24 augusti 2019

Ez û xortekî pir hêja...

Ez û biraziyê xwe Siwar Kawak


Îro ez çûm bajarê Uppsala şîna pesmamê kek Omer Sêxmûs û li şînê rastî xwendevanekî xwe yê pir hêja hatim. Ji zû da bû ez neçûbûm Uppsalayê.

Di sala 1980î da dema ez hatim Swêd, ez berê çûm Uppsala, min li wir îltîca kir. Dû ra min bar kir Stockholmê.

Yanî Uppsala bajarê minê pêşî ye, bîranînên min yên Swêd yên destpêkê li Uppsalayê dest pê  kirin.


Li şînê ez rastî rojnamevanê hêja Beşîr Kavak hatim. Ew û biraziyê min Siwarê hêja bi hev ra bûn.
 
Ez û biraziyê xwe Siwar Kawak

Siwar xwendevanekî ezîz yê çîrokên ”hindik-rindik” e, gelkî kêfa wî ji çîrokên min ra hatibû û lema jî rojekê ew û xweşka xwe hatin bûn mîvanên min û me bi hev ra rojek pir xweş derbas kir. Min jê ra çîroka rûvî xwend.

Îro ez û Siwar li şînê rastî hev hatin û me bi hev ra ev risim girtin. Bi dîtina wî ez pir kêfxweş bûm.

Gava hat bû mîvanê min 4-5 salî bû, nuha maşala mezin bûye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE