24 april 2019

Bela


Li vê dinyayê bela pir in, hinekan meriv texmîn dike, ji dûr ve nas dike, hinek jî bêhemdî, ji nişkave tê di meriv digerin.

Li Tirkiyê û li Kurdistanê bi piranî du tişt belayê tînin serê meriv; yek siyaset  e û ya din jî diristî, rastgoyî ye.

Herdu jî belayê tînin serê meriv.


Yên xwedî tecrûbe gotine, tu nêzî sîtilê bibî ewê teniya wê, tu nêzî merivê xerab bibî ewê bela wî di te bigere.

Ji bo destê meriv nebe tenî dibê meriv xwe di sîtilê negerîne û ji bo belayê ji xwe ra çê neke, dibê xwe ji merivê xerab biparêze. 

Helbet meriv hertim nikane rê li ber belayê bigre. Lê heta ji meriv tê dibê meriv hevza xwe bike, xwe ji kar û merivê bela dûr xe, hevza xwe jê bike. 

Û gava bela li nigê te geriya jî zêde mezin neke. Tu belayê çiqasî mezin bikî, ewê olan û tesîra wê hewqasî mezin be.

Bela li her dera dinyayê heye, biçûk, mezin li her dera dinyayê bela kane rastî meriv were, di meriv bigere. 

Lê li Tirkiyê û li welatê me bela û him jî bela bi don hinekî zêde ye, gava di meriv digere meriv dihetikîne, tu bi heft qalib sabûna Nizibê xwe bişo jî, nikanî xwe jê pak bibî. 

Lê li alî din dibê em wê jî bizanibin, tu bela tuneye belayeke ji wê mezintir tunebe.

Aliyekî belayê yê baş jî heye, meriv pê dibe xwedî tecrûbe, pê însanan, hevalê xwe nas dike.

Carnan musîbetek ji sed nesîhetê baştir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE