05 september 2018

Sêvên me sor bûn, ji do da ye para cîranan belav dikim



Ev du roj in zikat û fitreyên sêvên îsal belav dikim. Li taxa me çiqas malên kurdên ez nas dikim hene ji do da ye diçim li deriyên wan dixim û para wan didimê. 

Heta nuha min da 5 malên kurd, maleke sirb, yeka swêdî û yeka qerebaxî.

Lê felsefeya min helbet berê hundurê mizgeftê, dû ra derî wê ye; berê kurd, dû ra cîranên din...



Ji hevalên PAKê tenê mala Muzeyen xanimê û Mahmûd Lewendî para xwe girtiye. Lê têra yên mayî hîn heye. Îsal ez belav dikim û belav dikim, lê sêvên me naqedin.



Dibêjin hin malên kurdan yên din jî li vê mehelê hene, lê ez wan nas nakim. Ezê dû ra para wan jî bidimê. Nabe kurd bêpar bimîne. Dibê ez adil bim û heta mimkûn be yek kurdî jî bêpar nehêlim.


Haaa, hindik mabû ji bîr bikim, îsal tiriyê me jî pir e. Lê hebhûrik e, wek tirîreşkê ye û tirş e. Hela em binêrin emê çi bikin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE