12 december 2018

Ax berf, ax berf, tu li ku ma berf !


Stockholmê îsal hîn tu berfeke rindikî nedîtiye. Ez li bende berfeke çongekê bibare kevzikî bûm.

Lê berf nabare
û ez dimînim her li bende.

Di paca salonê ra li der ve, li hewşê, li kuliyên berfê yên ji hewa tên xwarê temaşe dikim.
 

Kuliyên berfê ji hewa tên xwar, lê ne tu berf e, erdê nagire, kuliyên hûrik li hewa bi ber bê dikevin û wenda dibin. 

Gelek bajarên Kurdistanê di bin berfê da ne. Li Betlîsê dibistan hatine girtin. Lê em li Stockholmê hesretiya berfê ne.
Ji berfa spî hez dikim, min gelkî bîriya wê kiriye. Dixwazim her derê spî boz, di bin berfê da bibînim.

Dixwazim nigê min, destê min bicemide, ez li der biqefilim û dû ra wek beytikeke qefilî xwe bavêjim hundur û qahwake germ vexwim 
Axxx berf, axxx berf, tu li  ku ma berf, zû bibare berf...


Hêvî
Hêleke min diqutife ji sermê
Çiya keleheke asê,
rê asê,
dem asê
Hêviya min kulîlka binê berfê
Ha bel bû,
ha bel bibê
Û berf tê

Tê..!
Bibare berfê
Li ber xwe bide kulîlkê,
Tu ji vê axê yî,
ez ji vê axê..!
Wê vebe rengo rengo
Piştî taveke xwêjinkî keskesor
Sihareke rûbihar e hêviya min
Tîrêj-bişirîn rojeke gulî-sor
Ha hilat, ha hiltê
Û berf tê

Tê..!
Bibare berfê
Li ber xwe bide kulîlkê
Berf li hêlekê,
tu li hêlekê
Hêviya min jî bihar e

Arjen Arî
25.1.2009

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE