî ji wan ne kêmtir in.

Dewran siya darê ye, ge li vî alî ye, ge li wî alî ye. Gava rojekê dewran geriya, roj bi serê me ket, kabê me mîr hat, dibê em heyfa xwe ji van zaliman bigrin, dibê tarîx viya binivîse... Kurdê zulma tirk, faris û ereban li me kiriye ji bîr bike, hur bêxîret e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE