04 september 2018

Li Sûriyê jî em di devê topê da ne



Trump li dijî operasyona Idlibê derketiye û gotiye êrîşa ser Idlibê ewê bibe sebebê "felakereke mezin." 

Ev piştgiriya Trump ya Idlibê min qet fam nekir! 

Sebeb çi ye?

Gelo di bin ra bi Tirkiyê ra li hev kirine? 


Lema dixwazin çeteyên Tikiyê ji destê rûsan û Sûriyê xelas bikin.


Serdana James Jeffrey ya Tirkiyê jî min ditirsîne. James Jeffrey merivekî ”dostê” Tirkiyê û tirka ye. Ji ber ku James Jeffrey bû nûnerê Amerîka yê Sûriyê yê taybet Çavuşoglu pir kêfxweş bû. Ev kêfxweşiya Çavuşoglu ne belasebeb e.

Agir ketiye berpirsên Tirkiyê, çeteyên wan li Idlibê di tengasiyê da ne. Dixwazin bi dolabekê wan xelas bikin, ji bo ku dû ra bera bedan kurdan bidin. Hemû çeteyên îslamî ji bo kurdan bêslî dikin.




Reşad Ozkan Ji ber ku kontroll û bandora Îran û Rusyayê li Surî heztir û firehtir dibin.

Tosinê Reşîd Idlib jî çû, seranser Sûrîya dikeve bin destê Esed, Rûsîya û Ȋran. Trump ji vê ditirse. Lê wê tiştekî neke, vê gavê hêza Esed têrê dike Idlib ê hilde. Pirsa ya peneberan e; kesên ji dest rêjîmê revîne, li wir sitar bûne; ka rewşa wan wê çawan be?

Zinarê Xamo Erê rast e, Amerîka naxwaze Rûsya û Îran li Sûriyê xurt bibin.
Lê bi qasî xuya dike Tirkiye dixwaze bi çeteyên Idlibê bazarê bike, çeteyên xwe bi kurdan biguhere.
Tirkiye ewê bibêje hûn li Idlibê xin û bihêlin ez jî li kurda xim. Derdê Tirkiyê ne erebên Idlibê ye, kurd in, ji bo ku êrîşî kurdan bike, Idlibê wek kart bi kar tîne.
Di vir da tirsa min ew e Amerîka bi Tirkiyê ra li hev bike, dest ji ber kurdan bikşîne.

Fahri Kaya Kürd paradoks a dewletén dagırker u Empryala ye...Küda dahf a datının li wan vedıgere.Ya asteng a kurda çareserbe ya ji çareserbe.Wekidın ré nine.

Zinarê Xamo Siyaseta tirkan û Tirkiyê ya netewî li her derê qirkirina kurda ye, dibê yek kurd jî li dinyayê nemîne.
Hedefa Tirkiyê ev e. 

Heger bikanibin ewê hemû kurdên Kurdistana Rojava bikujin. Kî dikeve dewsa wan ji bo Tirkiyê ne muhîm e. Ya muhîm li Sûriyê kurd nemînin, çend hebên man jî dibê kole bin.

Tirkan ne wek dewlet tenê, wek milet hebûna xwe bi tunekirina kurdan ve girê dane, lema jî dixwazin li yek kurdî jî li dinyayê nehêlin. 

Ne kurdên baş û kurdperwer tenê, kurdên xayin û bênamûs jî di hedefa wan da ye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE