04 juli 2019

Li vê dinyayê hişê meriv gelek tiştan nagire...


Dostoyevskîyê rahmetî meraq kiriye, di kitêbeke xwe da gotiye, ”di bin asîmanekî hewqasî xweşik da, hewqas merivên xerab çawa kanîbûn bijîn?”

Dostoyevskî ji erdê heta wî asîmanê xweşik bi heq e, ez jî eynî tiştî meraq dikim û ji bo me kurdan dibêjim, ji nava miletekî hewqasî fedekar û canfîda, hewqas merivên bêxîret, cahş û xayin çawa kanin derkevin?


Efrîniyên, kobaniyên, şirnexiyên, nisêbîniyên, cizîriyên, diyarbekriyên hevalên AKPê û Erdogan û Soylu hene…

Efrîniyek, kobanîyek, şirnexîyek çawa kane bibe hevalê qatilên zarokên xwe û dagirkerên bajarê xwe ez dikim nakim fêm nakim...

Ev jî muema û sirekî vê dinyayê û trajediyeke miletê kurd e.

XXX
Bêguman vê gavê halê me ne tu hal e. 

Lê bi vî halê xerab ra xewn û xeyalekî me yê me li ser niga dihêle, em ji bo wî dijîn heye; ew jî azadîya me û serxwebûna Kurdistanê ye. 

Ew jî tunebûya emê perîşantir bibûna.

Surprîzên dinyayê pir in, dibê meriv bê hêvî nebe.

Kê bawer dikir Îraq û Sûriyê têkeve vî halî û kurdên werin vê rewşê? 

Kî zane, tiştê hat serê Seddam û Beşar Esed, belkî were serê hinekên din jî. Meriv nizane sibe ewê çi bibe. 

Em çiqasî li hev û bi tifaq bin em li karê ne.

Bêtifaqî tenê zirarê dide me.

XXX
Do gava min li hemberî dagerkeran serî hilda bi hêvî bûm, îro jî bi hêvî me û sibe jî ezê bi hêvî bim. Ev yek ewê heta roja azadbûna me dom bike.

Çimkî ezê tu carî bindestiya tirkan û dagirkeriyê qebûl nekim.

XXX
Serokkomarê Îranê Rûhanî gotiye piştî 7ê mehê ewê dest bi meyandina ûranyûmê bikin.

Îran bi piştgitriya Rûsyayê gewî bûye. Hêvî dikim li bela xwe rast were. Vê rejîma xwînxwar jiyan li gelê me û li gelekên din kiriye cahnime. Ev rejîm Qutiyê Pandorayê ye, dibê ji ortê rabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE