26 december 2018

Dibê hedefeke meriv hebe


Do min nivîsek bi swêdî li ser kitêba ”Macareyên Alîce li Diyarên Harîqeyan” xwend. Nivîseke balkêş bû, di dereke nivîsê da qala dîyalogeke Alîce û pisikekê tê kirin. Pirsa Alîce û bersîva pisikê bi min pir manîdar hat û bû sebebê ez vê nivîsê binivîsim.

Kitêba Lewis Carroll, ”Macareyên Alîce li Diyarên Harîqeyan” li dinyayê di nava edebiyata zarokan da klasîkeke gelkî bi nav û deng e.


Kitêb, wek ji navê wê jî xuya ye, qala serpêhatî, macareyên keçikeke biçûk Alîceyê dike.
Alice keçikek heft salî ye, rojekê bi tenê rûniştiye û gelkî bînteng e. Ji nişka ve kîroşkekê dibîne. Kîroşk saetekê ji bêrîka êlegê xwe derdixe, lê dinêre û dibêje, ”wey li min, ez dereng mam!” Û dû dide çindikan û dihere.

Alîceya biçûk jî meraq dike û dide dû. Kîroş dihere dikeve qulikekê. Û gava Alîce xwar dibe, li qulikê dinêre, tê wer dibe, heft tebeq dihere binê erdê û li wir êdî gelek tişt tên serî.


Ev kitêb cara pêşî di sala 1865a da li Îngilîstanê hat weşandin û heta nuha tercumeyî gelek zimanan bûye û hîn û hîn jî kitêbeke ji alî zarokan ve pir tê hezkirin.

Ev kitêba Alîce tercumeyî kurdî bûye ya na ez nizanim. Heger nebûbe dibê meriv weregerîne kurdî. Klasîkên wiha dibê bi kurdî jî hebin.

Bi qasî di bîra min da maye çîrokeke wiha bi kurmancî jî heye. Lê qehremanê wê ne keçik e, lawikeke, bi dû du kevokan dikeve û di kortekê wer dibe û heft tebeq dihere binê erdê û li wir gelek macareyên nedî tên serî. Berê min ev çîrok(xemîşok) zanîbû, lê nuha nayê bîra min.

Navê kitêbê bi swêdî ” Alice i Underlandet”, bi îngilîzî ” Alice's Adventures in Wonderland” e.


Di Macareyên Alîce li Diyarên Harîqeyan da anekdoteke pir manîdar heye. Anekdot wiha ye:

Rojekê Alîce li ser xaçeriyekê(çaryan, çarrê)disekine û baş ninzane ewê bide ser kîjan riyê. Bala xwe didê li kêleka rê pisikek di bin darekê da veketiye Ji pisikê dipirse, dibêje:

-Ma tu dibê ez bidim ser kîjan riyê?
Pisik dibêje:
-Girêdayî tu yê herî ku.
Alîce dibêje:
-Ferq nake…
Pisik dibêje:
-Ê wê demê ferq nake tu bidî ser kîjan riyê jî…

Em kurd jî ketine riyekê û diherin, lê dibê em baş bizanibin em diherin ku, hedefa me ku der e.

Biçûk ya jî mezin, xewn û xeyalên me hemûyan hene, lê ji bo biserketinê xeyal têrê nake, hedef jî lazim e, dibê hedefeke meriv jî hebe û ji bo gihîştina hedefa xwe xwedî biryar be.

Meriv tiştekî neke, tiştekî bi dest jî naxe, meriv tiştekî neçîne, tiştekî naçine jî. Ji bo meriv mahsûlekê rake, dibê meriv tiştekî biçîne.

Û ji bo ku em kurd kanibin ji binê vê bindestiyê, ji vê cendereya em tê da ne xelas bibin dibê hedefeke me hebe, dibê em bizanibin berê me bi ku da ye.

Bi gotineke din dibê em azadiyê, serxwebûnê ji xwe ra bikin hedef û ji bo gihîştina vê hedefê jî her kes li gorî qewet û îmkana xwe bixebite, tiştekî bike.

Dibê em newestin û li hemberî zor û zahmetiyan bêhêvî nebin. Hin hedef hene riya wan kin e, meriv zû digihîjê, lê hin hedef jî hene him dûr in û him jî riya wan dirêj û pir asê ye, lê belê gihîştina wan jî mimkûn e. Çiyayek çiqasî bilind be jî heger meriv bixwaze kane here ser qotê wî. Lê zor e, dibê meriv xwedî biryar be…

Ne hewce ye ez dûr û dirêj qala helê me yê perîşan bikim, wek milet em di rewşeke pir xerab da ne.

Gerek em ji vî hale perîşan xelas bibin.

Ez bawer dikim her kurd viya dixwaze.

Lê daxwaz tenê têrê nake, dibê em jib o xelasiyê hedefekê bidin ber xwe û ji bo wê bixebitin.

Di vir da yekîtîya netewî gelkî muhîm e. Ji bo gihîştina hênîya dawî serxwebûnê yekîtiya netewî şert e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE